Dr. Alice Valdesalici, lêkolînera payebilind li Enstîtuya Federalîzma Berhevdar a ser bi Navenda Lêkolînê ya Eurac ji bo Gulan: Aliyekî giring ê federalîzmê hukumraniya hevbeş e
Dr. Alice Valdesalici, lêkolînera payebilind li Enstîtuya Federalîzma Berhevdar a ser bi Navenda Lêkolînê ya Eurac ji bo Gulan: Aliyekî giring ê federalîzmê hukumraniya hevbeş e
Alice Valdesalici, lêkolînera payebilind e li Enstîtuya Federalîzma Berhevdar a ser bi Navenda Lêkolînê ya Eurac. Berê li Enstîtuya Serbixwe ya Lêkolînan li Barselonayê û her wiha li Enstîtuya Almanî ya ji bo Lêkolînên Birêvebirina Giştî kar kiriye. Di sala 2016an de bawernameya doktorayê di warê yasaya destûrî ya Îtalî de li Zanîngeha Veronayê bi dest xistiye. Di lêkolînên xwe de giringiyê dide mijara federalîzma darayî, lêkolînên federalî û herêmî, û nûjenkirin ile afirîneriya saziyî. Gulan hevpeyvînek bi wê re encam da, ku pirtir girêdayî mijara federalîzmê û karîgeriya vê sîstemê di birêvebirina piralîbûnê û mekanîzmayên dabeşkirina dahatê di navbera hikûmeta navendî û herêmên federal de bû.
Gulan: Di destpêkê de em dixwazin bi vê pirsê dest pê bikin: Li gorî nêrîna we, federalîzm wekî amûreke destûrî heta çi radeyê di birêvebirina firehiya çandî û aborî de karîger e? Ma li gorî lêkolînên we, rêkarekî diyarkirî heye ku bibe sedema bihêzkirina sîstemên federalî di civakên piralî de?
Dr. Alice Valdesalici: Di rastiyê de firehî (piralîbûn) bingeha lojîkî ya federalîzmê ye û divê cudahî û otonomî mil bi milê hevkarî û lihevhatinê hebin. Ji ber ku heger yek ji van her du aliyan li ser yê din zal bibe – yanî otonomiyeke mutleq bêyî lihevhatin û hevkariyê, yan jî yekbûneke mutleq bêyî hebûna otonomiyeke rastîn – hingê prensîba federalî ji nav diçe. Di heman demê de, karîgeriya sîstemên federalî di îdarekirina firehiya çandî û aborî de li gorî cudahiya dewlet û civakan diguhere.
Federalîzm wê demê serkeftî dibe ku civakên zimanî, çandî û neteweyî di çarçoveyeke cografî de kom bibin, destûr jî wekî pêkhateyeke rewa ya sîstema siyasî li wan binêre, ne wekî gefekê ji bo ser yekparçeyiya xaka welat. Lê belê, her di bin van mercan de jî, federalîzm rasterast nabe sedema kêmkirina daxwaza cudabûnê. Tiştê ku bandoreke aramker heye, dabînkirina xwerêveberiyeke watedar e ku bi rêya destûrê parastî be û di heman demê de mekanîzmayên hevkariyê li dar bin. Ev aramî pirtir tê çespandin heger nakokî bi rêya deselata dadwerî û di nav prose û saziyên hikûmî de werin çareserkirin; ew jî bi garantîkirina qada pêwîst ji bo diyalog, tawîz û çareserkirina nakokiyan. Ev rêkar dibin sedema xurtkirina rewayî û nermbûna sîstema federalî. Pirsgirêka bingehîn, afirandina hevsengiyekê ye di navbera otonomî û hevkariyê de, ku ev hevsengî li gel mercên welat were guncandin. Mebesta min ew e ku şêvazekî diyarkirî nîne ku ji bo hemû civak û rewşan guncaw be; divê her civakek sîstemeke federalî ya hevseng û taybet bi xwe ava bike, bi berçavgirtina mercên dîrokî, siyasî, aborî û civakî.
Gulan: Di nav lêkolînên we yên derbarê federalîzmê de, hûn behsa têkiliya aloz a di navbera otonomî û lihevhatinê de dikin, bi taybetî di pêwendiya bi mijara darayî û dabeşkirina dahatan de. Sîstemên federalî çawa dikarin rêkarên darayî yên wisa bigirin da ku xwerêveberiya herêman ji nav neçe?
Dr. Alice Valdesalici: Ji perspektîfeke destûrî û berhevdar, ev mijar giringiyeke wan a taybet ji bo têkiliyên darayî yên di nav sîstemên federalî de heye. Mebesta min serkeftina rêkarên darayî ye di parastina hevsengiya girêdayî otonomî û lihevhatinê de, ku di heman demê de bikaribe aramiyê biparêze û nakokiyan di çarçoveya rêkarên destûrî de çareser bike. Lê encam di nav sîstemên federalî de cuda ne, bi taybetî di wan mercan de ku cudahî û neyeksaniyeke aborî tê de heye.
Her çi be, tevî hebûna çendîn çareseriyên cuda, faktorekî yeklîker heye ji bo serkeftina van rêkaran: Ew rola ku ji herêmên federal re tê dayîn ji bo darstina tiştê ku jê re tê gotin "rêzikên lîstikê". Ango dema ku herêmên federal beşdariyeke watedar di darstina wan bend û xalên destûrî de dikin ku têkiliyên darayî rêk dixin, û yên ku pêwendiya wan bi mekanîzmayên dabeşkirina dahatê ve heye, hingê rewayiyeke zêdetir ji bo sîstema federalî çêdibe.
Derketina nakokiyan tiştekî jêneneger e, lê giring ew e ku li gorî rêkarên saziyî û di çarçoveya sînorên destûrî de werin çareserkirin. Di vê derbarê de, Awistralya mînakeke zelal e ku hebûna binyada saziyî bûye sedema aramkirina sîstema federalî. Li wir hevsengiya darayî wekî mijareke teknîkî tê dîtin û radestî komîsyoneke serbixwe hatîye kirin. Lê li Hindistanê rewş berevajî ye; beşdariya herêmên federal di darشتina rêkarên darayî de lawaz e, ev jî di sîstemeke federal a bi cudahiyên mezin ên çandî û aborî de, dibe sedema alozî û nakokiyên siyasî ku carinan sînorên destûrî derbas dikin.
Gulan: Hûn pir tekezî li ser giringiya nûjenkirina saziyî û hevkariya di navbera hikûmeta navendî û herêmên federal de dikin di pêwendiya bi girtina biryaran de. Ma têgehên klasîk ên destûrî yên girêdayî federalîzmê, ketine bin bandora mekanîzmayên nefermî? Ev yek heta çi radeyê li ser mijara berpirsyariya demokratîk bandor kiriye?
Dr. Alice Valdesalici: Di rastiyê de afirînerî û nûjenkirina saziyî û hevkariya di navbera herêmên federal û hikûmeta navendî de, du aliyên bi hev ve girêdayî yên federalîzmê ne. Federalîzm dibe sedema xurtkirina firehiya demokratîk û herêmên federal dikarin rasterast bersiva daxwazên xelkê xwe bidin.
Ji aliyê din ve, hebûna çend herêman bi xwezaya xwe nakokiyên girêdayî hevkariyê diafirîne. Têkiliyên darayî wek mînak; sîstemên federal divê yekitiya neteweyî biparêzin û nehevsengiya darayî çareser bikin. Ji bo vê yekê, torên berfireh ên mekanîzmayên diyalogê pêş dixin. Li vir alozî di navbera karîgerî û berpirsyariya demokratîk de derdikeve.
Di pratîkê de, têkiliyên darayî piranî di destê "deselata cîbicîkar" (hikûmet) de ne. Bi zêdeyî hikûmet, ne parlamen, gotûbêjên dabeşkirina dahatê û budceyê dikin, ji ber ku ev mijar teknîkî û aloz in. Li Kanadayê, her çend destûr behsa yeksankirina dahatan dike, lê detay di gotûbêjên navbera hikûmeta federal û herêman de têne birîn. Parlamen tenê biryarên ku berê li ser hatine lihevkirin pesend dikin. Ev proseya nefermî, qada berpirsyarî û çavdêriya demokratîk teng dike. Ev rewş li Awistralya, Almanya û Îspanyayê jî heye.
Bi kurtî, federalîzm ji aliyekî ve dêmokrasiyê bi rêya xwerêveberiyê xurt dike, lê ji aliyê din ve "hukumraniya hevbeş" deselata cîbicîkar (hikûmetan) li ser hesabê parlamenan bihêz dike. Pirsgirêka bingehîn ne hebûna van gotûbêjan e, belku kêmtiyên di şefafiyetê de ne. Dema biryar li pişt deriyên girtî werin girtin û parlamen tenê bibin "mor", hingê çavdêriya demokratîk lawaz dibe.
