• Thursday, 07 May 2026
logo

Ji bo hilbijartinên li parêzgeha Hesekê Komîteyeke Dadwerî hat avakirin

Ji bo hilbijartinên li parêzgeha Hesekê Komîteyeke Dadwerî hat avakirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji bo şopandina gilî û gazinan li herêmên Hesekê, Qamişlo û Dêrikê, komîteyeke taybet a dadwerî ava kir.

Li gorî ajansa “SANA” a Sûriyeyê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Encûmena Gel, îro 6ê Gulana 2026an, biryara jimare 16 a sala 2026an ragihand. Ev biryar wekî beşek ji amadekariyên dawî yên ji bo proseya hilbijartinan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya ku Komîsyonê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, komîteya dadwerî bi serokatiya Dadwer Mihemed Qasim Nasir û endametiya Dadwer Selîm Ebdulxenî El-Husên Dadwer Îbrahîm Mehmûd El-Şerîf e

Erkê serekî ya vê komîteyê ew e ku li seranserê herêmên hilbijartinê yên parêzgeha Hesekê (Hesekê, Dêrik û Qamişlo) li gilî û gazinên li ser hilbijartinên endamên Encûmena Gel vekole. Komîte dê li gorî rêkarên qanûnî biryarê li ser hemû kîşeyên teknîkî û yasayî yên di dema hilbijartinê de derdikevin bide.

Komîsyona Bilind destnîşan kir, ji bo hêsankirina karûbarên welatî û namzedan, li avahiya Dadgeha Hesekê navendeke taybet hatiye vekirin da ku gilînameyên têkildarî proseyê werin wergirtin.

Ev pêngav bi armanca misogerkirina şefafiyet û dadweriya hilbijartinan hatiye avêtin. Komîsyonê diyar kir ku biryar ji bo hemû aliyên peywendîdar hatiye şandin da ku demildest were cîbicîkirin.

 

K24

Top