• Saturday, 31 January 2026
logo

Volodîmîr Zelenskî Serokê Ukraynayê: Ewropa ne tenê hewceyî NATOyê ye, lê hewceyî hêzeke çekdar a taybet a xwe ye

Gulan Media January 28, 2026 Raport
Volodîmîr Zelenskî Serokê Ukraynayê: Ewropa ne tenê hewceyî NATOyê ye, lê hewceyî hêzeke çekdar a taybet a xwe ye

 

Volodîmîr Zelenskî Serokê Ukraynayê: Ewropa ne tenê hewceyî NATOyê ye, lê hewceyî hêzeke çekdar a taybet a xwe ye

 

Em hemû fîlma Amerîkî ya navdar "Groundhog Day" bi bîr tînin, ku tê de qehreman her sibeh şiyar dibe û dibîne ku heman bûyerên duh dubare dibin. Mixabin, ev tam ew jiyana ye ku em li Ukrayna û cîhanê tê de dijîn.

Par li vê Davosê, min axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê Ewropa bizanibe ka wê çawa xwe biparêze." Salek derbas bû û tiştek neguherî, ez dîsa li vir im da ku heman tiştî bibêjim. Dema ku hemû çav li ser Grînlendayê bûn, piraniya serokan nedihat zanîn ka çi bikin.

Li nîvkureya rojavayê erdê binêrin, Serok Trump operasyonek li Venezuelayê pêk anî û Maduro hat girtin. Dibe ku nêrînên cuda hebin, lê rastî ev e ku Maduro niha li New Yorkê tê darizandin. Lê ez dixwazim bipirsim: Çima Putîn nayê darizandin? Ev sala çaremîn a mezintirîn şerê Ewropayê ye piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, lê dîsa jî ew zilamê ku şer da destpêkirin hîn azad e û ji bo pereyên xwe yên cemidî li Ewropayê şer dike.

Amerîka niha pir bi hêz e û rêveberiya Trump pir bi lez gavan diavêje. Amerîkayê projeya "Bordê Aştiyê" (Peace Board) ragihandiye û em jî hatine vexwendin. Ukrayna bi hemû dilsozî û biryardariya xwe kar dike da ku ev şer bi dawî bibe, lê divê Rûsya jî amade be ji bo tawîzan (sazişê), ne tenê em.

Ewropa hewceyî "hêzeke çekdar a yekbûyî" ye. Niha Ewropa tenê pişta xwe bi gava NATOyê girê dide. NATO li ser baweriyekê hatiye avakirin ku Amerîka tê de be, lê heger Amerîka neyê çi dibe? Ev pirs di mêjiyê her serokekî Ewropî de ye.

Em amade ne bibin beşek ji Ewropayeke bihêz. Dema Ukrayna bi we re be, tu kes nikare sivikayetiyê bi Ewropayê bike. Werin em dawî li vê xelekê bînin û sîstemeke nû ya cîhanî ava bikin ku li ser bingeha "çalakiyê" (kirinê) be, ne li ser "gotinê". Cîhan bê çalakî, tirsok e û sibeya wê nabe.

 

 

Top