Eckart Woertz, Profesorê Dîrok û Siyaseta Rojhilata Navîn li Zanîngeha Hamburgê ji bo Gulan: Pirrengkirina aboriyê ji bo Rojhilata Navîn mijarek girîng e
Eckart Woertz, Profesorê Dîrok û Siyaseta Rojhilata Navîn li Zanîngeha Hamburgê ji bo Gulan: Pirrengkirina aboriyê ji bo Rojhilata Navîn mijarek girîng e
Eckart Woertz, rêvebirê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (GIGA) li Hamburgê û profesorê dîrok û siyaseta Rojhilata Navîn li Zanîngeha Hamburgê ye. Ew nivîskarê pirtûka "Neft û Xwarin" e. Di kêleka karên xwe yên akademîk de, wekî şêwirmend ji bo rêxistinên Rojhilata Navîn û navdewletî kar kiriye. Berê lêkolîner bû li Navenda Karûbarên Navneteweyî ya Barcelonayê û Navenda Lêkolînên Kendavê li Dubayê. Gulanê hevpeyvînek bi wî re encam da ku mijarên sereke girêdayî rewşa niha ya Rojhilata Navîn, taybetî rewşa Iraq û Sûriyê, paşeroja van her du welatan, asayîşa xwarinê û rewşa wan a siyasî bûn.
Gulan: Hûn pisporekî pêşeng in di dîroka hevdem a Iraqê de (1979-2003). Hûn heta çi astê bawer dikin ku mîrata siyasî û aborî ya rejîma Baas hîn jî bandorê li ser xitimandina siyasî ya niha ya Iraqê dike, bi taybetî di mijara dewleta navendî û dabeşkirina çavkanî û dahatan de?
Eckart Woertz: Rêçên vê pergala "muhasasayê" (parvekirina li ser bingeha etnîkî-olî) ya ku niha tê meşandin, vedigerin serdema dagirkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ji nû ve avakirina pergala hukmrahiya welat piştî sala 2003an. Lê belê, hîn jî siya serdema Baas di warê sitem û neheqiyan de li ser Iraqê maye; bo nimûne, binpêkirinên mafên mirovan û dabeşkirina çavkaniyan. Carna dîroknasên Iraqî dudil in an jî rûbirûyê bertekan dibin dema lêkolînê li ser mijarên piştî sala 1968an an jî heta piştî 1958an dikin. Ev nîşana wê ye ku axaftin li ser serdema borî ya Baas hîn jî mijarek hesas e.
Gulan: Ji perspektîfa aboriya siyasî ve, hûn Iraqê wekî "dewleteke rantxwêr" (rentier state) pênase dikin. Ma hûn bawer dikin ku Iraq dikare di bin vê pergalê de aramiya demdirêj pêk bîne, an nakokiyên li ser dahata neftê rê li ber her reformekê digirin?
Eckart Woertz: Iraq dewleteke rantxwêr a hejar e, heger em wê bi dewletên rantxwêr ên dewlemend ên wekî Qeter, Kuweyt an Erebistana Siûdî re bidin ber hev. Lê belê, rêjeya neftê di dahata hukûmetê û hinardekirinê de gelek bilind e. Mebesta min ew e ku Iraq ji bilî neftê berhemekî din ê girîng nîne ku bikaribe hinarde bike. Ji ber vê yekê, pirrengkirina aboriyê (diversification) mijarek gelekî girîng e. Di niha de zêdekirina berhemanîna neftê karekî dijwar e, ji ber ku hejmara niştecîhan zêde dibe, nirxê neftê di bazaran de ne aram e û dibe ku ji ber pêşbaziyê (wekî Venezuela) an jî ji ber hewildanên ber bi enerjiya nûjen (renewable energy) ve dakeve.
Gulan: Eşkere ye ku têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê her tim bi alozî û diyalogê re derbas dibin. Bi nêrîna we, gelo pirsgirêk hîn jî di nezelaliya destûrê de ye, an veguheriye nakokiyeke jeopolîtîk a berfirehtir di navbera hêzên herêmî de ku destê wan di nav Iraqê de heye?
Eckart Woertz: Berjewendiyên herêmî bandorekê li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê dikin, lê şert û mercên navxweyî jî bibandor in û di encamê de faktorên navxweyî dê bandora biryarder bikin.
Gulan: Piştî salan ji şer û nakokiyan, niha têkiliyên Sûriye û welatên erebî ber bi asayîbûnê ve diçin. Bi nêrîna we ev pêşketin û hevkêşeyên nû dê çi bandorê li ser paşeroja herêmên kurdî li bakurê Sûriyê (Rojava) bikin?
Eckart Woertz: Ew otonomî û rêveberiya xweser a ku kurdan li bakurê Sûriyê heye, di bin zexta hukûmeta Tirkiyê de ye; eşkere ye ku ev welat dixwaze rê li ber avabûna dewleteke kurdî li ser sînorên xwe bigire. Di derbarê rejîma nû ya Sûriyê de jî, ev rejîm dixwaze desthilatdariyeke navendî hebe. Her wiha, îdaraya Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump, li gorî îdarayên berê yên Amerîkayê, kêmtir girîngiyê dide rol û beşdariya kurdan di şerê li dijî DAIŞê de.
Gulan: Hûn yek ji lêkolînerên navdar in di warê asayîşa xwarinê de li Rojhilata Navîn. Di bin sîbera guherîna avhewayê û kêmbûna avê de, Iraq û Sûriye çawa dikarin rê li ber karesatên mirovî û koçberiya mezin a niştecîhên xwe bigirin?
Eckart Woertz: Rojhilata Navîn çavkaniyên avê yên têrker nîne ji bo berhemanîna pêdiviyên xwe yên xwarinê. Ji ber vê yekê divê pişta xwe bi hawirdemkirina (import) xwarinê ji derve bibestê. Girîng e ku ev xwarin ji herêmên din peyda bibe, ji ber ku bazarên cîhanî yên xwarinê vekirî dimînin. Welatên vê herêmê heta ku bikaribin diravê biyanî (hard currency) peyda bikin, dikarin xwarinê bikirin, her çend çêtir e ku ev dirav bi rêya dahatên ne-neftî were bidestxistin.
Gulan: Pirsa neftê her tim faktorekî sereke ye ji bo fêmkirina rewşa Rojhilata Navîn. Gelo gava cîhanê ber bi "enerjiya kesk" ve dê bibe sedema qelsbûna pêgeha jeopolîtîk a dewletên Kendavê û Iraqê, an heta paşerojeke nêzîk neft û gaz dê wekî mijarek girîng bimînin?
Eckart Woertz: Heke ev guherîna enerjiyê pêk were, dê bandorên dûrmeqsed û demdirêj li ser herêmê bike, ku dê bandorek nerênî li ser nirxê neft û gaza xwezayî bike. Lê belê em hîn negihîştine wê qonaxê. Di niha de hîn daxwaza li ser neftê zêde dibe û hîn hin sektor hene ku nikarin bi enerjiya nûjen bên birêvebirin. Pirsa sereke ew e ku gelo dê "guherîna enerjiyê" (energy transition) pêk were an "zêdekirina enerjiyê" (energy addition); yanî neft û gaz dê wekî çavkaniyek girîng di kêleka enerjiya nûjen de bimînin.
Gulan: Wekî rêvebirê enstîtuyeke lêkolînê li Almanyayê, hûn li siyaseta derve ya Almanya û Yekîtiya Ewropayê ya li hember pirsa kurd li Iraq û Sûriyê çawa dinêrin? Ma hîn jî tenê di çarçoveya koçberî û terorîzmê de lê dinêrin, an dîtinek wan a stratejîk a berfirehtir heye?
Eckart Woertz: Di rastiyê de hevxemiyek (sympathy) ji bo beşdariya kurdan di şerê dijî DAIŞê de û dîtina wan a lîberal û vekirî heye. Lê belê, ev pirs nebûye pêşengiya (priority) siyaseta derve ya Ewropa û Almanyayê. Yanî giranî hîn jî li ser koçberî, terorîzm, aramiya herêmî û nakokiya Filistîn-Îsraîlê ye.
Gulan: Gelo pergala "dewlet-netewe" ya ku piştî peymana Sykes-Picot hate sepandin, ji bo herêmê guncaw e? An em ber bi "serweriya dabeşkirî" ve diçin ku tê de lîstikvanên ne-dewletî (non-state actors) roleke sereke lîstin?
Eckart Woertz: Em dizanin ku hejmara lîstikvanên ne-dewletî zêde dibe, ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li gelek deverên din jî. Lê belê, ew bi piranî di kêleka dewletan de an bi hevahengiya bi wan re kar dikin, ji ber vê yekê wusa xuya nake ku ew cihê dewletê bigirin.
Gulan: Hûn bi giranî li ser "datayan" (daneyan) lêkolînên xwe dikin. Heke em bi rêya datayan li Iraq û welatên herêmê binêrin, hûn paşeroja van dewletan di warê asayîşa xwarinê û guherîna avhewayê de çawa dibînin?
Eckart Woertz: Ez bawer dikim ku herêma Rojhilata Navîn dê bibe qurbaniya sereke ya guherîna avhewayê. Ji vê perspektîfê ve, divê kêmkirina bandorên guherîna avhewayê bibe pêşengiya siyasetmedarên herêmê, bi taybetî di mijarên av û asayîşa xwarinê de.
