HISÎÇA - Tabloyên bi Kurdî hatin rakirin: 'Ev tîp bi xwîna şehîdan hatine nivîsandin'
Tevî ku Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz ji bo parastina mafan Mersûma Hejmar 13 derxistiye jî, li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê tabloyên Kurdî yên li ser avahiya dadgehê hatin rakirin û li şûna wan tabloyên Erebî hatin daliqandin.
Vê yekê nerazîbûneke tund li pey xwe anî.
Piştî ku nûnerên hikûmetê çûn avahiya dadgehê ya bajêr, yekser tabloyên Kurdî rakirin û tabloyên Erebî li şûna wan danîn.
Vê gavê xelkê Rojavayê Kurdistanê hêrs kir. Welatiyên Hisîçayê bi dirûşma "Kîne em? Kurd in em" bertek nîşan da.
"Ev tîp bi xwîna şehîdan hatine nivîsandin"
Wekî bertek, li Hisîçayê xwenîşandanek hat kirin û xelkê ew tabloya ku bi Erebî û Îngilîzî hatibû nivîsandin anî xwarê.
Xwenîşanderekî li ser vê bêrêziya li hemberî zimanê Kurdî axivî û got:
"Em vê rewşê qebûl nakin. Me bi hezaran şehîd dane û hîn jî dîlên me di destên wan de ne."
Xwenîşander Mihemed Haco jî bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha axivî:
"Em wekî gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê, di demekê de ku 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nêzîk dibe, dibêjin zimanê me rûmeta me ye.
Yê ku destdirêjiyê li zimanê Kurdî bike, destdirêjî li hebûna gelê Kurd tê kirin.
Ev 15 sal in em şehîdan didin da ku em zimanê Kurdî li ber çavên xwe bibînin.
Nabe ku hinek kesên em wan nas nakin û em nizanin dîroka wan çi ye, bên û zimanê Kurdî rakin.
Ev tîp bi xwîna şehîdan hatine nivîsandin."
Ji bo parastina zimanê Kurdî û berdewamiya perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Rojavayê Kurdistanê, xwenîşandan didomin.
Xelk ji bo bidestxistina mafên xwe bibiryar e.
Rudaw
