• Wednesday, 22 April 2026
logo

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera derçûna Gulanê

Gulan Media April 22, 2026 Nûçe
Peyama Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera derçûna Gulanê

Birêz sernivîskar, desteya nivîskar û karmendên kovara Gulanê,

Bi boneya 32emîn salvegera derçûna kovara (Gulan)ê, pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim.

Sê u du sal berdewambûna bê rawestan di derxistina kovara (Gulan)ê de, xizmeta stafê wê û parastina dîrok û mîrasa dezgeha Gulanê wek destpêşxeriyeke medyayî ya nûxwaz, cihê destxweşî û pêzanînê ye.

Hêvîdar im bi berpirsyarî berdewamiyê bidin peyama pîşeyî û wê armanca ku Gulan di pênava wê de hatiye damezrandin; ku bibe sekoya azadiya raderbirînê û nêrînên cuda, û geşepêdanê bi hişyariya rexnegirane û kûrkirina nirxên azadî, demokrasî, aştî û pêkvejiyanê bide.

Nêçîrvan Barzanî
22ê Nîsana 2026an

Top