Newzad Hirorî, zimannas û pisporê zimanê kurdî: Her kesê ku dixwaze li Kurdistanê bicîh bibe, yan kar bike, divê hikûmet ferz bike, fêrî zimanê kurdî bibe.
Newzad Hirorî, zimannas û pisporê zimanê kurdî: Her kesê ku dixwaze li Kurdistanê bicîh bibe, yan kar bike, divê hikûmet ferz bike, fêrî zimanê kurdî bibe.
Newzad Hirorî, zimannasekî kurd e û pispor e di zimanê kurdî de û rêveberê pirtûkxaneya kurdî ye li Stockholmê li welatê Swêdê. Di gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de (Astengiyên heyî yên li pêşiya zimanê kurdî), bi vî rengî dîtin û nêrîn û pêşniyarên xwe anî ziman.
Gelek spasî beşa çand û ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikim, ku ez vexwendim ji bo vê gotûbêja girîng a li ser astengiyên li pêşiya zimanê kurdî û bi rêya (WhatsApp)ê ez bi wan pisporên birêz re nas kirim.
Bi rastî zimanê kurdî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê, ji mêj ve rûbirûyî astengî û zehmetiyên gelek mezin bûye. Heta li Kurdistana Başûr jî ew navçeyên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne wek "Mûsil, Kerkûk, Diyale", bi berdewamî astengî ji bo xwendina zimanê kurdî û paqijkirina zimanê kurdî li wan bajaran ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve berdewam e.
Ji bo vê gotûbêjê çend mijar hatine diyarkirin ji bo ku gotûbêj li ser bêne kirin. Yek ji wan mijaran rawestîn e li ser hebûna dibistanên taybet û navneteweyî ku xwendekarên kurd bi zimanê îngilîzî tê de dixwînin û, zêdetir giringî li ser fêrbûna zimanê îngilîzî tê danîn û girîngî bi zimanê kurdî nayê dayîn. Her wiha mijareke din a gotûbêjkirinê li ser tabelayên cihên bazirganî û giştî û cihên geştiyariyê bû, ku bi zimanê biyanî tabela hildiwêsin û kêm girîngiyê didin zimanê kurdî, mîna ku zimanê biyanî li Herêma Kurdistanê serdest be.
Ev diyardeya ku niha li Herêma Kurdistanê tê hîskirin, ez wê girêdidim bi siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navê "siyaseta ziman" ku ji bo parastina zimanê kurdî heye. Pirs li vir ev e, gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê siyasetek wê heye ji bo "zimanê kurdî û parastina wî"? Bi qasî ku ez agahdar im, niha li Herêma Kurdistanê "Akademiya Kurdî" û zanîngehên baş hene ku lêkolînên pir baş li ser zimanê kurdî pêşkêş dikin, her wiha xwendina bi zimanê kurdî li dibistanên hikûmetê heye. Lê astengî û pirsgirêk jî hene. Ji ber vê yekê pêşniyara min ev e ku hikûmeta Herêmê li ser asta Encumena Wezîran fermangehekê ji bo dariştina planekê ji bo parastina zimanê kurdî damezrîne.
Hebûna planekê ji bo parastina rûmeta ziman, pêşîniya stratejîk a her netewe û dewletekê ye. Wextê ku ez hatim welatê Swêdê, bi awayekî ferz û pabendkar neçar kirim ku ez fêrî zimanê swêdî bibim. Bêguman, niha jî wisa ye her kesê ku bixwaze li welatê Swêdê bicîh bibe, mercê yekem ew e ku divê, fêrî zimanê swêdî bibe, ji bo vê jî ew xelk dixin nav kursên xwendinê. Ew kurs jî carinan du salan berdewam dikin, heta ku bi temamî fêrî ziman dibe.
Di vê çarçoveyê de, girîng e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bername û planên bi vî rengî hebin, her kesê ku dixwaze li Kurdistanê bicîh bibe, yan kar bike, wê demê divê ferz bike, fêrî zimanê kurdî bibe.
Derbarê wan dibistanên taybet û navneteweyî yên sektora taybet ku xwendin tê de bi zimanê îngilîzî ye, ku bi taybetî em dibînin zimanê kurdî tê de serdestiya xwe nemaye, pir girîng e hikûmeta Herêma Kurdistanê bi metoda "xelat û ceza" muameleyê li gel wan dibistanan bike. Ji bo nimûne mercekê deyne, ji bo hemû wan dibistanan û ji wan re bê gotin "her dibistaneke taybet û navneteweyî eger karî serdestiya zimanê kurdî wek zimanê îngilîzî biparêze, wê demê bacê li ser kêm bike. Berevajî vê, her dibistanek pabendî wê mercê nebe, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bacê li ser zêde bike, ji bo ku neçar bibe girîngiyê bide zimanê kurdî. Ev şêwaz wê îspat bike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseteke rast heye ji bo serdestkirina zimanê kurdî li Herêmê.
Xaleke din jî di vê gotûbêjê de rawestîn li ser hate kirin, ew jî ev e ku li piraniya cihên bazirganî û geştiyariyê, ew karmend û karkerên ku kar tê de dikin, nizanin bi zimanê kurdî biaxivin. Pêşniyar dikim ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di dema niha de, divê ferz bike li ser cihên bazirganî û cihên geştiyariyê bi wê yekê ku ew karmend û karker ji bo maweya şeş mehan, yan zêdetir hevdem ligel berdewambûna li ser karên xwe kursên fêrbûna zimanê kurdî ji wan re bên vekirin û xwe fêrî zimanê kurdî bikin. Ji bo pêşerojê jî mercê fêrbûna ziman bike merc ji bo her kesekî biyanî ku dixwaze li Kurdistanê bicîh bibe, yan karekî bike. Di wî warî de, hikûmet dikare bi rêya bacê destxweşiyê li wan xwedankarên ku karmendên xwe bi rêya kurs û awayên din fêrî zimanê kurdî dikin bike bi wê yekê ku baca wan kêm bike. Di heman demê de, baca wan xwedankarên ku karmendên wan di demek diyarkirî de fêrî kurdî nebûbin zêde bike.
Gulan
