Artêşa Îsraîlê: Me hejmarek pêgehên Hizbulahê yên li Lubnanê bombebaran kirin
Îro 28.02.2026ê çapemeniya Lubnanê ragehand, frokeyên artêşa Îsraîlê çend navçeyekî Lubnanê bombebaran kirine, ji wan jî Tufah, Burxiz û Luzêre hatine bombebaran kirin.
Vê derbarê de artêşa Îsraîlê ragehand: '’Binesaziya Hizbulahê ya li başûrê Lubnanê hatiye bombebaran kirin û ew êrîş bersiveke bo Hizbulahê, ji ber ku agirbest şikandin.’’
Artêşa Îsraîlê got: '’Îsraîl di êrîşên xwe yên li ser Hizbulahê de dê berdewam be.’’
Derbarê ziyanên êrîşa vê carê yên Îsraîlê bo ser Lubnanê de hîn ti zanyariyên bi hûrgilî nehatine aşkera kirin.
Basnews
