Brendan O'Leary, Serokê Beşa Zanista Siyasî li Zanîngeha Pennsylvania ji bo Gulan: Guhertina stratejiyê ber bi konfîderasyonê, tenê rê ye bo çespandina serweriya Herêma Kurdistanê bi ser yasa, samana siruştî û hêzên ewlehiyê de.
Brendan O'Leary, Serokê Beşa Zanista Siyasî li Zanîngeha Pennsylvania ji bo Gulan: Guhertina stratejiyê ber bi konfîderasyonê, tenê rê ye bo çespandina serweriya Herêma Kurdistanê bi ser yasa, samana siruştî û hêzên ewlehiyê de.
Pofîsor Brendan O'Leary, hilgirê regeznameya îrlandî û amerîkî ye, pofîsorê kursiya «Lauder» e di zanista siyasî de li Zanîngeha Pennsylvania û serokatiya vê beşa girîng dike. Ew ne tenê teorîsyenekî jêhatî ye, belku yek ji darêjerên herî bibandor ên destûr û rêkeftinên siyasî ye di cîhana hevçerx de. Ji ber karên xwe yên bêvêne li ser federalîzm û hevparîkirina desthilatê, xelata navdewletî ya «Juan Linz» wergirtiye û endamê fexrî yê Akademiya Şahane ya Îrlandayê ye.
Bo me Kurdan, Pofîsor O'Leary navekî naskirî ye; ji sala 2003an ve rawêjkarê destûrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û roleke dîrokî lîstiye di darstna «Yasaya Birêvebirina Dewletê bo Qonaxa Veguhêz (TAL)» û herwiha di destûra herdemî ya Iraqê de ya sala 2005an.
Bo axaftin li ser paşeroja sîstema federalî li Iraqê û bijardeya dahatû li beranber Herêma Kurdistanê bo birêkxistina têkiliyên wê ligel Bexdayê, Gulan dîdarek ligel Pofîsor O'Leary encam da.
Pofîsor O'Leary, hûn rawêjkarê destûrî yê navdewletî bûn di darstna destûra Iraqê de di sala 2005an de. gelo sedemên sereke yên şikesta Iraqê di çespandina federalîzmeke rastîn û cîbicînekirina maddeyên girîng ên wê destûrê piştî du dehikan, ji rûyê akademîk û siyasî yê we ve çi ne?
Bi şêوەyekî bingehîn, aliyên siyasî yên piraniya ereb baweriya wan bi wî federalîzmê nîne yê ku di destûra sala 2005an de hatî çespandin. Piraniya wan bi xerîze navendger û federalîzmê wek herşeyekê bo jihevveqetînê dibînin. Di destpêkê de, serhildana sunneyan dijî destûrê wiha kir ku partiyên şîe (bi taybetî hizba Dewe), di bertekeke ewlehî de ber bi navendgerayiyeke tundtir gavan biavêjin.
Li ser asta welatên derdorê, federalîzma Iraqê ji aliyê cîranan ve piştgirî nehat kirin. Sûriye û Siûdiyê piştgiriya serhildana sunneyan dikirin. Tirkiye jî, herçend bo demekê ji ber berjewendiya enerjiyê ligel Herêmê nerm bû, lê di bingeh de dijî wê bû. Îran ji bo berjewendiyên xwe yên mezhebî û ewlehî, di destpêkê de Iraqeke aloz û piştre Iraqeke navendgera bi dilê wê bû, da ku di rêya milîsiyan re hejmoniya (desthelatdariya) xwe bisepîne û berjewendiyên Amerîkayê bêbandor bike.
Ciyê daxê ye ku darêjerên siyasetê li Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, ji bo «havsengiya li hember Îranê», Iraqeke navendgera bi dilê wan bû. Wan bi temamî piştgiriya destûra 2005an nekir û kêşeyên destûrî wek babetekî navxweyî didîtin. Li gorî wê aqiliyetê, dabiya Kurd bo razîkirina Tirkiyê û navbeynkariya şîe û sunneyan di navendgerayiyê de biteve, bi vê yekê jî Amerîka û Îran bi şêyekî paradoks hevnerîn bûn li ser tefsîreke navendgerayane ku destkeftên neteweyî yên Kurd dixiste metirsiyê.
Di navxweya Iraqê de jî, destûra sala 2005an ji aliyê parêzerên wê ve hat şêwandin. Perleman nekarî Encumena Federalî û dadgeheke destûrî ya şerî (yasayî) pêk bîne. Ew dadgeha niha ku paşmaya qonaxa veguhêz e û pêgeha wê ya destûrî nîne, bi belgeyên lawaz yasayên Herêmê pekk dixe (rawestîne). Hemdem, aliyên ereb nakokiyên navxweyî yên Kurd bo berjewendiya xwe bikar anîne; di rêya çandina gendeliyê û bikaranîna posta Serokkomar wek amrazek bo çandina duberakiyê, hewla lawazkirina qewareya Herêmê dane.
Ji ber şikesta sîstema federalî û berdewamiya Bexdayê li ser navendgerayiyê, gelo dema wê nehatiye Herêma Kurdistanê stratejiyê biguherîne û daxwaza modela «Fîdrasî» (Federacy) bike, ku we berê wek alternatîfek amaje pê kiribû?
Ji rûyê gotara siyasî ve, ez êdî pêşniyara bikaranîna çemkê «Fîdrasî» (Federacy) nakim. Ne ji ber ku çemkekî nerast be, lê ji ber ku di asteke berfireh de têgihiştin bo nehatiye kirin. Herwiha tekez dikim ku divê em ji destەwaja «nîvçe otonomî» (Semiautonomous) dûr bikevin, çunke çewtekari tê de heye û îfadeya rastiyan nake. Di dewsa van de, ez li ser asta praktîkî parastina modelekî pêşkeftî dikim. Herçend berê min pêşbînî dikir ku Iraqeke navendgera ya erebî û Kurdistaneke otonom di çarçoveya dewleteke federal de bi hev re bijîn, lê niha ez bawer im divê Herêma Kurdistanê stratejiya xwe biguherîne bo daxwazkirina têkiliyeke konfîderalî, ku tê de wek qewareyeke xwedan taybetmendî û cuda muamele ligel bê kirin.
Bo cîbicîkirina vê modelê, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî serwerî û serbixweyiya reha be di yasadanîna navxweyî de. Herwiha kontrol û xwedîdariya temam bi ser serçavên siruştî yên wek neft û gaz û hêzên xwe yên ewlehiyê de hebe. Ji rûyê darayî ve, divê mîkanîzmeke nû peyrew bibe; bi cureyekî ku Herêm pişkeke cîgîr di dahata nefta Iraqê de hebe da ku qerebuya «xerciyên federalî» bê hesabkirin. Di beramber de Herêm mafê derxistin, hinartin û parastina dahata neft û gaza xwe hebe. Heke Bexdayê ev rêkeftin binpê kir, divê Herêm wek bertek biryara vekişîna ji saziyên Iraqê bide.
Li aliyê din, beşdarbûna Kurd di perlemana Iraqê de divê sînordar bibe û tenê bo dengdan li ser wan babetan be ku têkiliya wan a rasterast bi Herêmê û pêkanîna hikûmeta federal ve heye. Derbarê posta Serokkomar de, baştir e Kurd destبەردari posta Serokkomar bibe, meger sîstem vegere bo serokatiyeke sê kesî ku her endamekî mafê «Vîto»yê hebe. Herwiha pêwîst e daxwaza pêgeheke taybet bo Kerkûkê bê kirin û kar bo bazarekî hevbeş û yekîtiyeke gumrikî bê kirin ku berjewendiyên Herêmê biparêze. Di dawiyê de, pêwîst e Herêm navê xwe bo «Konfîderasyona Herêma Kurdistana Iraqê» biguherîne bo ku pêgeha wê ya navdewletî bihêztir bibe û destûra xwe ya taybet bi cureyekî pesend bike ku tu amajeyek tê de nebe bo paşkoyetî an jî jêrdestiyê li beramber desthilata navendî ya Bexdayê.
Ji ber êrîşên berdewam ên milîsên derveyî yasayê yên şîe bo ser Herêma Kurdistanê, nirxandina we bo bêdengiya Bexdayê li ser parastina Herêmê çi ye? Û li gorî yasayên navdewletî, Kurdistan çi mafekî berevaniya ji xwe kirinê li beramber wan grûpên çekdar heye?
Bêdengiya Bexdayê nîşana razîbûn, bêdeshelatî an jî desttêwerdanê ye di êrîşan de. Hikûmetek nekaribe hemwelatiyên xwe biparêze, şerîyeta wê wek dewlet namîne. Bexda divê yekalî bibe; gelo serbixwe ye an tenê paşkoyekî bêdeshelat ê Îran û Amerîkayê ye? Herêma Kurdistanê li gorî destûrê xwedî desthilata temam e bo dabînkirina ewlehiya xwe û mafê rewayetî di çarçoveya yasayên navdewletî de heye ku bo berevaniya ji xwe, pena bibe ber her havkariyeke derve.
Gelo Bexdayê saziyên dewletê wek dadgeh û artêş kiriye çek bo hilweşandina sîstematîk a qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û lawazkirina pêgeha Pêşmerge?
Pir bi sadeyî, belê. Herêma Kurdistanê piştî sala 2005an ve çendîn car hewla serlenû rêkxistin û destpêkirina têkiliyên xwe daye, lê bê encam bûye. Her ji ber vê ye ku pêwîst e niha Kurdistan li pey rêyeke nû bigere.
Wek şarezayek, nirxandina we bo rola stratejîk a Serok Barzanî û hemahengiyên wî ligel nûnerê Amerîkayê çi ye, bo parastina destkeftên Kurd li Rojava û rêgirtin li karesateke mirovî û siyasî li Sûriyê?
Kurdên Rojava, bi taybetî bala nêzîkî PKK, ji ber bawerbûna zêde bi îdeolojî û sawîlkeyî (sadeyî) li beramberî sozên hatî dayîn, tûşî şaşiya siyasî bûn. Hevpeymanên wan ên ereb bi lez pişt kirinê û nekarîn tew mafên zimanî jî biparêzin. Di vê navberê de, Serok Mesûd Barzanî hemû hewla xwe da bo rêgirtin li karesateke mirovî ya mezin. Di niha de seqamgiriya Sûriyê di metirsiyê de ye û tê pêşbînîkirin ku dîktatoriyeke nû ya erebî ya sunne bi piştgiriya Tirkiyê li ser kavilên Beisê ser hilde. Xiyaneta Trump li Kurdên Sûriyê hişyariyeke tirsnak e û pirsa cewherî ew e: gelo tu hêviyek bo berevajîkirina vê rewşê maye?
Hewlên dîplomatîk ên Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di navbera Fransa, HSD û Sûriyê de, heta çi astê dikarin garantiya navdewletî bo maneya qewareya siyasî li Rojava misoger bikin?
Birêz Nêçîrvan Barzanî dîplomatkarekî gelek jêhatî û xwedî ezmûneke siyasî ya dewlemend e. Heke tenê yek kes hebe ku şiyana bidestxistina serkeftina dîplomatîk di nav van kêşeyên aloz de hebe, bi piştrastî her ew e. Ji ber ku Serok Macron heta nîsana sala 2027an di desthilatê de dimîne, gelek girîng e her destkeftekî dîplomatîk ê ku bi havkariya wî tê bidestxistin, bi şêوەyekî demdirêj û cihê baweriyê bê misogerkirin. Herwiha hewl bê dan piştgiriya welatên din ên endam di Yekîtiya Ewropayê de jî bo bê bidestxistin, da ku garantî giştgirtir bin.
Lê belê, rastiyeke tal heye ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi aqiliyeteke navendgera ya tund kar dike û federalîzmê tenê wek cudaxwazî û herşeyekê dibîne. Serkirdeyên vê hikûmeta nû tu dîrokek yan mîrasek di rêzgirtina li mafê pêkhateyên cuda (çi olî, neteweyî an zimanî) nînin û bi tundî tekez li ser dirûşma «Yek Netewe» dikin. Ji ber wê, parastina qewareya Rojava di bin vê barûdoxa siyasî û meydanî de erkeke gelek giran e, bi taybetî ku em dibînin Efrîn ji aliyê tirkan ve hat paktawkirin û artêşa Sûriyê jî di kantonên din de cih girtiye.
Wek pisporekî navdewletî, bi berçavgirtina herşeyan li ser Herêmê û Rojava, îdareya nû ya Amerîkayê divê çi guhartineke stratejîk di asta muamelekirinê de encam bide bo naskirina Kurd wek hevpeymanekî herêmî yê gelek girîng?
Îdareya Trump bi wê yekê tê naskirin ku peyrewiya siyaseteke derve ya cîgîr nake û pir nayê pêşbînîkirin, belku şanaziyê jî bi vê nacîgîriyê dike. Di demekê de ku heke Amerîka bixwaze hevpeymanekî rastîn û dilsoz di navçeyê de hebe, bêguman Kurdên Iraqê guncawtirîn bijarde ne. Lê ezmûna tal a sala 2017an û reftarên Rex Tillerson nîşan dan ku Amerîkayê rê da çarenivîsa gelê Kurd li Kerkûk û navçeyên dabeşkirî di meydana cengê de li berjewendiya milîsên şîe û Îranê bê yekalîkirin. Ji ber wê, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdiviyeke wê ya jiyanî bi hevbeşiyeke stratejîk a zelal û piştgiriyeke destûrî ya aşkere heye ji aliyê Amerîkayê ve. Di nebûna piştrastiyeke wiha de, pêwîst e Kurd herdem di lûtkeya amadebaşiyê de bin. Dibe ku neyê zanîn îdareya Trump yan rejîma Xamenêyî kîjan temenê wan dirêjtir dibe, lê rastiya nayê veşartin ew e ku nîştimana Fars her wek cîranê herdemî yê Kurdistanê dimîne. Ev jî wiha dike ku Herêma Kurdistanê neçar bibe bi dîtineke stratejîk a gelek kûr û demdirêj muamele bike.
Wek pisporek di darstya sînoran de, gelo parastina Herêmê ji bo Rojava nîşana gihiştina nasyonalîzmeke derbasbûyî ya sînoran e, ku rêgir be di wê de ku welatên navçeyê êdî bi hêsanî parçeyên Kurdistanê ji hev veneqetînin û wan goşegîr (îzole) nekin?
Bi şêوەyekî giştî, piraniya Kurdan biryara xwe ya siyasî dane û piştgiriya wan partiyan dikin ku xebatê bo bidestxistina mafê otonomî û xwebirêvebirinê dikin di her çar welatên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê de. Herçend piraniya Kurdan di kûrahiya dilê xwe de daxwaza serbixweyî û pêkanîna Kurdistana Mezin dikin, lê ev xewn pêk nayê meger di haletekê de ku her çar dewletên serdest bi hev re heras (hilweşîn) bînin yan nemînin.
Ji ber wê, aqilanetirîn siyaset bo Kurd di niha de ew e ku doza otonomiyê di her çar parçeyan de bi cuda ber bi pêş ve bibin û hemdem kar bo duristkirina têkiliyên stratejîk û saziyî di navbera sînoran de bikin, bi cureyekî ku azadiya hatûçûna mirovî, bazirganî û pevguhartina perwerdeyî pêk bê. Di ser her tiştî re jî, divê bê zanîn ku Herêma Kurdistanê mezintirîn destkeftê siyasî yê gelê Kurd e di sedsala borî de. Lewma parastina vê qewareyê û dabînkirina ewlehiya hemwelatiyên wê, divê ewlewiyeta herî pêşî ya hemû hêz û partiyên siyasî be.
Wek pisporekî zanistên siyasî, gelo şikesta Iraqê û aloziya Sûriyê, Kurd ber bi serbixwebûnê ve dibe, yan hîna dijwariyên mezin bo serkeftina Kurd di çarçoveya sînorên Sykes-Picot de bi formateke nû mane?
Pirsa gihîştina bi serbixwebûna neteweyî, babetekî aloz û tije tehedî (dijwarî) ye. Dîroka siyasî ji me re dibêje: ev armanc bi giştî ji sê rêyên sereke pêk tê. Yekem: di rêya hilweşîn û herashanîna împeratoriyên mezin, wek ya ku di ezmûna împeratoriya Habsburg, Qeyserên Rûsya û pişt re jî Yekîtiya Sovyet de me dît. Duyem: di rêya proseya «biçûkkirina dewletê» (Down-sizing), gava dewleta navendî ji ber têçûna zêde yan fişara siyasî biryar dide ku destbeşek ji axa xwe bibe, mîna vekişîna Fransa ji Cezayîr û Brîtanya ji piraniya axa Îrlandayê di sala 1922an de. Sêyem: di rêya rêkeftina siyasî û encamdana referandumeke naskirî bo mafê çarenivîsê.
Di çarçoveya van hevkişanan de, pêwîst e Kurd nirxandineke hûr bo pêgeha Îranê bike. Gelo dibe wek împeratoriyeke modern bê dîtin ku li ber sînorê hilweşînê be? Herçend nîşane nezelal in, lê ev ihtîmaleke vekirî ye. Derbarê Iraqê jî, hîna gumaneke mezin heye li ser wê ku gelo aliyên erebî amade ne bo «biçûkkirina dewletê». Dibe ku hinek alî razî bin bi serbixwebûnekê ku tenê sînorên niha yên Herêmê bigre, bi wî mercî ku Kurd destberdary Kerkûkê bibe û rezamendiya Tirkiyê jî bi dest bixe. Lê ezmûna sala 2017an nîşan da ku ereb hîna amadeyî sazişeke wiha nînin. Di Sûriyê de jî, guhertina rejîma Beisê bo opozîsyoneke sunne, hêviyekî ewqas bo otonomiya Kurd neaniye, çunke ew jî xwedî heman dîtina navendgerayiyê ne. Ji ber wê Kurd di rewşeke gelek hestiyar de ne û pêwîst e bi hişyariyeke zêde manovra bo bidestxistina herî zêde otonomî bikin û heman ew gumana ku ji dijminên xwe heye, li beramber hevpeymanên xwe jî hebe, çunke berjewendî herdem di guhertina berdewam de ne.
