John Hall, profesorê civaknasiyê li Zanîngeha McGill li Kanadayê ji bo Gulan: Netewe û avakirina dewletê ji bo pêşveçûna hişmendiya siyasî û civakî zerûret in
John Hall, profesorê civaknasiyê li Zanîngeha McGill li Kanadayê ji bo Gulan: Netewe û avakirina dewletê ji bo pêşveçûna hişmendiya siyasî û civakî zerûret in
John Hall, profesorê civaknasiyê ye li Zanîngeha McGill li Kanadayê. Ew pispor û taybetmendê çendîn warên girîng e, wek: dewlet û împaratorî, şer û nasiyonalîzm, encamên aborî yên dagirkirina neteweyan û teoriya civaknasiyê. Gulanê hevpeyvînek bi wî re encam da, da ku mijarên peywendîdar bi nasiyonalîzmê û pêşketina wê gotûbêj bike; ka gelo di niha de Amerîka di bin siya îdareya Donald Trump de wekî hêzeke împeryalîst tevdigere yan na.
Gulan: Li şûna ku hûn tenê tekezî li ser xisleta mecbûrî ya nasiyonalîzmê bikin, we ji mêj ve tîrêj xistiye ser aliyê dîrokî yê vê pirsê. Gelo hûn pê bawer in ku niha nasiyonalîzm bermahiyeke modernîzmê ye, yan gihîştiye qonaxeke nû ya kalîteyî di serdema globalîzm û paşveçûna împeryalîzmê de, ku xisleta vê serdemê jî bi serhildana etno-nasiyonalîzm û perçebûna jeopolîtîk tê naskirin?
John Hall: Di rastiyê de em nikarin bibêjin ku nasiyonalîzm qewareyeke sabît e û di dirêjahiya demê de her yek şêwe û formê wê heye. Dibe ku hilgirên projeya nasiyonalîzmê kesên cuda bin, ji elîtên rewşenbîr bigire heta elîtên leşkerî. Ji aliyekî din ve, di serdema hevçerx de guherîneke bingehîn di xisleta nasiyonalîzmê de çêbûye. Di niha de, projeya elîtan kêmtir e ku bixwazin bi rêya wê welatê xwe bibin nava cîhanê, belku bêtir tevgereke girseyî ye û hewl dide xelkê di nava xwe de bihewîne; ango dikare bibe şoreşa kesên marjînalbûyî ku ji globalîzmê (cîhanbûnê) hêrs bûne.
Gulan: Hûn di lêkolînên xwe de bi awayekî rexnegirî li ser teoriya modernîzekirina nasiyonalîzmê ya "Ernest Gellner" xebitîne. Pirs ev e: Gellner di kîjan xalê de nêrîneke demdirêj pêşkêş kiriye? Gelo pêşketinên paşê perde ji ser sînorê kîjan nêrînên wî rakiriye?
John Hall: Gellner di wê xalê de serketî bû ku bawer dikir welatê pîşesazîbûyî sûdê ji çandeke hevpar û xurt dibîne – çi li ser bingeha wekheviya etnîkî be (wek Danîmarka û Norwêc), yan jî li ser hişmendiyeke medenî (wek Swîsre). Lawaziya sereke ya vê teoriyê di wê ferziyê de ye ku ev hewcedariya civakeke pîşesazî dibe sedema anîna nasiyonalîzmê. Ev mantiqekî şaş e. Digel vê yekê, bi guman hin rastî di vê ferziyê de hene: Pîşesazîbûn dibe sedema ku hejmareke zêde ya endamên grûpeke etnîkî ya marjînal bîne nava bajaran, ku paşê daxwaza pêgehekê di nava qewareyê de dikin. Di heman demê de, ew xwedî têgihiştin nîne ku marjînalbûna siyasî û hilweşîna împeryalîzmê girîngtir in di pêwendî bi anîna daxwazên nasiyonalîst re. Divê em amajeyê bi wê jî bikin ku wî bêtir li ser nasiyonalîzma cudaxwaz nivîsandiye, lê ew nasiyonalîzma ku ji aliyê dewletê ve jî tê piştgirîkirin, girîngiya wê ne kêmtir e.
Gulan: Di lêkolînên xwe yên berawerdî yên ji bo dewlet û împaratoriyan de, we îdîa kiriye ku li hember dewlet-neteweyan, gelek caran împaratoriyan bi awayekî pratîktir bi pirrengiyê (piralîtiyê) re tevgeriyane. Gelo di ronahiya pêşketinên îro de, heta çi radeyê pêwîstî bi pêdaçûna van çemkan heye?
John Hall: Împaratorî jî mîna nasiyonalîzmê cuda û curecure ne, hêm ji aliyê cureyê ve û hêm jî bi derbasbûna demê re guherîn bi ser wan de tên. Împaratoriyên beriya modernîzmê lêborîn bûn (tolerans hebû); carinan ji neçarî (ji ber ku amûrên pêwîst di dest de nîn bûn ji bo kontrolkirina hemû rûniştvanan), carinan jî bi qestî (wek ku di kiryarên Ekber de derket dema bû împarator). Lê hevrikiya tund a împaratoriyên pîşesazîbûyî yên hevçerx bû sedema kêmkirina lêborîniyê; êdî yekrengkirina rûniştvanan ji bo wan hêsantir û balkêştir bû ji bo faktorên leşkerî. Lê dikare cudahiyek mezin di navbera "Habsburg û Al Romanov" de bê kirin; ya yekem nekarî împaratoriya xwe bike nasiyonalîst, lê ya duyem hewl da vê bike. Bêguman kes naxwaze di cihê Ukrayniyan de be dema Putîn di avakirina împaratoriya Rûsî de serdikeve. Lê guman tê de nîne ku dewlet-netewe jî dikarin xweferzker û otorîter bin û tekeziyê li ser yekrengkirina hemû rûniştvanan bikin li şûna ku rê bidin pirrengiyê. Ev li ser Danîmarkayê pêk tê; her çiqas di gelek aliyan de lîberal e, lê paşxaneya wê ya yekreng bûye sedema ku entegrekirina koçberan bibe baştirîn rêçare, di dema ku neteweyeke koçber wekî Kanadayê bêtir îhtîmal heye ku rê bide pirrengiyê.
Gulan: Li şûna ku hûn tenê bala xwe bidin ser hesta neteweyî, we lêkolîneke zêde li ser peywendiya navbera nasiyonalîzm û desthilata dewletê kiriye. Gelo nasiyonalîzm dikare bibe projeyeke siyasî ya xurt di nebûna saziyên dewletê de? Bi taybetî ku li gelek cihên cîhanê desthilata dewletê ber bi lawazbûnê ve diçe û lîstikvanên ne-dewletî derketine pêş?
John Hall: Netewe û avakirina dewletê mil bi mil dimeşin. Her du jî ji bo pêşveçûna civakî û siyasî pêwîst in û alternatîfek li vir nîne. Her wiha dikare di vê barê de balê ji nêrîneke giştî ve biguherînin ser hişmendiya peywendîdar bi faktorên civakî yên bibandor. Dibe ku baş be em li ser encamên ku "Matthew Lange" di pirtûka xwe ya girîng de li ser mîrasa hikumraniya Brîtanî gihîştiyê, bisekinin.
Gulan: Hûn di lêkolînên xwe de tekeziyê li ser hevrikiya navbera nasiyonalîzma siyasî û çandî dikin. Gelo hûn polîtîkayên nasnameyê wekî berdewamiya nasiyonalîzma çandî dibînin, yan hûn pê bawer in ku ev dibe sedem ku nasiyonalîzm nekaribe erka xwe ya çaverêkirî pêk bîne?
John Hall: Destەواژeya (terma) polîtîkayên nasnameyê, termeke nezelal û mijdar e. Berê wekî pirseke peywendîdar bi elîtên rewşenbîr û çandî ve dihat dîtin, lê divê di niha de bi cidîtir bê girtin. Ku hêza herî mezin a di dîroka cîhanê de – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê – rûbirûyî perçebûnê dibe ji ber bertekên li hember polîtîkayên nasnameyê. Ev bertek jî ewqasî ji nava xelkê bi xwe serçavê digire, ku êdî ji ber elîtan pirs hîn aloztir dibe.
Gulan: Hûn behsa wê dikin ku împaratorî pêkhateyên siyasî yên berdewam in, ango îhtîmala wan heye ku dîsa vegerin û nabe tenê wek pêşketineke dîrokî lê binêrin. Nexwe em dikarin hevrikiya navbera hêzên mezin a niha bi vegera bo dînamîkên împeryalî – lê bin navekî cuda de – şirove bikin?
John Hall: Ez qet dudil nabim di gotina ku hevrikiya niha ya navbera hêzên mezin, di hemû ranyonên xwe de, rewşa împeryalî ya rabirdûya me bi bîr tîne. Bi taybetî serdema navbera salên 1890-1945an. Her wiha hevrikiya navbera Amerîka û Yekîtiya Sovyetê nîşanî me da ku hevrikiya împeryalî qet bi dawî nabe.
Gulan: Hûn pêwîst dibînin ku ji nêrîneke dîrokî û berawerdî li pirs û pêşketinan binêrin. Nexwe hûn çawa li pirsa nasiyonalîzmê dinêrin di rewşa hevçerx de beramberî pêşketinên dîrokî?
John Hall: Nivîskarekî Brîtanî rast got dema ku got: "Rabirdû welatekî cuda ye û her dem karekî baş e em li wan hişan (aqilan) têbigihîjin ku pir ji me cuda ne," wek ku Margaret Yourcenar di romana xwe ya "Bîranînên Hadrian" de dibêje. Her wiha Gellner di wê de li ser heq bû ku di pêwendiya bi nasiyonalîzmê de tekez dikir ku ev hest berhema demekê dîrokî ya taybet bû. Divê li vir em wê yekê bi bîr bînin ku dema hesta nasiyonalîst derket, ne şert bû ku daxwaza cudabûnê tê de hebe. Rewşenbîrên navdar ên Çek di dawiya sedsala 19an de bi hişyarî bi pirsa serxwebûnê re tevdigeriyan, bi taybetî dema ku dewletek nû û biçûk dikete navbera Almanya û Rûsyayê; li şûna wê, hêviya wan ew bû ku di nava împaratoriyeke hîn lîberaltir de bin, ku rê bide çanda wan xwedî celebek ji serxwebûnê be.
Gulan: Ji nêrîna lêkolînên we ve di pêwendî bi neçarî û razîbûnê de, hûn li performansa siyasî ya serok Donald Trump çawa dinêrin?
John Hall: Trump kesayetiyek neasayî ye. Ew şiyanên dewleta Amerîkayê lawaz dike. Her wiha kar û kiryarên wî dibin sedema ji navbirina lihevkirina saziyî di nava Amerîkayê de. Ew serokatiyeke împeryalî diafirîne ku gendeliyeke zêde tê de heye. Ew serî li nasiyonalîzma populîst dide û bi radeyekî metirsîdar wê aloztir dike.
Gulan: Hûn li siyaseta Trump çawa dinêrin di pêwendî bi wê de ku Amerîka kiriye pêşengiya (ewlewiyeta) xwe? Gelo hûn pê bawer in ku ev veger e bo şêweyek ji şêweyên împeryalîzmê?
John Hall: Xula duyem a serokatiya Donald Trump ji nû ve nirxandina hêza împeryalî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dihewîne. Joe Biden bi çendîn şêweyan hewl da hêza Amerîkayê xurt bike, daxwaza sînordarkirina Çînê hebû, bi taybetî bi rêya girtina siyasetekê ji bo pêşengbûn di warê pîşesazî û berhemên teknolojîk ên pêşketî de. Trump jî di vî warî de şopîner e. Tişta girîng ku bê gotin ev e: Amerîka dê kêmtir bibe xwedî hêz eger piştgiriya hevpeymanên xwe yên li Ewropa û başûrê rojhilatê Asyayê winda bike. Her wiha Trump bêtir li rabirdûyê dinêre; parastina otomobîlên sotemeniyê dike, di dema ku Çîn pêngavên mezin ber bi otomobîlên elektrîkî ve diavêje. Ev pozbilindiya Amerîkayê cara yekem e ku nîşaneya wê yekê dide ku dibe Amerîka serdestiya xwe winda bike.
