• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlamentera Ewropayê: Me derfeteke zêde da hikûmeta Sûriyeyê û êdî bes e

Gulan Media February 14, 2026 Nûçe
Parlamentera Ewropayê: Me derfeteke zêde da hikûmeta Sûriyeyê û êdî bes e

Dema ku vê hefteyê gelek kesan li Parlamentoya Ewropayê dît ku Abir El-Sahlani bi cilûbergên Kurdan diaxive û ji ber piştdana li Kurdistanê ya Ewropiyan şermezar dike, wan wa zanî ku ew Kurd e; paşê derket holê ku ew Ereb e û ji Kurdan hez dike.

Abir El-Sahlani derbarê lixwekirina cilûberên Kurdan got, "Ji bo min piştgiriya doza Kurdan û xelkê Kurdistanê ji pabendbûna bi protokolan gelekî girîngtir e."

El-Sahlani û hevalên wê yên din vê hefteyê serkeftî û dilxweş bûn ku karî biryarnameyekê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Parlamentoya Ewropayê bi dengên piraniyê derxînin.

Endama Parlamentoya Ewropayê Abir El-Sahlani ku bi eslê xwe Ereba Îraqê ye, di hevpeyvînekê de li gel Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Hêmin Ebdulah, bi xwebawerî dibêje, "Divê Kurd bibin xwediyê mafê biryardana li ser çarenivîsa xwe" û diyar dike ku ew ji bo serxistina vê yekê kar dike.

"Zarokên min nîv Kurd in"

El-Sahlani dibêje ku piştgiriya wê ya ji bo Kurdistanê destpêkê ji ber baweriya wê ya bi rewayiya dozê bûye lê piştî ku bûye bûka Dihokiyan û zarokên wê nîv Kurd û nîv Ereb in, ev piştgirî bûye mijareke malbatî jî.

El-Sahlani derbarê xebata Kurdan a ji bo mafê çarenivîsê amaje bi wê yekê kir, "Her tim yek ji wan mijaran bû ku li mala me li ser maseya şîvê nîqaş li ser dihat kirin."

Her wiha metirsiya DAIŞê wekî "gelekî rastîn" bi nav dike û dibêje, "Metirsî ne tenê leşkerî ye, di heman demê de îdeolojîk e."

Hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Endama Parlamentoya Ewropayê Abir El-Sahlani:

Rûdaw: Were em behsa helwesteke te ya gelekî sembolîk bikin ku vê hefteyê li nav Parlamentoya Ewropayê û di dema nîqaşê de te kir û cilûbergên Kurdan li xwe kiribûn. Te ev yek di nav wan kesan de kir ku qat li xwe kiribûn û li vir di vê avahiyê de protokolên dîplomatîk jî hene. Peyama te çi bû û çima te wisa hizir kir ku divê wê rojê cilûbergên Kurdan li bejna te bin?

Abir El-Sahlani: Ji bo min piştgiriya doza Kurdan û xelkê Kurdistanê ji pabendbûna bi protokolan gelekî girîngtir e. Dema min dît ku di vexwendinnamenya nîqaşê de bi ti awayî navê Kurdan an Herêma Kurdistanê nehatiye, ji bo min girîng bû ku bala hemûyan bikşînim ser meseleya herî girîng. Ew jî Kurd in.

Rûdaw: Me bihîst ku te digot Kurd her tim dibêjin `Tenê çiya dostên me ne lê bizanin ku em jî li vir hene.` Mebesta te ji gotina "bi kiryarên şênber" çi ye?

Abir El-Sahlani: Ji bo min girîng bû ku bînim bîra Parlamentoya Ewropayê ka Kurd çi dibêjin û çi kirine. Her kes haya wî ji dîroka xebata wan a ji bo azadî û serxwebûnê nîne. Min xwest ev mala demokrasiyê wê yekê bi bîr bîne ku gelê Kurd çi qurbanî dane. Ev jî çendîn dehsale ne û ne tiştekî nû ye. Her wiha min dixwest Komîsyona Ewropayê jî han bidim ku tiştên pratîk bikin.

Tu dizanî, hemû kesên li vir piçekî pê ne xerab bû dema Şer (Ehmed Şer/Colanî) hat ser hukm li Sûriyeyê, ji ber ku wiha dihat fikirîn madem Beşar Esad nemaye, belkî aştî pêk were. Lê ev ji nêrîna berjewendiyên Ewropayê ve bû û hizir li berjewendiya xelkê wir nehatibû kirin.

Çimkî her kes fêm dike ku hatina şerkerekî berê yê Îslamî ji bo ser hukim, garantiyeke baş nîne ji bo avakirina civakeke demokratîk bi beşdariya hemûyan. Axir eger ew prensîb wekî îdeolojî di te de nebin û tu baweriyê pê neynî, tu nikarî wan ava bikî.

Loma girîng e ev yek were bîra dezgehên Ewropî, bi taybetî jî yên ku karûbarên derve bi rê ve dibin. Ya rastî daxuyaniyên Ewropayê yên di vê derbarê de gelekî bêalî bûn lê tiştên pêwîst kiryarên şênber in.

Wekî mînak, ji bo dayîna wê pereyê zêde bi Sûriyeyê, divê Yekîtiya Ewropayê daxwaza rawestandina şer bike li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê. Ji aliyekî din ve jî dawiyê li wê dorpêçê bîne ku êşeke mirovî ya gelekî dijwar dirust kiriye.

Rûdaw: We dengê xwe da biryareke parlamentoyê ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Bi ya te biryareke vê parlamentoyê dikare bibe "diranekî tûj" ji bo ku rê li ber komkujiya Kurdan li Sûriyeyê bigire?

Abir El-Sahlani: Ez bawer im dikare bibe alîkar.

Rûdaw: Dikare bibe alîkar?

Abir El-Sahlani: Dikare bibe alîkar, ji ber ku em tenê saziya fermî ya Ewropî ne ku rasterast ji aliyê welatiyan ve hatine hilbijartin, wekî nûnerê wan. Berpirsên Komîsyon û Konseya Ewropayê hatine tayînkirin lê em rasterast hatine hilbijartin. Her wiha yên ku kar û barên me yên derve bi rê ve dibin gelekî guh didin wê yekê ku em li parlamentoyê çi cor peyamekê ji wan re dişînin. Loma baweriya min ew e ku ev dikare gelekî bibe alîkar.

Rûdaw: Yekîtiya Ewropayê kîjan amûrên zextê di dest de ne da ku li hemberî hikûmeta Şamê bi kar bîne?

Abir El-Sahlani: Balyozxaneyên me li wir in. Her wiha Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê jî li wir heye. Di ser hemûyan re tiştê di destê me de ew pere ye ku em didin wê hikûmetê. Ev şiyana me ye lê ez bawer im bihevrekarkirina me ya li gel wan welatên ku wekî me hizir li Sûriyeyê dikin jî girîng e. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî zextê li Sûriyeyê dike.

Rûdaw: Divê Sûriye kîjan mercan bi cih bîne û kîjan garantiyan bide da ku Ewropa pereyan ji wan re bişîne?

Abir El-Sahlani: Gelekî girîng e ku agirbest hebe û garantiyê bidin ku ti êrişa leşkerî nakin ser wan deveran û pêkhateya Kurd a li wir. Her wiha dorpêç werin rakirin û rê bidin alîkariya mirovî biçin wê derê. Da ku xelk li wan deveran ji serma û birçînan nemirin. Ev gelekî gelekî girîng in. Her wiha divê li wan welatên ku Kurd ber bi wan ve direvin, navendên pêşwaziyê hebin. Li wan navendan alîkariya wan bikin. Wekî cil û berg û xwarinê. Her wiha alîkariya wan bikin ji bo avêtina pêngavên piştre.

Rûdaw: Di dema nîqaşê de guhê min li hinek endamên Parlamentoya Ewropayê bû digot, divê em şans bidin Şer (Serokkomarê niha yê Sûriyeyê) da ku aştî û aramiyê li Sûriyeyê pêk bîne. Çima şansekî nadinê?

Abir El-Sahlani: Ez hez dikim şans bidim kesekî ku bi rastî dixwaze tiştekî bike û di nirxên hebûna civakekê ji bo hemûyan digihîje. Cihê ku hemû pêkhate parastî bin. Wate hem ew bi xwe û hem mafên wan werin parastin û parêzgarî li wan were kirin. Her wiha rê were dayîn ku ew jî li ser maseya biryardanê bi awayekî wekhev rûnin.

Ji bo serkirdeyekî siyasî yê wiha ez dixwazim ne şansekî, belkî sê şansan jî bidimê lê Serokê Sûriyeyê di wan mehên borî de têra xwe şans jê re hat dayîn. Zêdetirî salekê ye. Zêdetirî salekê ye em pereyan didinê. Lê em dibînin ku ew tawan li hemberî gelê Kurd tên kirin û li gel pêkhateyên din jî hatine kirin. Naxwe ew yan şiyana wî ya serokatiyê nîne yan jî hikûmeta wî bawerî bi wê nîne ku em daxwaz dikin.

Rûdaw: Ez ji hinek xelkê li vir û di nav medyaya Rojava de jî dibihîzim dibêjin, partiyên çep û Xiristiyan zêdegaviyê dikin. Di wê yekê de ku ji bo Ewropayê behsa metirsiya vegera çekdarên DAIŞê, ji ber ku ew niha ji aliyê Şam û hikûmeta Îraqê û hîn jî ji aliyê HSDyê û dibe ku di paşerojê de ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî hatibin kontrolkirin. Ew dibêjin, metirsî ne rast e û ew vê yekê bi kar tînin da ku di nav parlamentoyan de nimayîşê bikin. Tu li ser vê çi dibêjî?

Abir El-Sahlani: Yên ku vê dibêjin, tenê ji wê ditirsin ku koçber bên vir. Divê tu wê bizanibî ku hinek siyasiyên rastgir hene ku dibêjin, bi her nirxî be, heta bi encamdana komkujî û jînosîdê jî be, divê rê li xelkê Rojhilata Navîn were girtin ku wekî penaber bên Ewropayê. Ew wisa ji xelkê Rojhilata Navîn ditirsin. Tiştekî din ji bo wan ne girîng e... Metirsiya DAIŞê gelekî rastîn e. Metirsî ne tenê leşkerî ye, belkî îdeolojîk e.

Belgeyek jî ji bo gotina min ew e ku 300 çekdarên DAIŞê li Swêdê ji dayîk bûbûn û mezin bûbûn, her wiha çûbûn dibistan û baxçeyê zarokan, li Swêdê zewicîbûn û hemû jiyana xwe li Swêdê derbas kiribûn. Ew çima ji bo DAIŞê şer dikirin? Çima ew qewimî? Sedema wê şikestina siyasî ya Yekîtiya Ewropayê ye, ji ber ku rê daye ew tundrew li nav Ewropayê geş bibin.

Her wiha li nav Ewropayê civakên wisa nehatin avakirin ku ji bo hemûyan bin. Wek mînak kesên wekî me ku ji Rojhilata Navîn hatine, em hîs bikin ku bi xêr hatine yan hîs bikin em perçeyek in ji demokrasiyê û yasa me diparêze.

Rûdaw: Te behsa koçberiyê kir. Ew dibêjin, eger em şans bidin Şer, koçberên kêmtir bên Ewropayê. Dibe ku ew rast bibêjin!

Abir El-Sahlani: Tenê ew nîne.

Rûdaw: Ew dibêjin, aramiya li Sûriyeyê hatina koçberên kêmtir li pey xwe tîne...

Abir El-Sahlani: Ew ne tenê hizir li rêgirtina li koçberan dikin, belkî hizir li damezrandina navendên koçberan jî dikin li Sûriyeyê, da ku ji vir xelkê ji bo wê derê dersînor bikin.

Rûdaw: Mebesta te zoneke koçberiyê ye li Sûriyeyê?

Abir El-Sahlani: Belê... Ez hîs dikim ew karesata ku rastgirên tundrew ên Ewropayê tê de ne ev e. Divê em gelekî gelekî agahdarî vê bin ku rastgirên tundrew wisa difikirin. Pêşiyan xweş e alîkariya terorîstekî berê bikin, ne ku alîkariya avakirina demokrasiyeke rastîn bikin.

Rûdaw: Werin em vegerin ser kok û rehên te. Werin em behsa Besrayê bikin. Bê guman bajarekî ciwan e. Dîrokeke wê ya gelekî dewlemend heye. Ez hinekî dîroka malbata te jî dizanim. Xebatkarên rastîn bûn ji bo azadiyê û li dijî dîktatoriyê. Li kêleka vê, hûn li Ewropayê jî xebatê dikin ji bo mafên mirovan û mafên jinan. Ev ne cara yekem e jî ku tu piştgiriya doza Kurdan dikî li nav parlamentoyê û li derve jî. Tiştê ku tu niha dikî ti pêwendiya wê bi wê yekê heye ku tu ji Besrayê hatî yan zêdetir e ji wê?

Abir El-Sahlani: Na na, dibe ku tenê ne Besra be lê ew rastiya ku...

Rûdaw: Mebesta min ew paşxaneya siyasî ya wir e...

Abir El-Sahlani: Bê guman... Bavê min û mamên min û diya min jî. Di bîra min de ye dema temenê min çar sal bû, dayîk û bavê min yekem car cil û bergên herêmî yên Rojhilata Navîn ji min re kirîbûn. Ew cil ên Kurdn bûn. Tu bi xwe dizanî em Ereb in û ti paşxaneyeke me ya Kurd tunebû.

Her wiha xebata Kurd a ji bo mafê çarenivîsê her tim yek ji wan mijaran bû ku li mala me li ser maseya şîvê nîqaş li ser dihat kirin. Ew her tim bûye beşek ji dîroka min, her wiha niha jî, ji ber ku ez bi hevjînê xwe yê Kurd re zewicî me. Xelkê Dihokê ye. Zarokên min jî nîv Kurd in.

Loma berê piştgiriya Kurdan ji bo min şerê baweriyê bû, ji ber ku bi rastî baweriya min bi wê heye ku divê xelk xwedî mafê biryardana li ser çarenivîsa xwe bin. Niha bûye şerekî şexsî jî, ji ber ku zarokên min nîv Kurd in û hevjînê min Kurd e.

Wate malbata min jî Kurd in. Ji xeynî vê meseleyeke sîmbolîk e jî. Kurd her tim wê sîmbolîze dikin ku çawa ji serdema kolonyalîzmê ve heta dîroka nû miamele bi wan re hatiye kirin. Her wiha çawa jibîrkirina wan qedera wan diyar kiriye. Ew jî ku çawa dikare ji aliyê Ewropî û Spîpêstan ve werin jibîrkirin yan werin bikaranîn ji bo armancên wan.

Rûdaw: Xanim El-Sahlani, gelekî spas ji bo vê guftûgoyê. Spas jî ji bo piştgiriya te ya li Kurdistanê.

 

Rudaw

Top