Herêma Kurdistanê derfeta veberhênanê pêşkêşî bazirganên Siûdî dike
Serokê Desteya Veberhênanê ragihand ku, Herêma Kurdistanê niha navnîşana tenahiyê û navendeka Bazirganiyê ya vekirî li deverê ye. Amaje da wê yekê jî ku, di sala 2025ê de rêjeya veberhênanê mezinbûneka berçav tomar kiriye.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî îro (Yekşem, 8ê Sibata 2026ê) di çarçoveya Korbenda Aborî ya Erebistana Siûdî û Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê di gotarekê de ragihand: Çîroka me di dema 20 salên borî de çîroka xweragirî û avakirinê bû.
Mihemed Şikrî herwesa got: Bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, me dest bi rêyeka stratejîk ji bo tevrengkirina aboriyê kiriye, bi rengekê ku em ne tenê xwe bispêrin enerjî, petrol û gazê, belkî jêrxaneyeka xurt li ser bingeha pîşesazî, çandinî û geştiyariyê ava bikin.
Pêşkeftina veberhênanê tevî krîzan
Serokê Desteya Veberhênanê eşkere jî kir ku, tevî pirsgirêkên aborî yên ku cîhan û dever pê re rû bi rû ne, veberhênan li Kurdistanê zêde bûye û baweriya veberhênerên navxweyî û biyanî zêde bûye.
Mihemed Şikrî herwesa got: Tenê di sala borî de (2025), me bi rengekê serkeftî destûr da zêdetir ji 210 projeyên veberhênanê yên nû bi sermayeyekê ku, ji 4 milyar dolaran derbaz bûye. Ev hejmar jî tenê pere nîne, belkî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî feydeyekê rastîn e.
Nerîna hevpar bi Erebistana Siûdî re
Serokê Desteya Veberhênanê di derheqa têkiliyên bi Erebistana Siûdî re got: Çawa ku Erebistana Siûdî di guhertineka aborî ya dîrokî re derbaz dibe, Herêma Kurdistanê jî eyn înerînê ji bo paşerojê heye. Herwesa got: Armancên me dişibin hev û şiyanên me hev temam dikin.
Serokê Desteya Veberhênanê bang li şîrketên Siûdî kir ku di sê sektorên sereke de bixebitin:
1. Çandinî: Ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê, bi wergirtina feydeyî ji ax, av û keşûhewayê guncayî yê Kurdistanê.
2. Pîşesazî: Bi armanca xweseriyê di kelûpelên avakirina û berhemanînê de.
3. geştyarî: Pêşxistina çiya û havîngehan da ku bibin cihên geştiyariyê yên cîhanî.
Hêsankarî û Qanûna Veberhênanê
Navbirî di dawiya gotara xwe de jî piştrastî da veberhêneran û ragihand: Qanûna veberhênanê li Herêma Kurdistanê wekheviya di navbera veberhênerên navxweyî û yên biyanî de biparêze, lêborîna gumrikî û baca mezin vedigire û azadiya temam dide veguheztina qezenc û sermayeyê ji bo derve û navxweya welat.
Serokê Desteya Veberhênanê tekez jî kir ku, şîrketên navxweyî û odeyên bazirganiyê ji bo hevahengî û çêkirina projeyên hevpar bi veberhênerên Siûdî re amade ne.
Rudaw
