• Wednesday, 22 April 2026
logo

Serok Barzanî: Ez piştgiriya rola rojnamevanan di parastina doza rewa ya gelê me de dikim

Gulan Media April 22, 2026 Nûçe
Serok Barzanî: Ez piştgiriya rola rojnamevanan di parastina doza rewa ya gelê me de dikim

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de tekezî li ser piştevaniya xwe ya ji bo rojnamevanan kir, da ku berevaniyê li doza rewa ya gelê Kurdistanê bikin.

Serok Mesûd Barzanî îro 22.04.2026an, bi boneya 128emîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê "Kurdistan" ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatibû weşandin, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di heman demê de salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser erkê giring a xebatkarên ragihandinê û got: "Ez piştgiriya erk û rola giring a rojnamevanên Kurdistanê dikim ji bo berevanîkirina li doza rewa ya gelê me."

Di beşeke din a peyamê de, Serok Barzanî destnîşan kir ku divê ragihandin bibe amûrek bo geşepêdana civakê û got: "Ez hêvîdar im ku rojnamevan di kûrkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyanê de û herwiha di parastina bihayên bilind ên civaka Kurdistanê de roleke çalak bigirin."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de, serkeftin ji bo hemû rojnamevan û endamên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê xwast.

 

K24

Top