• Monday, 02 February 2026
logo

Li Sûriyeyê dîrokeke nû: Cara yekem e 'herêmên Kurdan' tên naskirin

Gulan Media February 2, 2026 Nûçe
Li Sûriyeyê dîrokeke nû: Cara yekem e 'herêmên Kurdan' tên naskirin

Dîrokeke nû li Sûriyeyê, cara yekem e "herêmên Kurdan" tên naskirin

Peymana navbera HSD û Şamê karvedanên berfireh bi xwe re anîn.

Mêvanên bernameya "Li Gel Renc" a Rûdawê vê yekê wekî destkeftiyeke dîrokî bi nav dikin, ji ber ku cara yekem e di dîroka Sûriyeyê de hebûna Kurdan û cografyaya wan tên naskirin.

Ew di heman demê de tekez dikin ku divê ev xal bikevin nav destûra Sûriyeyê da ku garantiya mayîna wan hebe.

Bernameya "Li Gel Renc" a Tora Medyayî ya Rûdawê ku şeva 1ê Sibata 2026an hat weşandin, taybet bû bi guftûgokirina li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî hûrgiliyên wê peymana ku 30yê Kanûna Paşîn a 2026an di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat belavkirin.

"Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem gaveke dîrokî ye"

Siyasemedar Dr. Fayeq Gulpî di bernameyê de peyman wekî gaveke baş pênase kir û got:

"Ji dema ku dewleta Sûriyeyê hatiye damezirandin û piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, ev cara yekemîn e li Sûriyeyê hebûna Kurdan, zimanê Kurdî û herêmên Kurdan tên naskirin."

Gulpî amaje pê kir ku niha hêza Kurdan çêbûye û peyman baş e lê "Girîng e bendên wê bi temamî têkevin nav destûra Sûriyeyê da ku bên bicihanîn."

Dr. Fayeq Gulpî derbarê garantiya bicihanîna xalan de, amaje bi rola Amerîkî û Fransiyan kir û ragihand ku civaka navneteweyî bi giringî li mijarê dinêre.

Gulpî her wiha yekdengiya Kurdên Başûr, Bakur û Rojhilat a ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê wekî "kartekî mezin a zextê" pênase kir.

Rêgirî li planên komkujiyê

Li aliyê din, Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş, peyman ji aliyê berdewamiya agirbestê ve giring dît û got:

"Bi taybetî di wî wextî de ku egera bicihanîna plana komkujkirina Kurdan û guhertina demografiyayê di rojevê de bû, ev peyman bû asteng li pêşiya wan planan."

Serokê Encumena Penaberên Kurdistanê Hozan Efrînî, di wê baweriyê de ye ku Rêveberiya Xweser bijardeya herî baş e ji bo Rojavayê Kurdistanê û dibêje:

"Ez hez dikim Kurdistan bi temamî azad û serbixwe be, lê li gorî van mercên niha, Amerîka bi federalî û wan cure sîsteman qayîl nabe.

Lewra ez difikirim Rêveberiya Xweser çareseriya herî baş e, bi wî mercî ku em bi awayekî azad navçeyên xwe yên Kurdî bi rê ve bibin."

Giringiya Destûra Bingehîn

Xwendekara zanîngehê Êva Hesenê têkildarî mijarê, tekezî li ser giringiya yekîtiya Kurdan kir li her ku derê bin.

Lê xwendekarê din Rodî Ehmed guman li ser peymanê hebû û ragihand, eger hemû xal nekevin nav destûra Sûriyeyê, nayên bicihanîn.

Mamosteya Zanîngehê Dr. Kurdistan Amêdiyê bal kişand ser mafê welatîbûn û nasnameyê û got:

"Eger ev her du li ba te nebin, mafê te yê siyasetkirinê jî nabe.

Tiştê herî hêsan ew e ku tu nikarî bibî xwediyê xanî, heta eger te bi pereyê xwe kirîbe jî.

Kurd li Sûriyeyê ji hemû van mafan bêpar bûn û divê ev maf di destûrê de werin çespandin."

Alaya Kurdistanê û helwesta Jiyan Omer

Parlamenterê Herêma Berlînê ya Almanyayê Jiyan Omer mêvanekî din bernameyê bû.

Jiyan Omer ew Alaya Kurdistanê ya ku li ofîsa xwe parastibû, diyarî Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Jiyan Omer behsa ezmûneke xwe ya li kanaleke din a televizyonê (bêyî ku nav bide) kir û got ji ber ku Alay Kurdistanê pê re bûye, hewl dane bi rêya qutkirina deng û rêgirtina li axaftinên wî, "tola xwe jê hilînin."

Nivîskar û siyasetmedar Ebûbekir Karwanî amaje bi daxuyaniyeke Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî kir ku gotibû ew kar ji bo avakirina herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Karwanî her wiha got, "Di tevahiya sedsala bîstem de Kurdan şerê man û nemanê kiriye.

Niha dijmin jî dibînin ku Kurd zindî ne û hat selmandin ku Herêma Kurdistanê kûrahiyeke stratejîk e ji bo pirsgirêka Kurdan."

"Naskirina cografyaya Kurdan"

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî amaje bi aliyê dîrokî yê peymanê kir û ragihand:

"Piştî 1946an ev cara yekemîn e dewleta Sûriyeyê bi aliyekî Kurdan re li hev dike û têgeha 'herêmên Kurdan' dikeve ser wê kaxeza ku îmze li ser tê kirin."

Bi baweriya Ziryan Rojhelatî, giringiya peymanê ne tenê di xwendina bi zimanê Kurdî û danîna çend lîwayên leşkerî yên Kurdî de ye, belkî di wê yekê de ye ku hikûmeta Sûriyeyê "cografyaya Kurdan" nas kiriye, di demekê de ku berê wekî penaber miamale bi wî xelkî re dihat kirin.

Ziryan Rojhelatî derbarê xalên lawaz de jî got, "Hîn deqeke fermî li ber destê me nîne; behsa 14 yan 34 xalan tê kirin, lê heta niha ti deqeke îmzekirî nehatiye belavkirin."

 

Rudaw

Top