Aviel Roshwald, Profesorê Dîrokê li Zanîngeha Georgetown li Amerîkayê ji bo Gulan: Globalîzmê nekariye cihê nasyonalîzmê bihejîne
Aviel Roshwald, Profesorê Dîrokê li Zanîngeha Georgetown li Amerîkayê ji bo Gulan: Globalîzmê nekariye cihê nasyonalîzmê bihejîne
Profesor Aviel Roshwald, dîroknasekî diyar û navdar e û yek ji lêkolînerên berçav ên warê nasyonalîzm, emperyalîzm, dîroka Ewropa û Rojhilata Navîn a hevdem e. Niha li Zanîngeha Georgetown profesorê dîrokê ye, ku her tim pirsên dîrokî bi geşedanên hevdem re girê dide. Xwediyê çendîn pirtûkan e, di nav wan de (The Endurance of Nationalism) û (Ethnic Nationalism and the Fall of Empires). Ew di wê baweriyê de ye ku pêşbîniyên derbarê kêmkirina nasyonalîzmê de nehatine cih, li şûna wê behsa wê yekê dike ka çima nasnameyên neteweyî berdewam dibin, xwe bi mercan re diguncînin û ji aliyê siyasî ve bi hêz dimînin.
Profesor Roshwald, nêrînên girîng li ser wan hêzên ku siyaseta berê û niha ya cîhanê nexşandine, pêşkêş dike. Di serdemekê de ku nasyonalîzm careke din bandorê li ser nexşeya siyasî dike - ji Ewropayê bigire heta Rojhilata Navîn û nakokiyên cîhanî - kar û lêkolînên wî têgihiştinekê didin me derbarê berdewamî, guhertin û dirêjbûna aloziyên navbera împeratorî, dewletdarî û nasnameyê. Ji bo gotubêjkirina van pirsan, Gulan dimaleyek bi wî re encam da.
Gulan: Destpêkê em dixwazin bi pirseke giştî dest pê bikin. Bi nêrîna we, sedema berdewamî û dirêjbûna nasyonalîzmê çi ye, tevî ku çendîn caran pêşbîniya kêm bûn û jinavçûna wê hatiye kirin, lê dîsa derketiye holê?
Profesor Roshwald: Argumenta min ew e ku nasyonalîzm wekî taybetmendiyeke sereke û bingehîn a nexşeya siyasî ya hevdem dimîne. Ew jî ji ber ku serweriya gel û beşdariya berfireh a siyasî, pêkhateyên bingehîn ên pêşbîniyên têkildarî çawaniya birêveçûna civakan in. Ev jî pirseke sereke derdixe holê: Gelo çi dibe sedema dayîna hesta xwedîbûna armanceke hevpar ji bo bi milyonan kesan? Kûrahiya vê pirsê jî bi girêdayîbûna pirsên taybet bi nasnameyê ve ye - bi taybetî ka nasnameyên komî (collective identities) çawa tên avakirin, bi şêوەyekî ku kes dikanibin di nav dewleteke xwedî serwerî de karên xwe bikin û bi azadî biryarê li ser jiyana xwe bidin. Herwiha, piştî dawîhatina Şerê Sar, serîlêdana bo vejandina nasnameya neteweyî roleke bingehîn lîstiye. Di dema Şerê Sar de, bi taybetî li parzemîna Ewropayê, hebûna blokên îdeolojîk ên tund wekî faktorekî sînordarkirinê kar dikir. Yanî ev blokên îdeolojîk bûn sedema kêmkirina mela û rûtên nasyonalîst. Piştî dawîhatina vê şerî, bîreweriya komî bêtir ji nirxên demokratîk, lêborîn û aştiya navdewletî dûr ket.
Gulan: Nexwe, berdewamiya nasyonalîzmê wekî projeyeke siyasî li ser globalîzmê (cîhanperweriyê) çi ji me re dibêje? Bi gotineke din, gelo globalîzm bi xwe bêtawan e ji bo ku bibe cîgira nasnameya siyasî û şerîeta siyasî ya girêdayî nasyonalîzmê?
Profesor Roshwald: Di rastiyê de ez bi nêrîna we re hevram. Yek ji kêşeyên sereke yên globalîzmê ew bû ku tenê di berjewendiya çîn û tebeqeyeke piçûk a civakê de ma, di dema ku piraniya van civakan yan nekarîn sûdmend bibin, yan jî wisa hîs dikin ku ne sûdmend in. Di encam de, valahiya neyeksaniyê ya têkildarî dahatê li gelek welatan zêdetir bû, di nav wan de welatê min jî (Amerîka). Yanî derket holê ku globalîzm bêyî çareserkirina bingehîn a kêşeyên dadperwerî û dabeşkirina dahatê - di nav sînorên neteweyî de - nikare berdewam bibe.
Gulan: Heger nasyonalîzm berdewam bûye û globalîzmê nekaribe cihê wê bigire, gelo di navbera sedsala 20an û niha de, nasyonalîzm bi çi guhertinên moralî û binyadî de derbas bûye?
Profesor Roshwald: Di rastiyê de nasyonalîzm her tim di rewşeke neguher de nebûye. Bo nimûne, di sedsala 19an de li Ewropayê bêtir bi ramanên lîberal-demokrasî û prensîba serweriya gel ve girêdayî bû. Lê sedsala 20an nîşan da ku çawa nasyonalîzm dikare were binpêkirin û bi awayekî wêranker were bikaranîn. Derbarê serdema hevdem de, hinek caran ber bi aliyê faşîzm û otorîterîzma rastgir ve tê şirovekirin. Her çend niha wisa xuya dike ku nasyonalîzm ber bi formekî rastgiriya tund ve çûye û dibe ku vegerandina vê rûtê ne hêsan be û karesatan bi xwe re bîne.
Gulan: Gelek caran behsa cureyên cuda yên nasyonalîzmê tê kirin. Gelo cîvaziyeke bingehîn di navbera nasyonalîzma "parastinê" (defensive) û nasyonalîzma "firehxwaz" (expansionist) de heye?
Profesor Roshwald: Ez bawer dikim ku her tim, heta di mercên herî baş de jî, aloziyek di navbera van cureyên nasyonalîzmê de heye. Cudahiyeke zelal heye di navbera wan welatên ku nasnameya nasyonalîst ji bo geşepêdana nirxên demokratîk û pirrengiyê bikar tînin, û wan dewletên ku nasyonalîzmeke firehxwaz û leşkerî peyrew dikin; yên ku bawer dikin dîplomasî yan lihevhatin nîşana lawaziyê ye.
Gulan: Têkildarî Rojhilata Navîn, gelek caran tê gotin ku bandora berê ya Fransa û Brîtanyayê li ser vê navçeyê nakokiya navbera daxwazên azadiya gelan û desthilatdariya emperyal nîşan dide. Gelo hûn difikirin ku destwerdanên niha yên dewletan di vê navçeyê de heman rewş in?
Profesor Roshwald: Ev pirseke pir baş e. Bêگuman mirov dikare bibêje ku di hinek waran de wekhevî hene. Piştî Cenga Cîhanê ya Yekem, Brîtanya û Fransa çarçoveyên qanûnî bikar anîn ji bo berfirehkirina împeratoriyên xwe li Rojhilata Navîn - ev jî bi dûrûtiyekê (hypocrisy) re bû ku baweriya bi prensîpên demokratîk lawaz kir. Îro jî, destwerdanên hevdem gelek caran di bin navê geşepêdana xweşگuzeraniya gelan de tên kirin, lê her tim ne bi niyeta xirab in. Bo nimûne, dema Amerîka biryara destwerdanê li Lîbyayê da ji bo rêgirtin li komkujiyên Qedafî, bi dîtina min niyeta Amerîkayê ne xirab bû, her çend em hemû encamên wê dizanin. Ji aliyekî din ve, ne کردna ti karekî jî kêşe ye. Bo nimûne, li Sûdanê niha şerekî navxweyî yê dijwar heye û kes destwerdanê nake ji bo rawestandina karesatên mirovî. Nexwe carinan mirov di navbera du bijardeyên xirab de dimîne. Ez bawer dikim ku divê saziyên navdewletî werin bihêzkirin da ku destwerdan bêtir bi bandor bin, lê bi bilindbûna nasyonalîzma şovenîst a rastgir, derfeta bihêzkirina qanûnên navdewletî pir lawaz dibe. Ev jî cihê bêhêvîtiyeke mezin e.
