• Monday, 09 February 2026
logo

Îranê şeş ​​sal cezayê girtîgehê da xwediya Xelata Nobelê Nergiz Mihemedî

Gulan Media February 9, 2026 Nûçe
Îranê şeş ​​sal cezayê girtîgehê da xwediya Xelata Nobelê Nergiz Mihemedî

Dadgeheke Îranê cezaneyê nû li ser Nergiz Mihemedî, çalakvana mafên mirov û xwediya xelata Nobel a aşitiyê sepand, ku ji 6 sal girtina li girtîgehê pêktê, bi tohmeta "Civîn û Komploya ji bo Kirina Sûc".

Parêzerê Mihemedî, Mistefa Nîlî, ragehandiye ku ji bilî wê cezayê, Dadgehê biryara 2 sal qedexeya geştkirin û 2 sal dûrxistina bo bajarê Xosif li parêzgeha Xorasana başûr derxistiye, li gel cezayê sal û nîvek bi tohmeta “Çalakiyên probagandayî”.

Wî parêzerî amaje bi wê kiriye ku biryar ne dawî ye û dikare were îtîrazkirin û herwaha xwest ku jina 53 salî ji ber rewşa tenduristiya xwe ya xirab bi kefalet were berdan da ku bikaribe dermankirina bijîşkî werbigire.

 

 

 

Basnews

Top