43 mîlyon bermîl petrola Iraqê li Tengava Hurmizê asê mane
Daneyên çavdêriya keştiyan û bazarê aşkere dikin ku bireke zêde ya petrola xav a Iraqê li ser keştiyên li rojavayê Tengava Hurmizê sekinîne, kom bûye. Ev yek ji ber êrîşên li ser keştiyan û berdewamiya astengiyên li ser vê rêya stratejîk e.
Li gorî zanyariyên çavdêriya liv û tevgera deryayî, nêzîkî 163 mîlyon bermîl petrola xav a welatên Kendavê li rojavayê tengavê asê mane ku 43 mîlyon bermîl ji wan tenê petrola Iraqê ye.
Sedema vê krîzê ji bo astengiyên proseyên derbasbûnê û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê li Tengava Hurmizê vedigere ku hiştiye kompaniyên veguhastinê geştên xwe kêm bikin an jî paş bixin.
Kombûna van barên petrolê zexteke giran dixe ser Iraqê; ji ber ku şiyana welat a depokirina petrolê sînordar e û ti rêyên din ên alternatîf ji bo hinardekirinê li dervayî Kendavê nîn in.
Ji 3ê Gulanê ve, çar keştiyên bazirganî û navenda petrolê ya "Fuceyre" li Îmaratê rastî êrîşan hatine. Van rûdanan metirsiyên di bazaran de zêde kirin û bûn sedema bilindbûna lêçûnên veguhastina deryayî û bihayê sîgorteya barên petrolê.
K24
