Dr. Nazaket Hisên, endama Xeleka Gotûbêjê: Rê û ban ne tenê bajaran bi hev ve girêdidin, belkû hemû sektorên din ên xizmetguzariyê jî bi hev ve girêdidin
Dr. Nazaket Hisên, endama Xeleka Gotûbêjê: Rê û ban ne tenê bajaran bi hev ve girêdidin, belkû hemû sektorên din ên xizmetguzariyê jî bi hev ve girêdidin
Dr. Nazaket Hisên, endama Xeleka Gotûbêjê û endama Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê ye û sernivîsera rojnameya (Kurdish Globe - Çapa Îngilîzî) ye. Di gotûbêja vê carê ya "Xeleka Gotûbêjê" de (Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatûçoyê), bi vî awayî nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Her carê ku em behsa xizmetguzariya sektora rê û banan dikin, çav û xeyalên me diçin ser şêwaz û rêkûpêkiya cadeyan. Ev girîng e û çavkaniya sereke ya serkeftina vê sektorê ye di xizmetguzariyê de, lê gotûbêja li ser vê mijarê pir-alî ye, gelek aliyên pêwendîdar û mijarên pêwendîdar pê ve girêdayî ne. Sektora rê û banan ne tenê bajaran bi hev ve girêdide, belkû hemû sektorên din ên xizmetguzariyê jî bi hev ve girêdide. Ji bo ku em bi selametî û hêsanî bigihîjin dibistanê û proseya perwerdeyê serkeftî be, divê rê û banên me yên baş hebin. Her weha, ji bo ku em nexweşê xwe zû û bi hêsanî bigihînin nexweşxaneyê, divê rêyeke baş, bilez û ewle hebe. Ji bo ku jîngeha me paqij be, divê hatûço û rê û ban tendurist bin. Ji bo ku em kareba, av û hemû xizmetguzariyên din bigihînin bajar, gund, navçe û nahiyeyan, divê berî her tiştî rêyek ji bo hatûçoyê hatibe amadekirin.
Zanista nû derbarê hebûna civakeke tendurist û kesekî xwedî derûnekî aram û tendurist, dibêje: "Hebûna rê û banên baş ku kes bi hêsanî bigihîje ser karê xwe, yek ji sedemên aramiya derûnî ye, ji ber ku dema rê û ban kesekî diêşîne û bi zexteke derûnî diçe ser karê xwe û vedigere malê, aloziyeke derûnî û civakî jê re çêdike."
Ji ber vê yekê, dema em behsa çaksaziyê di vê sektorê de dikin, ango em behsa serkeftina hemû sektorên din dikin. Çaksazî di vê sektorê de jî pir-alî û xwedî gelek aliyên pêwendîdar e. Ji aliyekî ve, divê hikumet hewl bide ku van rê û banên tendurist û ewle dabîn bike, û ji aliyê din ve, divê kes jî şêwaza bikaranîna vê xizmetguzariyê diyar bike. Reftara ajokaran, derbasbûna peyayan û parastina paqijî û saxlemiya cadeyan, beşek ji çand û perwerdeya kesên civakeke hişyar e. Ev hişyarî divê ji çavkaniyên perwerdeyê yên wekî dibistan, cihên olî, malbat û civakê were.
Beşê herî mezin ê bûyerên hatûçoyê ne ji ber xirabiya rê û banan e, belkû bi xirab bikaranîna rê û banan û reftara ajokar û kesan ve girêdayî ye.
Pêşniyara ji bo çaksaziyê di vê sektorê de, çaksazî ye di şêwaza rê û banan de, ji aliyê endezyariyê ve bigire heta bi saxlemiya çêkirina wan. Her weha, dabînkirina amûrên cuda yên veguhestinê, ji ber ku siruşta jiyanê wisa lê hatiye, ku piraniya kesan divê rojane ji malê derkevin û bilivin, û nabe ku her kes otomobîlekê bi xwe re bibe derve, wekî ku em îro dibînin.
Ragihandin wek amûreke perwerdeyî û çandî, divê bi awayekî tendurist bi vê pirsê re mijûl bibe û rola hişyarkirinê bilîze, ne tenê nîşandana bûyeran. Ango, ligel dabînkirina rê û banên baş û amûrên veguhestinê yên baş û curbicur, divê kes bi reftareke tendurist a bikaranîna vê xizmetguzariyê ve were pabendkirin. Mamosteyekî psîkolojiyê dibêje: "Ajokarî û şêwaza ajokariyê ji psîkolojî û reftara kesan derdikeve."
Gulan
