Hikûmeta Federal careke din soza mûçeyan dide xelkê Helebceyê
Ligel birêveçûna rûniştina yekê ya dadgehkirina Ecac, tawanbarê mezin ê zindana Nugreselmanê, careke din mijara soza dayîna mûçeyan ji bo xelkê Helebceyê ketiye rojevê; lê nûnerê rizgarbûyîyên Enfala Helebceyê ji sozên Hikûmeta Iraqê bêhêvî ye û dibêje: "Bi dehan sal e ku Iraq me mijûl dike û soza qerebûkirina qurbanî û zirardîtiyên destê rejîma Beisê bi cih nayîne."
Rêveberê Koç û Koçberan ê Helebceyê Firyad Necmedîn îro (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ew welatiyên parêzgeha Helebceyê yên ku di kîmyabarana sala 1988ê de koçberî Îranê bûbûn û piştî vegera wan ji aliyê rejîma Beisê ve hatine zindanîkirin, divê wekî 'zindaniyên siyasî' bên hejmartin û mûçe bi wan bên dan."
Firyad Necmedîn herwesa got: "Ev çend sal in ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê formek daye me ku gelek şert tê de hene. Ev form girêdayî wan kesan e yên ku ji ber rejîma Beisê awareyî Îranê bûne û di dema koçberiyê de xwediyê 'Karta Spî' û 'Karta Kesk' bûne, an jî nasnameyeke din a koçberiyê û destûra hatin û çûna di navbera kampên Îranê de hebû û navên wan li Neteweyên Yekbûyî (UN) tomarkirî ne. Piştî dagirtina wê formê û piştrastkirina belgeyan ji aliyê konsulxane an balyozxaneyên Îranê ve, wê demê mafê birîna mûçeyan ji wan re çê dibe."
Navbirî herwesa ragihand ku piraniya welatiyên ku ketine ber pêla Enfalê an jî piştî vegera ji Îranê hatine girtin û ji bo zindanên Iraqê hatine veguhastin ew form dagirtiye; lê heta niha navê tu kesî nehatiye daku mûçeyê werbigire.
Nûnerê Rizgarbûyîyên Enfala Helebceyê Mihemed Hewramî jî di vî warî de ji Kurdistan24ê re got: "Li sînorê Helebceyê 1 hezar û 152 kes ji ber rejîma Beisê koçberî Îranê bûn. Piştî biryara 'lêborîna giştî' ya Beisê dema ku ew ji Îranê vegeriyan, careke din ketin ber pêla Enfalê û hatin zindanîkirin. Lê heta niha ne ew hatine qerebûkirin û ne jî mûçe ji wan re hatiye birîn."
Mihemed Hewramî herwesa got: "Piraniya me xwedî kartên spî û kesk ên penaberiyê ne û me formên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê jî dagirtine, lê ev bi dehan sal e hikûmeta Iraqê nekariye qerebûya me bike, me mijûl dike û me di çaverêkirinê de dihêle.”
Navbirî eşkere jî kir: “Ev di demekê de ye ku bi dehan ji me di zindana Nugreselmanê de bi destê Ecac hatine êşandin û bandora wê êşandin îşkenceyê dê heta hetayê li ser beden û derûniya me bimîne."
Zindana Nugreselmanê li biyaban parêzgeha Musennayê ya başûrê Iraqê wekî yek ji navendên herî bitirs ên îşkencekirina Kurdan di dema Enfalê de tê naskirin. Kesê bi navê Ecac, ku berpirsekî wê zindanê bû, bi reftarên xwe yên hovane û êşandina girtiyan di hizira rizgarbûyîyan de maye. Destpêkirina dadgehkirina wî di Gulana 2026ê de careke din birînên kevin ên qurbaniyên Helebceyê û devera Germiyanê nû kirine.
K24
