Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Kovara Gulan minbereke girîng bûye bo komkirina bîr û boçûnên ciud ên desteyên navxweya Kurdistanê, Iraq û derveyî welat
Bi helkefta derbasbûna 32 salan bi ser derketina kovara Gulanê de, birêz Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî sernûser û tevahiya karmendên kovara Gulanê kiriye ku ev deqa wê ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Birêzan sernûser û karmendên stafa kovara Gulan
Bi helkefta sî û duyemîn salvegera derketina kovara Gulan, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî sernûser û tevahiya karmendên kovara Gulan û xwendevanên we dikim.
Kovara Gulan her ji destpêka damezrandina xwe ve, rêbazeke cuda di nav rojnamegeriya kurdî de peyrew kiriye û bi berdewamî minbereke girîng bûye bo komkirina bîr û boçûnên cihêreng ên desteyên navxweya Kurdistanê, Iraq û derveyî welat. Her dem hewl daye li ser bingeha pabendbûn bi prensîbên neteweyî û nîştimanî û rêzgirtin li tevahiya netewe û ayînên cihêreng ên Kurdistanê, giyana lêborîn û pêkvejiyanê kûrtir bike.
Spasiya hewl û keda we dikim, hêvîdar im her dem pabendî prensîbên bîra neteweyî û nîştimanî bin û di asta daxwazên xelkê û guherînên serdemê de bin. Hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
22ê Nîsana 2026
