• Saturday, 07 February 2026
logo

Profesor Charles David Freilich ji bo Gulan: Dibe ku bi rêya bikaranîna hêzê aştî pêk were

Gulan Media August 19, 2025 Dîmane
Profesor Charles David Freilich ji bo Gulan: Dibe ku bi rêya bikaranîna hêzê aştî pêk were


Profesor Charles David Freilich ji bo Gulan: Dibe ku bi rêya bikaranîna hêzê aştî pêk were

Charles David Freilich, profesorê zanista siyasî ye li Zanîngeha Columbia li New Yorkê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, û berê jî mamosteyê zanista siyasî bû li Navenda Belfer li Zanîngeha Harvardê. Di lêkolînên xwe de, wî mijarên têkildarî karûbarên navneteweyî xistiye ber çavan û giringî dayê, û xwediyê çend berheman e wekî "Stratejiyek Nû ji bo Serdema Guhertinê" û gelek lêkolînên zanistî jî pêk anîne. Gulan hevpeyvînek pê re saz kir, ku mijarên wê zêdetir bi rewşa heyî ya Rojhilata Navîn û pêşketin û rûdanên ku derketine holê ve girêdayî bûn. Bi taybetî şerê dawî yê Îran û Îsraîlê, pirsgirêka sînorên dewletên vê herêmê û şêwaza nêzîkatiya rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi serokatiya Donald Trump, li hember karûbar, pirsgirêk û nakokiyên vê herêmê û çend mijarên din ên têkildar.

Wekî ku eşkere ye, herêma Rojhilata Navîn bi gelek qeyranên dijwar û karesatan re rû bi rû ye. Nêrîn û têgihiştina we li ser rê û arasteya van pêşketinan çi ye, bi taybetî ku niha gelek behsa Rojhilata Navîn a Nû tê kirin. Gelo dibe ku ev sîstema ku îşaret pê tê kirin, bibe sedema vegerandina aramiyê ji bo vê herêmê?
Di rastiyê de, em dikarin bibêjin: Di van demên dawî de hin pêşketin çêbûne ku hêjayî nirxandinê ne. Mînak, di vî warî de em dikarin îşaret bi wê yekê bikin ku Tevgera Hemasê li Zîvala Gazzeyê bi radeyeke mezin lawaz bûye, Hizbullaha Libnanê derbeyên mezin xwariye û ev yek bandoreke mezin û giran li ser wê hiştiye. Di heman demê de, rejîmek nû li welatê Sûriyeyê derketiye holê û desthilatdarî girtiye dest, lê - her çend dibe ku hîn zû be ku em vê yekê bi bawerî bibêjin - wisa dixuye ku ew rejîma ku desthilatdarî girtiye dest, rê û rêbazeke pragmatîk girtiye ber xwe û heta amade ye ku dest bi pêvajoya diyalogê bike, hem bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re û heta bi dewleta Îsraîlê re. Her wiha, di van demên dawî de Komkara Erebî Tevgera Hemasê ji ber êrîş û lemhên 7ê Cotmehê şermezar kir, û di heman demê de daxwaza çareseriya du-dewletî kir. Ji aliyekî din ve, em dizanin ku berî destpêkirina şer jî, têkiliyên Îsraîl û welatên herêma Kendavê her ku diçû ber bi asayîbûnê ve diçûn, ku van hemû pêşketinan sîbera xwe li ser pêşveçûnên paşê yên herêmê hiştiye.
Heke em dîsa pirsê li ser tiştê ku jê re tê gotin, Rojhilata Navîn a Nû, bikin, gelo hûn wisa difikirin ku pêkhatina vê sîstemê bûye tiştekî neçar? Dê rehend û têkiliyên vê sîstema nû çi bin, bi taybetî di girêdana bi sînorên dewletên vê herêmê re? Gelo dê ti guhertin jê derkevin û dewletên nû ava bibin? Gelo ev yek dê bibe sedem ku asoyek ji bo pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê vebe?
Ez bawer nakim ku gelek sînorên kevn ên vê herêmê guherîbin, û her wiha ez di wê baweriyê de nînim ku îhtimaleke mezin ji bo pêkanîn û cîbicîkirina çareseriya du-dewletî di pêşerojeke nêzîk û dibe ku paşê de jî hebe, ji ber ku berê filistîniyan hemû pêşniyarên aştiyê red kiribûn. Îsraîl jî derbasî qonaxeke din bû û paşê Tevgera Hemasê bi pêkanîna êrîşên 7ê Cotmehê, bizmara dawî li tabûta vê pêşniyar û çareseriyê da. Van hemûyan jî bû sedema derketina rewşekê ku niha gelek îsraîlî, di nav wan de çepgir jî, di wê baweriyê de ne ku êdî ne mimkun e tedbîrên pêwîst ên girêdayî çareseriya du-dewletî werin cîbicîkirin, ne di çarçoveya sînorên Zîvala Gazzeyê de, ne jî di nav sînorên Kenara Rojava de, ku li hember navendên niştecîhên nav Îsraîlê ne.
Donald Trump, ji kampanyayên hilbijartinê heta niha, îdia dike ku hewldana wî ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê ye û dixwaze hêza Amerîkayê di vî warî de bikar bîne, tiştê ku ew bi xwe jê re dibêje aştî bi rêya hêzê. Hûn çawa li vê têgehê û encam û bandorên wê dinêrin?
Tişta cihê mixabiniyê ye ew e ku hêz û bikaranîna wê beşekî jêneveqetandî û necudakirî yê siyaseta navneteweyî ye, ev yek di rabirdûyê de û heta niha jî wisa bûye. Ji bo bersiva pirsa we, bê guman dibe ku bi rêya bikaranîna hêzê aştî pêk were û were sepandin. Hûn li Şerê Cîhanî yê Duyem binêrin, li aştiya di navbera Îsraîl û Urdun û Misirê û welatên din de. Dibe ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump, nikaribe aştiyeke demdirêj û berdewam li herêma Rojhilata Navîn pêk bîne, lê heke vî karî jî neke, ev ne şert e ku xeletiya wî be.
Mijareke din a girêdayî rêveberiya Serok Donald Trump ew e ku ew dixwaze rêbazeke mîna karsaziyê bişopîne, ango li şûna ku bi rêya afirandina nakokî û pirsgirêkan hewl bide bigihîje armancên xwe, ew dixebite ku bi rêya têkiliyên bazirganî van berjewendiyan pêş bixe û girêkên kor veke. Nêrîn û têgihiştina we di vî warî de çi ye, gelo dibe ku ev bibe bingeheke zexm ji bo hevbendî û aramiya li vê herêmê?
Ev tiştekî nayê înkarkirin û eşkere ye ku her tim mijarên aborî û têkiliyên bazirganî girîngî û wateya xwe hebûne, lê divê em di vî warî de ji bîr nekin ku rastiyeke din jî heye, ew jî ew e ku terazû zêdetir ber bi xewnên neteweyî û mijarên siyasî ve diçe.
Mijareke girîng û pêşketineke mezin a din a vê dawiyê li herêmê, şerê 12-rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de bû. Hûn di wê baweriyê de ne ku di ronahiya vî şerî û şerên Îsraîlê bi komên nêzîkî Îranê re, heta çi radeyê guhertineke mezin di ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê de çêkirine? Her di derbarê vê mijarê de, hûn bawer dikin ku îhtimala şerekî din di navbera Îran û Îsraîlê de heye?
Bê guman, îhtimala derketina şerekî din di navbera her du dewletên Îsraîl û Îranê de heye, lê ev yek zêdetir bi helwesta Îranê ve girêdayî ye. Ango, heke Îran xwe ji nû ve avakirina bernameya xwe ya atomî û mezinkirina depoya xwe ya mûşekan dûr bigire, wê demê Îsraîl dê ti hincet û behaneyek ji bo êrîşê nemîne. Bê guman, guhertineke mezin û kûr di ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê de çêbûye, bi taybetî piştî êrîş û şerên wê bi Îranê re û tiştê ku jê re tê gotin "Mîhwera Berxwedanê".
Eşkere ye ku dewleta Îsraîlê piştî êrîşên Hemasê zêdetir hewl daye ku bi rêya bikaranîna hêza leşkerî bigihîje armancên xwe û hevrikên xwe lawaz bike. Ev yek heta çi radeyê rewşa ewlehiyê ya herêma Rojhilata Navîn guhertiye?
Heke mebest ew be ku em bibêjin Îsraîl hegemonyaya xwe li ser herêmê sepandiye, wê demê eşkere ye ku Îsraîl dewleteke biçûk e û wê şiyanê nîne ku vî karî bike. Her çend em nikarin bibêjin ku ew ne lîstikvanekî mezin e li herêmê, belkî em dikarin bibêjin ku ew karakterê leşkerî yê herî bi hêz e tê de, lê tevî vê yekê jî, em nikarin bibêjin ku ew bûye hêzeke hegemonîk.

 

Gulan

Top