Zebarî li ser xwepêşandanên li Îran, Venezuela û Rojhilata Navîn: Tiştê ku tê mezintir e
Endamê Desteya Rêveberiya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Hoşyar Zebarî ragehand; destpêka sala 2026an ji bo cîhana nû destpêkek dijwar bû û got: ‘’Tiştê ku tê mezintir e.’’
Endamê Desteya Rêveberiya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Hoşyar Zebarî li ser tora xwe ya civakî X de nivîsek belav kir û ragehand: "Ji şerê li başûrê Yemenê li ser hegemonya Îranê û xwepêşandanan bigire heya rûbirûbûna Amerîkayê li Venezuelayê û girtina serokê wê di operasyoneke leşkerî ya bilez de û her weha aloziyên herêmî li Rojhilata Navîn, hemî nîşaneyên wê ne ku tiştê ku tê mezintir e."
Hoşyar Zêbarî diyar kir çapemeniya erebî wek pêwîst giring bi bûyerên Îranê û Venezuelayê neda û got: "Bûyerên dramatîk ên xwepêşandanên Îranê û bûyerên leşkerî yên Amerîkayê li Venezuelayê ji hêla medyaya erebî ve têra xwe baldar nebûn û bi giranî li ser operasyonên li başûrê Yemenê li Hezremewtê sekinîn,"
Li gorî Zebarî, ji ber nebûna baldariyê li ser van bûyeran, "wêneyê mezin ê herêm û cîhanê winda bû û wêneyê giştî yê bûyerên girîng winda bû.
Basnews
