• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Koma AK Partiyê li ser Ocalan û Kobaniyê axivî

Gulan Media February 5, 2026 Nûçe
Serokê Koma AK Partiyê li ser Ocalan û Kobaniyê axivî

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler li Amedê li ser 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan, alîkariyên ji bo Kobaniyê û zimanê dayikê daxuyanî dan.

Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Abdullah Guler, bi şandeyeke parlamenteran re li Amedê bi rojnamegeran re civiya.

Guler di daxuyaniyên xwe de behsa nîqaşên pêvajoya çareseriyê, çekdanîna PKKyê, alîkariyên mirovî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê û 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan kir.

Yek ji mijarên civînê xebatên Komîsyonê bû ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de tê birêvebirin.

Guler diyar kir ku ew daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoyê "bi qîmet û hêja" dibînin.

Guler bi bîr anî ku aliyên hiqûqî û darazî yên mesleyê hene û got:

Xebatên Birêz Bahçelî yên ji bo xurtkirina eniya navxweyî gelekî cidî ne.

Dadgeh dê aliyê hiqûqî yê pêvajoyê di çarçoveya xwe de binirxîne lê belê em bi biryar in ku bi zêdekirina rizaya civakî vê pirsgirêkê çareser bikin."

Alîkariyên Kobaniyê û Deriyê Sînorî yê Murşîdpinarê

Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak derbarê derbasnekirina wan barhilgirên alîkariyê yên ku dixwazin ji Amedê bişînin Kobaniyê pirsî.

Abdullah Guler di bersiva pirsa Dekak de îdia kir ku mesele "kordînasyon" e û wiha axivî:

"Tirkiye di warê alîkariya mirovî de yek ji welatên herî bi hêz ên cîhanê ye.

Lê belê alîkariyên bêkontrol û li derveyî pêkhateyên sazîbûyî ne alîkarî ne, kaos in.

Yên dixwazin alîkariyê bikin bila serî li AFAD û Kizilayê bidin û alîkariyên xwe teslîm bikin.

AFAD û Kizilay niha li her derê Sûriyeyê vê kordînasyonê dikin.”

Çekdanîna PKKyê

Guler tekezî li ser biryardariya wan a ji bo çekdanîna PKKyê kir û got, “Yekparçeyiya axa Sûriye, Îraq û Îranê rasterast bi ewlehiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

Ewlehiya me ewlehiya cîranên me ye. Li vê cografyayê 100 sal in bi sînorên ku hêzên emperyal xêz kirine xwîn û rondik tên rijandin.

Êdî divê em seqayekê ava bikin ku çek û tundî lê neyên axaftin."

Mafê zimanê dayikê û zimanê fermî

Guler pirsên li ser perwerde û mafên zimanê dayikê jî bersivandin.

Wî diyar kir ku zimanê dayikê mafekî bingehîn ê zikmakî ye lê zimanê fermî yê dewletê yek e û got:

"Li zanîngehan enstîtu vebûn, kurs serbest bûn. Ev dikarin bên axaftin, bên nirxandin.

Lê zimanê fermî yê di kodên bingehîn ên welêt de li derveyî nîqaşê ye. Meseleya me ya esil hebûna çek û tundiyê ye, divê pêşî ev tundî bi dawî bibe."

 

Rudaw

Top