• Saturday, 31 January 2026
logo

Profîsor Henri Barkey, lêkolînerê payebilind ê Encûmena Têkiliyên Derve ji bo Gulan: Tu serokwezîr li Iraqê nikare biryara hilweşandina hêzên Heşda Şebî bide, Amerîka jî ji vê rastiyê tê nagihe

Gulan Media January 19, 2026 Dîmane
Profîsor Henri Barkey, lêkolînerê payebilind ê Encûmena Têkiliyên Derve ji bo Gulan: Tu serokwezîr li Iraqê nikare biryara hilweşandina hêzên Heşda Şebî bide, Amerîka jî ji vê rastiyê tê nagihe

 

Profîsor Henri Barkey, lêkolînerê payebilind ê Encûmena Têkiliyên Derve ji bo Gulan: Tu serokwezîr li Iraqê nikare biryara hilweşandina hêzên Heşda Şebî bide, Amerîka jî ji vê rastiyê tê nagihe

 

Profîsor Henri J. Barkey, lêkolînerê payebilind e li Encûmena Têkiliyên Derve (CFR) taybet bi pirsên Rojhilata Navîn û xwediyê kursiyê «Bernal L. û Bertha F. Cohen» e li Zanîngeha Lehigh ji bo têkiliyên navdewletî. Her wiha li ser pêşeroja Kurdan li Rojhilata Navîn kar dike û xwediyê projeya «Pêşeroja Kurdan - The Future of the Kurds» e. Ev profîsor ji ber ku endamê Desteya Emîndarên Zanîngeha Amerîkî ye li Iraqê – Silêmanî (AUIS), ji nêz ve haydarî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û tevahiya doza Kurd e li her çar dewletên «Îran, Tirkiye, Sûriye, Iraq». Ji bo axaftina li ser stratejiya Amerîkayê ji bo pêşeroja Kurd û Herêma Kurdistanê, me ev hevpeyvîna taybet bi Profîsor Barkey re encam da.

*** Di niha de li Saziya Karûbarên Navdewletî (CFR) bi şêوەyekî akademîk li ser stratejiya Amerîkayê kar dikî ji bo pêşeroja Kurd. Gelo tu nexşerêyeke nivîskî di nav rêveberiya Trump de heye ji bo pêşeroja Kurd bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, yan tenê hewildaneke lêkolîna akademîk e?**

Bersiva kurt ji bo vê pirsê ev e: Nexêr, tu nexşerêyek tune bûye û tu carî nabe jî. Ez salên dûr û dirêj e çavdêriya wê dikim ka Waşington çawa serederiyê bi doza Kurd re dike. Tişta ku ji min re derketiye holê ev e ku Waşington wekî neyar li Kurd nanêre, lê bi stratejiya nezelal (Strategic Laziness) serederiyê pê re dike. Ev jî tê wê wateyê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mebesta wê nîne nexşerêyeke demdirêj ji bo pêşeroja Kurd deyne, lê belê wekî bertek ji bo qeyranan serederiyê dike. Her wek mînak; gava Kurd bûn hêzeke mecbûrî û pêwîst di şerê dijî terorîstên DAIŞê de, hingê Waşington pir bi giranî serederî bi Kurdan re kir, lê gava qeyran hênik dibin, hingê bala wan jî kêm dibe. Di serdemê Donald Trump de (her ji rêveberiya yekem ve) ev kêşe bêtir xuya û mezintir bûye. Siyaset bi şêweyekî kesî û bazirganî û gelek caran jî li ser bingeha emosyonel hatiye meşandin; di vir de daxwaz û xwestek ketine cihê stratejiyê. Di nav saziyên burokratîk ên Amerîkayê de kesên jêhatî hebûn ku pir baş di doza Kurd digihîştin, lê bi kêmî ramanên wan bi wî alî de dihatin guhartin ku vê têgihîştinê bikin biryareke mecbûrî. Ev jî tê wê wateyê ku têgihîştin heye, lê pabendbûn tune ye. Ev cudahî jî ji bo Kurdan tê wateya her tiştî.
*** Bi berçavgirtina stratejiya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê di serdemê Trump de, gelo em dikarin bêjin Kurd wekî «hevparê stratejîk» li herêmê tê dîtin, yan tenê wekî «hevpeymanekî demkî» ji bo şerekî diyarkirî?**

Ger ez bi temamî rastgo bim, serederiya Amerîkayê bi Kurdan re di pileya yekem de dikeve çarçoveya hevpeymaniya demkî (Temporary Ally), her çend berpirsên Amerîkî nexwazin bi dengê bilind vê rastiyê bibêjin. Dewletên Yekbûyî peyva hevparî (Partnership) bi Kurdan re bi kar tîne, ku bêگuman divê hevparî serederiyeke dualî ya berdewam be, lê tişta ku di rastiyê de li gel Kurd pêk tîne, hevahengiya bimerj e (Conditional Cooperation). Ji ber vê yekê Kurd hingê biha ne gava bikarin kêşeyên Amerîkayê çareser bikin, şerê dijî DAIŞê bikin û bibin sedemek ji bo aramiya herêmê, yan dabînkirina agahiyên îstîxbaratî. Lê her ku ew kêşe guherîn, hingê têkiliyên wan jî ji nû ve tên nirxandin.
Ji nêrîna Kurdan ve, ev cure serederiya Amerîkayê wekî îxanet (Betrayal) tê dîtin, lê ji nêrîna Waşingtonê ve wekî siyaseta realîst (Realism) tê pênasekirin. Ev valahiya mezin a navbera nêrîna her du aliyan, her tim çavkaniya qeyran û alozîyên navbera wan bûye.

*** Iraq niha di navbera fişara Amerîkayê ji bo sînordarkirina Heşda Şebî û bandora navxweyî û herêmî ya van hêzan de ye. Hûn pêşbîniya çi cure bersivekê ji Bexdayê dikin ji bo daxwazên Waşingtonê?**

Hikûmeta niha ya Iraqê di bin komek fişar û astengan de kar dike, ku gelek caran Waşington wekî pêwîst wan fêhm nake û kêm dibîne. Hêzên Heşda Şebî ne tenê milîsên çekdar in, lê belê niha ev hêz lîstikvanên siyasî ne û di nav parlamena Iraqê de hene û bandora wan heye. Di nav hin beşên civakî de xwedî şerîetê ne û berî her tiştî piştgiriya wan a herêmî heye. Ji ber vê yekê tu serokwezîr nikare biryara hilweşandina hêzên Heşda Şebî bide. Her biryarek bi vî rengî bê dayîn, dê bibe sedema derketina şer û hilweşîna dewleta Iraqê. Ji ber wê ez wisa texmîn dikim ku Bexda lîstikê bi şêweyekî wisa birêve bibe ku darê ji nîvî bigire (Managed compliance) û dilê her du aliyan (Heşd û Amerîka) razî bike. Her wiha dê hin pêngavên sembolîk (Symbolic gestures) û guftûgoyên bêdeng û bicihkirineke bijartî bi kar bîne. Ev jî tê wateya meşandina siyaseteke du-alî; hikûmeta Iraqê ji bo piştrastkirina Waşingtonê bi eşkere bi dilê Amerîkayê diaxive û bi dizî jî ji bo piştrastkirina Heşda Şebî peymanê bi wan re dike. Lewma ger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li bende wê be ku bi temamî hikûmet û Heşd ji hev bên cudakirin, dê xwe bêhêvî bike. Manêna sîstema siyasî ya Iraqê sedemek e ji bo parastina hevsengiyê wek xelatekê ji bo Amerîkayê; berevajî vê yekê, rûbirûbûn xizmeta berjewendiyên Amerîkayê nake.
*** Hêza Pêşmerge di şerê DAIŞê de wekî hêzeke bibandor û cihê baweriya cîhanê derket holê. Gelo dema wê nehatiye ku Amerîka li şûna alîkariya demkî, kar ji bo saziyîkirin û biçekkirina Pêşmerge wekî hêzeke nîştimanî ya fermî bike?**

Di warê leşkerî de, Pêşmerge berê jî qehremanî û jêhatiya xwe selmandiye, lê pirsiyara sereke ne ev e. Asteng û rêgiriya rastîn ew perçebûna siyasî ye ku di nav proseya siyasî ya Kurdistanê de heye. Mirov nikare hêzeke nîştimanî li ser bingeha wan yekeyên leşkerî ava bike ku di dawiyê de fermanê ji partiyan digirin ne ji saziyên dewletê. Lewma heta ev kêşe çareser nebe, Waşington bi hestiyarî û dudiliyekê serederiyê bi dosyeya Pêşmerge re dike.
Ji nêrîna Amerîkayê ve, saziyîkirina temam a hêza Pêşmerge bêyî encamdana reforma siyasî, metirsiya wê heye ku dabeşbûnên navxweyî yên Iraqê bibin beşekî cîgîr di nav sîstema ewlehiya Iraqê de. Ji ber vê yekê Amerîka naxwaze ew berpirsyarî bikeve ser milê wê. Nexwe belê, sersemî û bawerî ji bo Pêşmerge heye, lê saziyîkirin û kirina wê bi hêzeke nîştimanî, girêdayî wê reforma siyasî ye ku tenê bi aliyên siyasî yên Kurd dikare bê bicihkirin.

*** Piştî qonaxa ketin terorîstên DAIŞê, gelo Waşington çawa hevsengiyê di navbera parastina qeyana Herêma Kurdistanê û parastina serweriya Iraqê de radigire, di demekê de ku Kurd nîgeran in ji piştguhxistina piştî şer?**

Nîgeraniya Kurdan di rewşa piştî şerê DAIŞê de ji her demê bêtir rewa ye û di cihê xwe de ye. Lê gava Amerîka neçar dibe di navbera du bijardeyan de yekê hilbijêre, hingê piraniya caran pirsa «serweriya dewletê û yekپارçeyiya axê» dixe ser berjewendiya wan pêkhateyên siyasî yên ku di bin dewletê de ne (Sub-state actor). Ev reftara Amerîkayê nayê wateya dijayetiya Kurdan, lê belê xwezaya sîstema Amerîkayê bi wî rengî kar dike. Bi eşkeretir; Waşington heta wê demê piştgiriya Herêma Kurdistanê dike ku beşdariyeke çalak di aramiya Iraqê de bike. Lê ger daxwazên Kurdan bibin sedema têkdana aramiyê wekî «kêşeyên budce, navçên nakokbar, yan avêtina pêngavên siyasî yên yekalî», hingê coşa Amerîkayê ji bo piştgiriya Herêmê sar dibe.
Ji bo Herêma Kurdistanê qonaxa piştî DAIŞê pir metirsîdar e, ji ber ku ew spasiyên civaka navdewletî ji bo rola Herêmê hebûn, pir bi lez winda dibin. Lewma yekser piştî ku şer bi dawî bû, me dît ku hikûmetê Iraqê dîsa ber bi navendîbûnê (sentralîzm) ve pêngav avêtin. Ji ber vê yekê Kurd bi şêweyekî xweriskî hest bi vê metirsiyê dikin û ji rewşê nîgeran in, ku di vê de Kurd ne neheq in.

*** Derbarê Rojava de, gelo bi nêrîna we Amerîka heta çi astê amade ye parastina wan destkeftên siyasî û îdarî bike ku Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine?**

Li ser pirsa Rojava divê ez pir eşkere ji we re bibêjim ku Amerîka amade nîne garantiya xwerêveberiya Kurdî ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê bike, yanî Amerîka nabe garantorek ji bo manêna wê xwerêveberiyê.
Manêna hêzên Amerîkayê li Rojava girêdayî çend berjewendiyên demkî yên Amerîkî ne li wî navçeyî, wekî «metirsiyên bermahiyên DAIŞê, pêdiviya taktîkî». Her wiha manêna hêzên Amerîkayê nayê wê wateyê ku parastina xwerêveberiya Kurdî armanca rasterast û stratejîk a Amerîkayê be. Tenê tirsa Tirkiyê ji metirsiya vê qeyana Kurdî bes e ku Waşingtonê dudil bike ku li siyaseta xwe vegere. Ger helwestên Rûsya, Îran, Şam û perçebûna navçeyê jî lê zêde bikin, hingê sînorê pabendbûna Amerîkayê bi zelalî derdikeve holê. Ji ber wê derbarê piştgiriya Rojava de dibêjim: Belê Amerîka piştgiriyê dike, lê ji bo naskirina fermî tu carî vê nake. Parastina wê qeyanê jî bimerj e û nayê hêvîkirin ku di demeke dirêj de Amerîka erka parastina wê bigire ser milê xwe.

*** Hûn pisporiyeke mezin li ser navxweya Tirkiyê heye. Gelo di bin siyaseta niha ya Erdogan û hevpeymaniya wî ya bi MHPê re, hûn tu asoyeke rastîn ji bo destpêkirina «proseya aştiyê» dibînin?**

Di çarçoveya sîstema siyasî ya niha ya Tirkiyê de, ez wekî realîst nabînim ku proseya aştiyê li Tirkiyê dîsa zindî bibe. Hevpeymaniya Recep Tayyip Erdogan bi MHPê re ne tenê hevpeymaniyeke piçûk e, lê belê mijareke bingehîn e û bandora MHPê wekî navenda manêna desthilata Erdogan tê hesibandin. Her proseyeke biwate ji bo destpêkirina aştiyê, pêdiviya wê bi «firehiya siyasî, baweriya saziyî û pênasekirina nû ya hevwelatîbûnê» heye, ku niha tu yek ji van mercan tune ne. Niha kêşeya Kurd li Tirkiyê tenê ne girêdayî ewlehî yan mafên Kurdan e, lê girêdayî xwezaya dewleta Tirkiyê ye. Dewlet jî bi kêmî reformê di saziyên xwe de dike. Dewleta Tirkiyê hingê ber bi reformê ve diçe ku handerên navxweyî biguherin, lê niha ew guhertin çênebûye.
*** Gelo pirsa Kurd li Tirkiyê heta çi astê girêdayî guhertinên navxweya Sûriye û Iraqê ye? Gelo çareseriyeke herêmî ji bo kêşeya Kurd heye, yan divê her perçeyek cuda bê çareserkirin?**

Xebata Kurd li hemû perçeyan bi hev ve girêdayî ye, lê di çarçoveya tevgereke yekbûyî de nikarin bên komkirin. Di vê çarçoveyê de bûyerên Sûriyê bandorê li Tirkiyê dikin û bûyerên Iraqê jî bandorê li Îranê dikin, lê her yek ji van dewletan bi tûnî li ser wê yekê disekinin ku wekî kêşeyeke navxweyî serederiyê bi pirsa Kurd re bikin. Her hewldanek ku kêşeya Kurd bibe kêşeyeke herêmî û hemû perçe bi hev re bên dîtin, metirsiya zext û serkutkirinê zêdetir dike. Berevajî vê yekê, piraniya Kurdan wisa dibînin ku ger kêşeya Kurd wekî tevgereke hevaheng a ser-sînoran (transnationally coordinated) bê dîtin, qada lihevkirinê kêmtir dibe. Dewletên ku Kurd tê de ne, çêtir bersiva daxwazên navxweyî didin ji ya tevgereke ku xwe wekî metirsiya herêmî nîşan bide. Lewma ev rastî nîşan dide ku: Belê, kêşeya Kurd di warê bandorê de pirseke herêmî ye, lê çareserî her bi perçebûyî di nav dewletan de dimîne.
*** Wekî pisporekî ku salên dûr û dirêj çavdêriya doza Kurd dikî, hûn mezinahiya xeletiya stratejîk a Kurdan di van çend salên dawî de di çi de dibînin ku divê di pêşerojê de dubare nebe?**

Ger ez neçar bim behsa xeletiyekê bikim ku Kurd her tim dubare dikin, ew xeletî ev e ku Kurd bi giştî pir zêde baweriyê bi piştgirî û parastina hêzên derveyî tînin. Car bi car bêyî ders girtin, serokên Kurd tekez dikin ku sûdwergirtina ji qada şer dê bibe serweteke siyasî ya demdirêj, lê dîrokê selmandiye ku ev her tim rast dernakeve. Hêzên derveyî (Amerîka û Ewropa) ne ji ber ku wekî dijmin li Kurdan dinêrin pişta xwe didin wan, lê belê ji ber guherîna berjewendiyên wan ên pêşîn e. Dersa giring ji bo Kurdan ne ew e ku hevpeymaniyê bi hêzên mezin re nekin, lê divê alîkariya demkî û hevhatina berjewendiyan bi garantiya piştgiriya doza xwe re têkel nekin. Destkefta berdewam tenê bi rêya yekrêzî û bihêzkirina saziyan û şerîeta navxweyî çêdibe, ne bi rêya sozên hêzên dûr.
*** Gelo hûn pêşbînî dikin ku di deh salên bê de, guhertinên jeopolîtîk ber bi serxwebûna bêtir a Kurdan ve biçin, yan ber bi cureyekî konfederalî di çarçoveya dewletên niha de?**

Di deh salên bê de ez pêşbîniya serxwebûna temam (full independence) nakim, ji ber ku sîstema navdewletî pir konservatîf e û heta niha sînoran bi tûnî diparêze. Tişta ez pêşbînî dikim ew e ku Kurd cureyekî otonomiya nehevseng (uneven autonomy) bi dest bixin. Hinek herêmên Kurdî dê qada îdarî ya bêtir bi dest bixin û hinekên din jî winda bikin; hinek dê bi bêdengî pêgeha xwe xurt bikin û hinekên din jî paşve herin. Pêşeroj ne ji deqeyeke dramatîk a kêmwêne pêk tê, lê proseyeke hêdî û tije ji hevrikî ye. Siyaseta Kurdî jî dê di nav wê tengezarî û kîşmekîşê de berdewam bibe.

Top