• Saturday, 07 February 2026
logo

Mela Hêman Birespanî, gotarbêj û pêşnimêjê Mizgefta Birespan li bajarê Kerkûkê ji bo Gulan: Serok Mesûd Barzanî merce û parêzvanê pêkvejiyan û mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê ye

Gulan Media February 7, 2026 Dîmane
Mela Hêman Birespanî, gotarbêj û pêşnimêjê Mizgefta Birespan li bajarê Kerkûkê ji bo Gulan: Serok Mesûd Barzanî merce û parêzvanê pêkvejiyan û mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê ye

 

Mela Hêman Birespanî, gotarbêj û pêşnimêjê Mizgefta Birespan li bajarê Kerkûkê ji bo Gulan: Serok Mesûd Barzanî merce û parêzvanê pêkvejiyan û mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê ye.

Bi navê Xwedêyê Dilovan û Dilovîn
(يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا إِنَّ أَكرمَكُمْ عِندَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ خَبِيرٌ) – Xwedêyê Mezin rast got.

Axê pîroz ê Kurdistanê, wek ku Pêşewa Qazî Mihemmed dibêje: (2+2=1).

Nîştiman û ax li cem her miletî pîroz e. Miletê Kurd jî wek her miletekî din xwediyê ax, ziman û nîştimanê xwe ye ku ev yek ji aliyê Xwedê ve hatîye dayîn. Ev ji bilî ku maf û heqê me ye, divê gelê Kurd û Kurdistanê wek pîroziyekê lê binêre. Herwiha, her takekî miletê me parastin û berevaniya li ax û neteweya xwe wek erkekî sereke û pêşîn dibîne. Di dirêjahiya dîrokê de, gelê Kurd û Kurdistanê xwe feda kiriye û ji bo ax û neteweya xwe çemên xwînê rijandine, bi hezaran lawên qehreman û dilsoz şehîd bûne.

Di vê bareyê de, heke em ji aliyê dînê Îslamê ve lê binêrin; dema Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) ji ber zilmê ji Mekeyê koç dike, yanî ji nîştimanê xwe derdikeve, dibêje: "Ey ax û nîştiman, heke min dernexînin ez tu carî te bi tenê nahêlim û ez pir ji te hez dikim." Ji ber vê yekê, em miletê Kurd jî xwediyê axeke pîroz in, divê em jê hez bikin û li hemberî dagirker û neyarên Kurdistanê biparêzin.

Ji aliyekî din ve, di dirêjahiya dîrokê de Kurdistan bi giştî û (Başûrê Kurdistanê) bi taybetî, herêma Kurdistanê dergûşa pêkvejiyana neteweyî, dînî û mezhebî bûye. Hemû dîn, mezheb û bîrûbaweriyên cuda di nava xweşî û nexweşiyan de bi hev re jiyane. Çand û felsefeya Rêbaza Barzanî ev yek bi dest xistiye û geş kiriye. Rêbaza Barzanî zêdetir ji (dîndarî, nîştimanperwerî û mirovdostiyê) pêk tê. Di heman demê de, ev bingeh qonax bi qonax fêrî milet kirine. Bi vî rengî miletê Kurd jiyana xwe didomîne. Vê Kurdistanê bi dehan zanyarên dînî, şêxên terîqetê û siyasetmedarên jêhatî gihandine; mîna (Pêşewa Qazî Mihemmed, Şêx Ehmedê Barzanî, Şêx Mehmûdê Nemir, Şêx Ebdulselamê Barzanî, Mela Mistefayê Barzanî).

Di niha de, Serok Mesûd Barzanî merce û hilgirê ala û rûmeta miletê Kurd û Kurdistanê ye li her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr). Ji ber vê yekê, di vê qonaxa hestiyar de, wek mamostayên dînî em bang li hemû alî û parçeyên Kurdistanê dikin ku em bibin yek û xwedî biryarekê bin, ji bo bidestxistina mafên miletê me yê bindest bi rêberiya merce û serokê miletê Kurd, Mesûd Barzanî. Da ku em dijminan têk bibin û Kurd her dem li lûtkeyê bin û dijmin di dîrokê de rûreş bibin.

Bijî Kurd û Kurdistan li her çar parçeyan.

Top