Profîsor Hedîl Ebdulhadî, Pispora Hiqûqa Bazirganiya Navneteweyî ji bo Gulan: Pabendbûna bi pîvanên darayî yên cîhanî, yekane rê ye ji bo dahata petrola Iraqê û rêgirtin li cezayên darayî yên zêdetir ên Amerîkayê
Profîsor Hedîl Ebdulhadî, mamoste ye li Koleja Hiqûqê ya Zanîngeha George Washington, her wiha xwedan û rêvebira saziya şêwirvaniyê ya «MassPoint» e. Salên dirêj li Washington û Dubayê wekî parêzereke navneteweyî di mezintirîn kompanyayên hiqûqî yên cîhanê de kar kiriye û şêwirvîna bank, dewlet û saziyên cîhanî bûye.
Ji bo axaftina li ser asta pêşkeftina dewletên Kendavê di warê aborî û bikaranîna teknolojiyê de, her wiha bandora dolar û ew gavên stratejîk ên ku pêwîst e welatên herêmê û Iraq biavêjin ji bo parastina aramiya aboriya xwe, me ev hevpeyvîna taybet bi Profîsor Hedîl re encam da.
Gulan: Li gorî ezmûna karê we, hûn werçerxana aboriya Kendavê ber bi zanistên nû ve çawa dinirxînin? Gelo Iraq dikare bi wî mîratê hiqûqî û siyasî yê aloz, heman rêçikê ji bo rakêşana veberhênana biyanî ya berdewam bigire ber xwe?
Profîsor Hedîl: Serkeftina teknolojîk a Kendavê tenê bi darayî ve ne girêdayî ye, belku encama stratejiyeke hûr û veberhênana serwerî ye di nîv-gihîneran (semiconductors) û jêrxana datayan de. Modela Îmaratê ji ber hevteweriya siyasî bi Amerîkayê re û pêgeha wê ya cîhanî, ji bo welatên din bi hêsanî nayê dubarekirin. Ji ber wê divê modeleke taybet a Iraqê hebe. Iraq ji ber dewlemendiya xwezayî, pêgeha şaristanî û dîroka xwendina giştî, xwedan şiyaneke cuda ye. Geşepêdana Iraqê divê di rêya veberhênana di zanist û endezyariyê (STEM) û pêşxistina hevkariya navbera zanîngehan û bikaranîna teknolojiya "çavkanî-vekirî" (open source) de be. Ev rê ji bo rakêşana veberhênana biyanî ya berdewam, pir guncawtir e ji tamsîlkirina modela Kendavê ku bi mercên Iraqê re nagunje.
Gulan: Gelo cezayan (sanctions) heta çi astê armancên stratejîk ên Amerîkayê pêk anîne? Gelo ev fişar bûne sedem ku welatên herêmê li pergalên darayî yên alternatîf bigerin û girêdayîbûna xwe ya sîstematîk bi dolar re kêm bikin?
Profîsor Hedîl: Nirxandina cezayan wekî amrazekî siyasî nîşan dide ku encam têkel in. Cezayên ser Iraqê yên beriya sala 2003an ziyaneke aborî û serbazî ya mezin gihandin vî welatî, lê armancên siyasî pêk neanîn. Bi heman şêweyî, dorpêçên ser Kuba û Rûsyayê nekarîne guherîna bingehîn di reftara rejîman de çêbikin.
Kêşeya Îranê wekî mînakeke diyar, sînorên stratejîk ên cezayan nîşan dide. Tevî dorpêçên giştî, Îranê karî jêrxaneke zanistî û pîşesazî ya bi hêz biparêze. Ev xweragirtin ji firehiya cografî, mezinahiya nifûsê û nasnameyeke dîrokî tê, ku yekîtiya neteweyî di dema fişarên derve de bihêztir dike.
Encama sereke ew e ku «xwebijîviya neçarî» dikare bibe sermayeyekî binyadî. Dabirîna Îranê ji pergala darayî ya Rojava, wa lê kiriye ku pêş bikeve di şiyanên navxweyî de. Ev waneyeke girîng e; ew welatên ku girêdayîbûna xwe bi pêkhateyên darayî yên derve kêm dikin, digihîjin celebekî xweragirtinê.
Hêjayî gotinê ye ku carna şer dibe sedema sivikkirina cezayan, mîna wan moletên ku Wezareta Xezîna Amerîkayê ji bo kêmkirina fişara li ser zincîra dabînkirina petrola Rûsya û Îranê derxistine. Her wiha Îranê di nav qeyranê de derfetên nû dîtine, bo mînak bikaranîna diravê Çînî (Yuan) û "dîjîtal" ji bo wergirtina baca derbasbûnê li Tengava Hurmiz. Ev gav mînakeke berçav e ji bo derbasbûn ji bin desthilata cezayên Amerîkayê û kêmkirina hegemonyaya dolar.
Gulan: Di bin siya vegera siyaseta «Amerîka Yekem e» û sepandina bacên gumrikî yên tund, hûn çi pêşbînî dikin ji bo bandora van rêkaran li ser aramiya bazara enerjiyê û tevgera bazirganî li Rojhilata Navîn?
Profîsor Hedîl: Ew rêkarên gumrikî yên berfireh ên îdareya Trump, guherîneke mezin bûn di wê pergala bazirganiya piralî de ku Amerîkayê bixwe piştî Şerê Cîhanî yê Duyem binyat nabo. Her çend ev rêkar dînamîka bazirganiyê guhertin, lê bazarên enerjiyê yên herêmê zêdetir di bin bandora rasterast a şerê Îranê de bûn.
Tiştê ku di warê hiqûqa bazirganiyê de cihê balê ye, guherîna şêwaza karkirina Amerîkayê ye ji «rêsa û yasayên giştgir» ber bi «rêkeftinên taybet û dualî». Bo mînak, dayîna lêborîna bacê li beramberî veberhênanê, celebek e ji miameleya takekesî, ne çarçoveyeke hiqûqî ya yekgirtî. Ev meyl di siyaseta teknolojiyê de jî heye, mîna guherîna «Rêsa Belavbûna Jîriya Destkirî» (AI Diffusion Rule) bo şêwazekî nerasmî ku pişta xwe bi rêkeftinên dualî girê dide.
Ji perspektîfa hiqûqî ve, guherîna modelê ji "rêsa-binema" (rule-based) ber bi "miamele-binema" (deal-based), nezelaliyekê dixe nav têkiliyên navneteweyî. Ji bo welatên Rojhilata Navîn, têgihîştina ji hemû dîmenê hiqûqî yê Amerîkayê — ne tenê biryarên îdareyê, belku lîstika Kongres û deqên yasayî — niha ji her demê giringtir bûye.
Gulan: Di bin siya tundbûna pêşbaziya aborî ya navbera Amerîka û Çînê, gelo Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) dikare wekî dadwerekî bêlayen pêgeha xwe biparêze? Gelo em di serdemeke "piştî-globalîzmê" de ne?
Profîsor Hedîl: Rewşa niha ya rêvebirina bazirganiya navneteweyî ne tenê qonaxeke derbasbûnê ye, belku nîşana dabirînekê ye ji wê pergala ku piştî şerê cîhanî yê duyem hatibû avakirin. Saziyên piralî mîna WTO û Neteweyên Yekbûyî hatine paşguhkirin û rêkeftinên dualî yên zilhêzan derketine pêş.
Dîrokê selmandiye ku bazirganiya navneteweyî ji hemû saziyan kevntir e û dê bimîne jî. Lê pirs ew e ku dê çi pêkhateyeke hiqûqî hukmê wê bike? Gelo cîhan ber bi pergaleke piralî ya çakkirî ve diçe, an ber bi rêkeftinên herêmî yên nû û pergaleke perçe-perçebûyî? Ji bo dewletên Rojhilata Navîn, ev rewş wa dixwaze ku şiyanên xwe yên hiqûqî û saziyî pêş bixin da ku bi nermî bi çarçoveyên cuda re miameleyê bikin.
Gulan: Wekî şarezayek di yasayên gihîştina bi zanistên pêşkeftî yên Amerîkayê, gelo Iraq û welatên Kendavê çawa dikarin hevsengiyê di navbera sûdwergirtina ji teknolojiya Çînî û parastina hevpeymaniyên xwe yên ewlehî bi Washingtonê re rabigirin?
Profîsor Hedîl: Rêkxistina gihîştina biyaniyan bi teknolojiya Amerîkî, bi taybet di warên Jîriya Destkirî (AI) û nîv-gihîneran de, tenê biryarekî kargêrî nîne ku bi guherîna serokan biguhere. Ev lihevhatinek e di navbera her du partiyên sereke yên Amerîkayê de û di nav deqên yasayên Kongresê de hatiye çespandin.
Ji bo Iraq û Kendavê, bikaranîna teknolojiya Çînî di jêrxan û peywendiyan de, dê bandoreke rasterast li ser hevbeşiyên ewlehî û gihîştina bi teknolojiya Amerîkî hebe. Baştirîn stratejî ew e ku welat şiyanên xwe yên hiqûqî pêş bixin da ku di hûrgiliyên yasayên kontrolkirina hinardeyê ya Amerîkayê (export control laws) bigihin. Divê li şûna pirsên siyasî, serî li nirxandinên hiqûqî yên hûr bidin.
Gulan: Iraq bi sînordarkirinên tund ên Amerîkayê di mezada dolar de rûbirû bûye. Çi çaksaziyeke bingehîn pêwîst e ji bo hevahengiya sektora bankî ya Iraqê bi pîvanên cîhanî re?
Profîsor Hedîl: Rêya sereke ew e ku pergalên xwe bi pîvanên "Grûpa Karê Darayî ya Cîhanî" (FATF) re biguncînin. Iraq hîn di lîsteya reş a vê grûpê de nîne. Wezareta Darayî ya Amerîkayê kanala wê ya çalak heye ji bo hevkariya welatan di çaksaziya darayî de.
Ji bo Iraqê ev yek pir giring e, ji ber ku li gorî fermana serokatiya Amerîkayê ya sala 2003an, dahata petrola Iraqê di Banka Navendî ya Amerîkayê li New Yorkê tê parastin. Ev yek wa dixwaze ku Iraq bi hestiyariyeke mezin kar ji bo zelaliyê (transparency) û rêgirtin li fînansekirina terorê bike, da ku rê li ber her astengiyeke darayî ya neçaverêkirî bigire.
Gulan: Gelo hêj guncaw e ku Iraq û welatên Erebî di beşên zanistên hestiyar ên Amerîkayê de veberhênanê bikin?
Profîsor Hedîl: Veberhênan hîn berdewam e, lê komîteyên çavdêriyê (mîna CFIUS) pir tund in. Bo mînak di sala 2022an de rê li ber sandoqeke Siûdî hat girtin ku dixwest di teknolojiyeke pêşkeftî de veberhênanê bike. Divê veberhênerên Iraqî beriya her gavê, di giringiya wê teknolojiyê di warê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê de bigihin. Têkiliyên welatê veberhêner bi Çînê re, bandoreke mezin li ser qebûlkirina veberhênanê dike.
Gulan: Dengoyên destberdana ji dolar wekî çekek di siyaseta derve de zêde bûne. Gelo diravên nû û dîjîtal dibin gefek ji bo dolar?
Profîsor Hedîl: Gotara kêmkirina hegemonyaya dolar ne nû ye, lê niha zêdetir bûye. Cezayên Amerîkayê bûne hander ku welatên mîna BRICS (Îran, Îmarat, Misir û hwd.) li pergalên nû bigerin. Çîn di cîhanîkirina diravê xwe (Yuan) de hinekî serkeftî bûye, bi taybet di miameleyên petrolê de. Lê hîn jî tu diravek gefeke nêzîk û ciddî li ser pêgeha dolar çênake. Guherîna pergala darayî ya cîhanî demeke dirêj dixwaze, lê ev rûyekî giring e ku divê hiqûqnas û siyasetmedar bi ciddî werbigirin.
Gulan: Pêşbaziya cîhanî ya ji bo Jîriya Destkirî û nîv-gihîneran (semiconductors), dê nexşeya aborî çawa biguhere?
Profîsor Hedîl: Ev şer bi giranî di navbera Amerîka û Çînê de ye. Çîn bi planên dewletî kar dike, lê Amerîka bi rêya yasayên ewlehiya neteweyî û qedexeya hinardeyê hewl dide zanyariyên xwe biparêze. Çîn di diyarkirina pîvanên teknolojîk ên navneteweyî de pir çalak e. Ev rikberî dê bingeha rêkeftinên bazirganî yên dahatûyê diyar bike.
Gulan: Wekî şarezayeke hiqûqî, hûn çi pêşniyar dikin da ku Iraq di vî şerê aborî yê cîhanî de parastî be?
Profîsor Hedîl: Avakirina dîtineke neteweyî ya serbixwe xala destpêkê ye. Iraq divê pişta xwe bi sermaya xwezayî û mirovî ya xwe bibestê, ne ku tenê modelên welatên din tamsîl bike. Çaksaziyên hiqûqî divê jêrxaneke saziyî ya zelal û cîgir ava bikin ku baweriyê bide veberhêneran.
Yasayên ku têne amadekirin divê bi jîngeha navxweyî re biguncin. Her wiha perwerdekirina hiqûqnas û dadweran bingeha vî guherînî ye. Di asta navneteweyî de jî, divê Iraq girêdayîbûna xwe tenê bi pergalekî darayî an teknolojî kêm bike. Karkirina hevseng bi cemserên cuda re, xweragirtina aboriya welat li hember fişaran bihêztir dike. Zelalî û bihêziya saziyan, mifteya parastina berjewendiyên neteweyî ne.
Rudaw
