• Saturday, 09 May 2026
logo

Serok Barzanî cejna Qewiltas li Kakayiyan pîroz kir

Gulan Media January 4, 2026 Nûçe
Serok Barzanî cejna Qewiltas li Kakayiyan pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qewiltas a Kakayiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û hêvî xwest ku Kurdistana pir-reng her dem bibe welatê aramî û pêkvejiyanê.

Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 3yê Çileya 2026an, peyameke pîrozbahiyê arasteyî civaka Kakayî ya li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir. Serok Barzanî di peyama xwe de giringî da mîrata çandî û dînî ya Kakayiyan û serkeftina çanda wekheviyê bilind nirxand.

Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin:

"Bi boneya hatina cejna Qewiltas a Kakayiyan, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ arasteyî xwişk û birayên Kakayî yên li Kurdistan, Iraq û li seranserê cîhanê dikim.

Kurdistan welatê tebayî, biratî û pêkvejiyanê ye. Ez hêvîdar im ku xwişk û birayên Kakayî û hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê, her dem cejn û rojên xwe yên xweş di bin sîbera aramî û asûdeyiyê de pîroz bikin. Bimînin di xêr û xweşiyê de."

Cejna Qewiltas, wekî yek ji cejnên herî giring û pîroz ên pêkhateya Kakayî (Yarsan) tê hejmartin ku piştî sê rojên rojiyê tê pîrozkirin.

 

K24

Top