Mesrûr Barzanî: Hikûmet wek her dem pêbendî parastina azadiya karê ragihandin û rojnamevaniyê ye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir.
Di peyama Serokê Hikûmetê de hat ragihandin: "Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, ku di heman demê de salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, ez pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamevanan dikim."
Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, ku di heman demê de salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, ez pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamevanan dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina zêdetir ji bo wan dixwazim.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek her dem, pabendî parastina azadiya karê ragihandin û rojnamevaniyê û pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst ji bo ragihandinkaran e. Di heman demê de em hêvîdar in ragihandinkarên birêz jî di asta pîşe û erka giring a ragihandinê de bin û bi şêوەyekî pîşeyî û berpirsyarane karên xwe encam bidin. Divê yasa, etîk û pîwerên navdewletî yên rojnamevaniyê li ber çav bigrin û di hişyarkirina civakê û parastina destkeftên niştimanî, çanda pêkvejiyana aştîyane û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de roleke çalak bileyîzin.
Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû ragihandinkarên Kurdistanê pîroz be.
Mesrûr BarzanîSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê22.04.2026"
Basnews
