• Friday, 08 May 2026
logo

Li Lubnanê, ji ber hilweşîna avahiyek kevin 9 mirin, 6 kes birîndar bûn

Gulan Media February 9, 2026 Nûçe
Li Lubnanê, ji ber hilweşîna avahiyek kevin 9 mirin, 6 kes birîndar bûn

Li gorî medyaya Lubnanê, avahiyek kevin li taxa Tebbena ya Trablusşam a li bakurê Lubnanê, ji ber sedemek nediyar hilweşiya. Di bûyerê de 9 kesa mirin û 6 kesên din jî birîndar bûn.


Li gor çapemeniya Lubnanê ragehandiye piştî hilweşîna avahiya pênc qatî, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin û dest bi karê rizgarkirina kesên di bin avahiyê de manê kirin.

Şaredarê Trablusşamê Ebdulhemîd Kerîme di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ji ber hilweşîna avahiyê şeş kesan jiyana xwe ji dest dane û heft kes jî birîndar bûne. Kerîmeyê, ku Trablus ji ber hejmareke mezin a avahiyên kevin ên metirsîdar lê hene, ew herêm wek "herêma karesatê" îlan kir, tekez kir ku divê hikûmet, bi hemî saziyên xwe, gavên pêwîst bavêje.

Piştre, hate ragihandin ku 15 kes ji nav kavilan hatine derxistin, şeş kes sax hatine rizgarkirin û neh kes jî mirine.

8 kes di bin kavilan de asê mane

Tîmên rizgarkirinê hewl didin ku bigihîjin 8 kesên ku tê bawerkirin ku di bin kavilan de asê mane.

Di 24ê Çile de, avahiyek 5 qatî li navçeya Kubba ya Trablusşamê hilweşiya; 4 kes ji bin xirbeyan sax hatin derxistin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

 

Basnews

Top