Li Parlamena Ewropayê konferanseke taybet li ser Kurdan tê lidarxistin
Bi armanca xurtkirina pêgeha Kurdistanê di qada navdewletî de û pêşxistina lobiya Kurdî, li avahiya Parlamena Ewropayê ya li Brukselê konferanseke berfireh bi beşdariya parlamenterên Ewropî û nûnerên dîasporayê dest pê dike.
Li paytexta Belcîka, Brukselê, di bin sîwana Parlamena Ewropayê de îro Konferansek ji aliyê Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî ve tê organîzekirin û tê de gelek kesayetên siyasî yên Ewropî û Kurd amade dibin.
Li gorî bernameya konferansê, di destpêka vekirinê de dê peyama Serok Mesûd Barzanî ji bo beşdaran were xwendin. Armanca sereke ya vê kombûnê ew e ku lobiya Kurdî li navendên biryardanê yên cîhanê were xurtkirin û dengê gelê Kurdistanê bi awayekî fermîtir bigihe parlamenterên Ewropayê.
Tê çaverêkirin ku di konferansê de li ser çendîn dosyayên girîng ên têkildarî Herêma Kurdistanê, Iraq û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn were sekinandin. Beşdar dê balê bikişînin ser pêgeha stratejîk a Kurdistanê û peywendiyên dîplomatîk ên bi welatên Ewropayê re.
Konferans îro saet 15:00an (bi dema Hewlêrê) dest pê dike. Hejmareke berçav a parlamenterên Ewropî, nûnerên Kurdên dîasporayê û çavdêrên siyasî di konferansê de amade dibin, da ku li ser siberoja peywendiyan û piştgiriya navdewletî ya ji bo Kurdistanê gotûbêjan bikin.
K24
