Peyama Navçeya Rêbaz ji bo salvegera derçûna Kovara Gulan: Gulan bûye ew kovara giranbiha ku elîtên Herêma Kurdistanê, Iraq û derveyî welat li hev kom kirine
Peyama Navçeya Rêbaz ji bo salvegera derçûna Kovara Gulan: Gulan bûye ew kovara giranbiha ku elîtên Herêma Kurdistanê, Iraq û derveyî welat li hev kom kirine
Gulan Media
22ê Nîsana 2026
Nûçe
Bi boneya derbasbûna 32 salan li ser derçûna Kovara Gulanê, Navçeya Rêbaz a Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî sernivîskar û tevahiya karmendên Kovara Gulanê kiriye, ku ev deqa wê ye:
Heval Ferhad Mihemed, Sernivîskarê Kovara Gulan
Birêz Rêveberê Nivîsînê, Desteya Nivîskar û tevahiya karmendên Kovara Gulanê
Bi boneya derbasbûna 32 salan li ser derçûna Kovara Gulanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe li we dikin û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazin.
Gulan wek destpêşxeriyeke serdemiyane di nav ezmûna fermanrewayiya Herêma Kurdistanê de hat nav qada rojnamegeriya Kurdî û bi dîtineke wêrek a rexnegirî, modelek nû di nav karwana rojnamegeriyê de afirand.
Di sê dehsaliyên borî de, vê kovarê qonaxên cuda li pey xwe hiştin û di niha de bûye ew kovara giranbiha ku elîtên Herêma Kurdistanê, Iraq û derveyî welat li hev kom kirine. Bi dîtineke bilind a neteweyî û nîştimanî bi tevahiya netewe û olên cuda yên Kurdistanê re serederiyê dike û giyana lêborînê û jiyana hevbeş kûrtir kiriye, di heman demê de bûye sekoyeke azad ji bo bîr û boçûnên cuda.
Di vê boneyê de, em careke din destxweşiyê li we dikin û hêvîdar in hûn bêtir bîra neteweyî û nîştimanî pêş bixin.
Navçeya Rêbaz
22ê Nîsana 2026
