Lavrov û Rubio rewşa cîhanê û peywendiyên Mosko û Waşintonê nîqaş kirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de li ser rewşa cîhanê û bizavên parastina xetên peywendiyê yên di navbera her du welatan de nîqaş kirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi rêya telefonê axivîn.
Wezareta Derve ya Rûsyayê herwesa ragihand ku, her du aliyan di nav nîşqaşên xwe de behsa rewşa niha ya karûbarên navneteweyî û aloziyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de kiriye.
Her li gorî wê daxuyaniyê, wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê ji bilî nîqaşkirina rewşa cîhanê, herwesa behsa bernameya peywendî û hevdîtinên dualî yên di navbera xwe de ji bo paşerojê jî kirine.
Wezareta Derve ya Rûsyayê tekez li ser wê yekê jî kir ku peywendiya telefonî ya di navbera Lavrov û Rubio de "avak er û kiryarkî" bûye, ev yek jî nîşana bizavên her du aliyan ji bo parastina xetên peywendiyê di vê qonaxa hestiyar a cîhanê de ye.
Peywendiyên di navbera Mosko û Waşintonê de li ser gelek mijarên navneteweyî yên mîna aloziyên jeopolîtîk û ewlehiyê di asteke aloz de ne. Lê berdewamkirina peywendiyên dîplomatîk û danûstandinên rasterast ên wezîrên derve, ji bo pêşîgirtina li zêdetir aloziyan û birêvebirina qeyranên cîhanî xwedî girîngiyeke mezin e.
K24
