Serok Barzanî bi peyamekî serxweşî li Elî Ewnî kir
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya dayika endamê Polîtburoya PDKê Elî Ewnî, peyameke sersaxiyê arasteyî wî kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Sibatê ji ber koça dawî ya Heyzeran Silêman, dayika Elî Ewnî, peyameke hevxemiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî li malbat û kesûkarên xanima koçkirî kir.
Peyama Serok Barzanî Waha ye:
"Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Birêz Kak Elî Ewnî
Bi daxeke mezin nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz, xanima Heyzeran Silêman gihişte me.
Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî we, malbat, kesûkar û nasên we dikin û xwe bi hevparê xema we dizanin.
Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku ruhê dayika we ya Xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û aramî û sebrê bibexşîne her kesî."
Basnews
