• Tuesday, 21 April 2026
logo

"Maja Sahadžić, profîsora hiqûqa destûrî li Zanîngeha Utrechtê ji bo Gulan: Astengî (alengarî) ew e ka destûr çawa dikare rê li ber wê yekê bigire ku nakokî civakê ber bi wêranbûnê ve nebin."

Maja Sahadžić, profesoreke qanûna destûrî ye li Zanîngeha «Utrecht» û lêkolîner e li Navenda «Montaigne» ji bo serweriya qanûnê û îdarekirina dadperweriyê li heman zanîngehê. Di lêkolînên xwe de bala xwe dide ser çend mijaran, wekî nirx û prensîpên destûrî, serweriya qanûnê, otorîterîzm û metirsiyên li dijî demokrasiyê yên ku ji teknolojiyê dertên, çareseriyên alternatîf ên nakokî û krîzan, û guhertina hêzê. "Gulan" hevpeyvînek bi wê re encam da ku girêdayî wan rêkarên çalak bû ku dikarin di civakên piştî şer de, an wan civakên ku ji dabeşbûna kûr dinalînin, bên girtin, ligel çend mijarên din ên têkildar.

* Di serî de em dixwazin bi vê pirsê dest pê bikin: Hûn çawa li têkiliya navbera demokrasî û teknolojiyê dinêrin? Gelo teknolojî dikare qada demokrasiyê berfireh bike, an dikare bandoreke berevajî li ser çêbike?

Ez bawer dikim ku teknolojî dikare qada guftûgoya giştî û demokrasiyê berfireh bike. Lê belê li vir dijwarî ew e ku gelo em rê didin ku pêşketinên teknolojîk têgeh û naveroka hevwelatîbûnê diyar bikin, an em ê berevajî wê israr bikin ku em kontrola pêşketinên teknolojîk diyar bikin.
* Pisporiya we ya zêde di derbarê ezmûnên (Bosna-Hersek û Balkan) de heye. Gelo ezmûna van herêman çi dersan dide me ji bo wan civakên ku ji dabeşbûna kûr dinalînin, an di civakên piştî şer de?

Ew dersa ku ezmûnên Bosna-Hersek û herêma berfireh a Balkanê didin me di peywendî bi wan civakên ku bi destê dabeşbûna kûr dinalînin, an civakên piştî şer, ew e ku tiştê jê re tê gotin «demên mezin ên destûrî», ne ewqas mezin in wekî ku di rûyê de xuya dikin. Bo nimûne, ezmûna Bosnayê sedemê ji me re zelal dike: ku tê de rewşa heyî li ser bingeha nakokiya sazûmankirî (institutionalized conflict) û siyaseta redkirinê û lawazkirina baweriyê hatiye avakirin. Ev yek proseya biryardanê hêdî dike û dibe sedem ku hevwelatî hîs bikin ku bûne rehîneyên di destê elîtên navxweyî û aktorên navdewletî de. Mebesta min ew e ku dibe ku guhartina bi tevahî ya rewşê karekî realîst nebe. Ez bawer dikim ku em ne neçar in di her krîzekê de hemû sîstemê ji nû ve ava bikin. Belê divê em serî li hevkarî û ji nû ve nirxandinê bidin û car caran jî wê bi bîr bînin ku xitimandin û gihîştina xala girtî (deadlock) ne prensîbeke destûrî ye.
Xaleke din ew e ku hebûna rewşeke neyeksan, ne rewşeke erênî ye û ne jî rewşeke neyênî ye, belê ev şertekî realîst e. Pir caran ezmûna Bosnayê wekî rewşeke tund a neyeksaniyê tê binavkirin, lê heger em hûrgulî bikin, neyeksaniyên destûrî ne ewqas dijwar in û bêtir girêdayî pêgeha aliyan in, ne bi desthilat an serxwebûna darayî ve. Mebesta min ew e ku piraniya nîqaşê ne girêdayî deqên destûrî ye, belê girêdayî wê nîşandana (performance) siyasî ye ku di vê derbarê de tê kirin. Dijwariya rastîn girêdayî wê yekê ye ku sazî çawa kar dikin û bi proseyên dengdanê û bi girtina wan rêkaran ve ku pirsa berpirsiyariyê lawaz dikin. Nexwe rêya çareseriyê ya çêtir avakirina bawerî û hevkariyê ye di hemû astan de (asoyî û stûnî).

Xaleke din jî ew e ku nabe bandor û serdestiya derveyî bibe cihgir û alternatîfa lihevkirina navxweyî. Heya niha cîbicînekirina biryarên Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan ji bo zêdetirî du dehsalan berdewam e û pêşkêşkirina çareseriyên navdewletî tenê çend raportan anîn holê û çend rêgezên nû amade kirin, lê bêyî ku baweriyekî berçav di navxwe de çêbikin. Aliyên derveyî dikarin aliyên navxweyî han bidin, lê nikarin lihevkirinê (consensus) pêk bînin, bi kêmî ve lihevkirinek ku piştî daxuyaniyên rojnamevaniyê jî berdewam bike. Nexwe divê li ser asta herêmî (lokal) guftûgo bên kirin, prose şefafiyetê di nav xwe de bigire û gav bi gav encamên wê bên cîbicîkirin, bi awayekî ku aliyên derveyî zemîna guftûgoyê amade bikin, ne ku encaman ferz bikin. Di dawiyê de, bila em balê bikişînin ser prensîpên fîderal ên pratîk: hevkarî li ser asta navxweyî, partiyên siyasî û ew saziyên siyasî ku civakan ji aliyê îdarî û aborî ve bi hev ve girê didin. Ev yek zemînê xweş dike ji bo girtina gavan bi awayekî ku rewş neyê xala girtî, her wiha ev dibe sedema berfirehkirina qada beşdarbûnê û piralîbûnê (pluralism) dike çavkaniya aramiyê, ne faktora krîz û aloziyan. Piştre divê em ji bîr nekin ku siyaseta destûrî ne jiyaneke bê nakokî ye, belê girêdayî wê yekê ye ku destûr û rêgez çawa ewqas qahîm bin ku rê nedin ev nakokî civakê ber bi wêrankirin û tunebûnê ve bibin.

* Hûn behsa wê dikin ku derketin û rûdana krîz û aloziyan tiştekî jêneneger e û we amaje bi wê kir ku divê em li benda jiyaneke bê nakokî nebin, bi taybetî di qada siyasî de. Li vir pirs ew e: Gelo di demên krîzên giran de, çi rêkarên destûrî hene ku girtina wan bibe sedema parastina serweriya qanûnê û rêgirtin li binpêkirina mafan?

Di rastiyê de, ew demên ku dewlet neçar dibe rêkarên tund bigire ber, wekî rûdana karesatên xwezayî, an belavbûna nexweşiyan (pandemî), an derketina pêlên otorîter û dîktatorî, îmtîhanên dijwar in ji bo sîstemên fîderal. Ew yekê diyar dikin ku gelo serweriya qanûnê îdîayeke vala bû, an rewşeke rastîn bû û dikare berdewam bike, heta di dema krîz û rewşên dijwar de jî. Çi dibe bila bibe, lêkolînên min ên di derbarê destûrgeriya tund (stringent constitutionalism) de diyar dikin ku heger pirsa dabeşkirina desthilatê ligel hebûna mekanîzmayên qahîm ên hevkariyê nebe, wê demê proseya biryardanê tûşî felçbûnê dibe, di demekê de ku girtina helwest û biryareke yekgirtî ji her demê bêtir pêwîst e.
Nexwe dersa yekem di vê derbarê de ew e ku divê destûr planan di nav xwe de bigirin ji bo rewşên awarte û krîzan berî ku rû bidin. Ango divê ji berê de û bi zelalî desthilatên dema krîzê bên diyarkirin û rêkarên hevkariya stûnî û asoyî hebin. Her wiha desthilata dadwerî jî rola xwe bibîne, da ku ew desthilata zêde ya di dema krîzan de didin hikûmetan, nebe desthilateke hertimî û di demên asayî de bi kar neyênin. Dersa duyem ew e ku berteka civakê dikare bibe temamkerê rêkarên saziyî, lê nikare cihê wan bigire. Ango nabe rûbirûbûn û çareserkirina krîzan tenê ji bo bertekên nav civakê re bê hiştin, belê divê saziyên burokratîk rola xwe ya rastîn di van deman de hebin.

* Ezmûna we ya şêwirmendiyê bi rêxistinên navdewletî re heye. Gelo hûn difikirin ku aliyên mîna Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê çawa dikarin bandorker bin li ser pêvajoya pêşketinên destûrî yên navxweyî yên welatan, û ev bandora wan çi metirsiyan bi xwe re tîne?

Di vê derbarê de çend ramanên min hene, lê ez ê tekezî li ser xala herî girîng bikim. Beşdarbûna van aliyan dibe ku reforma pêş bixe û bibe sedema parastina mafan, lê dikare bibe sedema lawazkirina meşrûiyeta navxweyî û destûrê bike destûreke ferzkirî (imposed), li şûna ku bibe neynika rastî û mercên civakî. Pir caran aliyên derveyî diyar dikin ku kîjan reform pêwîst û baş e, aliyên navxweyî jî han didin ku hinek ji wan guhertinên destûrî an sêwiranên saziyî bigirin ber, ku dibe ku wan bixwe di bingeh de wekî pêşîniyên (priority) xwe nedîtana.
Ev dikare bibe alîkar ji bo şikandina xitimandinên navxweyî, lê metirsiya wê jî heye ku aliyên navxweyî tenê bibin cîbicîkarekî bêdesthilat, ne ku beşdarekî çalak. Her wiha dema aliyên derveyî serî li rêkarên ceza û xelatê didin, nexwe dibe ku aliyên navxweyî pêşîniyê bidin wan pirsên ku ligel standardên derveyî digunjen, ne ligel meşrûiyeta navxweyî. Dibe ku di vê derbarê de gavan bi awayekî rûyî (superficial) bavejin, ne ku serî li guhartina bingehîn bidin ji bo çareserkirina pirsên eslî.

Di heman demê de civaka navdewletî dikare hevkariya teknîkî, piştgiriya darayî û meşrûiyetê ji bo reformên nîqaşdar dabîn bike. Dibe ku di wan welatên ku bingeheke îdarî û qanûnî ya bihêz nînin, ev piştgirî rê li hinek darstnên destûrî yên natendirust bigire. Lê dijwarî ew e ku çawa gav bi gav ev hevkariya derveyî kêm bibe, ne ku veguhere serbextiyeke (dependency) tam. Xaleke din jî ew e ku her dema aktorên derveyî destwerdanê bikin, aliyên navxweyî dikarin reforman wekî ferzkirina îradeya derveyî nîşan bidin û îdîaya serdestiya biyanî bikin. Metirsî ew e ku destûrek bê amadekirin ku tenê bi piştgiriya derveyî berdewam bibe. Ango heger aliyên navxweyî bixwe xwedî li proseya reformê dernekevin, wê demê bi kêmkirina piştgiriya derveyî re, proseya reformê jî disekine. Ev di wan rewşan de tê dîtin ku divê hêzên aştîparêz ji bo demeke nediyar bimînin, bêyî ku planek hebe ji bo veguhastina desthilatê ji bo aliyên navxweyî.

Top