• Sunday, 08 February 2026
logo

Xedîce Mihemed Ehmed Rêvebera Rê û Piran a Duhokê: Ew metoda ku em ji bo çêkirina rê û banan bi cih tînin, serkeftî bûye û qonax bi qonax jî em wê ber bi pêş ve dibin.

Xedîce Mihemed Ehmed Rêvebera Rê û Piran a Duhokê: Ew metoda ku em ji bo çêkirina rê û banan bi cih tînin, serkeftî bûye û qonax bi qonax jî em wê ber bi pêş ve dibin.

 

Xedîce Mihemed Ehmed Rêvebera Rê û Piran a Duhokê: Ew metoda ku em ji bo çêkirina rê û banan bi cih tînin, serkeftî bûye û qonax bi qonax jî em wê ber bi pêş ve dibin.

Xedîce Mihemed Ehmed, Rêvebera Rê û Piran a Duhokê ye û sala 1998an bawernameya Endezyariya Sivîl ji Zankoya Duhokê wergirtiye û, ji sala 1999an ve wek endezyar li Rêveberiya Rê û Piran a Duhokê dest bi kar kiriye û, di beşên teknîkî û plan û çavdêriya projeyan de kar kiriye. Di gotûbêja vê carê ya «Xeleka Gotûbêjê» de (Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê), li ser vê mijara girîng bi data û amaran, nêrînên xwe û gelek pêşniyar û rasparte pêşkeş kirin.

Spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikin, ku ev gotûbêja girîng organîze kiriye û ev hemû kesên pispor û şareza kom kirine da ku em li ser «Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê» biaxivin û, di heman demê de pirsgirêkan destnîşan bikin û çareseriyên guncaw û pratîkî ji wan re bibînin.

Di vê çarçoveyê de, wek Rêvebera Rê û Piran a Duhokê, ez hez dikim zêdetir li ser projeyên rê û banên Duhokê biaxivim û behsa xwe di sê mijarên serekî de kom bikim ku ev in:

1

Em çiqas ji rê û banên xwe razî ne?

Di bersiva vê pirsê de, ez tenê behsa rê û banên parêzgeha Duhokê dikim û, bi berawirdkirina bi rê û banên dewletên cîran re nirxandinê jê re dikim, lewma em dikarin bêjin, rê û banên parêzgeha Duhokê di navbera asta navîn û baş de ne. Ew metoda ku em ji bo çêkirina rê û banan bi cih tînin, serkeftî bûye û qonax bi qonax jî em pêş ve dibin. Pêwîst e ev tora rê û banan a heyî, zêdetir ber bi pêş ve bê birin. Wek mînak, niha em di proseya qîrkirina rê û banên xwe de cureya asfaltê ya «Stone Mastic Asphalt- SMA» bi kar tînin, ku ji bo cara yekem li ser asta Iraq û Kurdistanê di projeya rêya «Duhok-Zaxo» de, di rêya navbera «Batîl – Geliyê Zaxo» de hatiye bikaranîn. Ev cure asfalt li hember giraniya zêde ya kamyonên bargir ber xwe dide û gelek serkeftî bûye.

2

Divê çi bê kirin da ku bûyerên hatûçûnê kêm bibin?

Dema em bi giştî behsa bûyerên hatûçûnê yên Herêma Kurdistanê dikin, em dibînin ku bûyerên hatûçûnê gelek in, lê dîsa jî ez tekezî li ser rê û pirên parêzgeha Duhokê dikim, ku di beşekê de rê û pir bi xwe sedemên bûyerên hatûçûnê ne. Di vê çarçoveyê de, hin rê û pirên me hene ku kevn bûne û temenê wan xilas bûye û bi taybetmendiyên teknîkî yên serdemê û qebareya hatûçûna li ser wan rêyan re naguncin, lewma divê ew rê û pirên kevn careke din bi teknîkên standard ji nû ve bên çêkirin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku temenê wan rê û piran derbas bûye û bi tamîrkirina asayî em nikarin wan çareser bikin. Niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, li Wezareta Avadankirinê kar li ser nûkirina masterplana «Rê û Piran» tê kirin, da ku rêzbendiya projeyan bê kirin û bikevin warê cîbicîkirinê.
Rêyên serekî yên kamyonên bargir ku di nav bajarok û gundan re derbas dibin, yek ji sedemên çêbûna bûyerên hatûçûnê ye. Ji ber vê yekê, pêwîst e rêya kamyonên bargir bê cudakirin û li gorî pêwîstiyê rêyên taybet ji bo bargiran bên çêkirin. Wek mînak, rêya «Berdereş – Kelek», ku niha ketiye warê cîbicîkirinê. Piştî hejmartina trafîkê «Traffic account», ji me re derket holê ku rojane «3155» kamyonên bargir û tenê «500» otomobîlên serنشînan vê rêya nû bi kar tînin. Ev jî tê wê wateyê ku bi vê rêya nû ya ku kar tê de berdewam e, rêya kamyonên bargir ji yên serنشînan hatiye cudakirin.
Mijara tamîrkirin û parastina rêyan li Herêma Kurdistanê ez lawaz dibînim. Ev jî ji ber wê yekê ye ku tevî ku rê li gorî standardên navneteweyî tên çêkirin, lê ji ber ku em rêyan naparêzin û bi berdewamî tamîr nakin, temenê rêyan kurt dibe, ku ev yek ziyaneke mezin a aborî digihîne sektora rê û banan.
Proseya tamîrkirina rêyan, hema ji roja vekirina rêyan bi sê qonaxan dest pê dike, ku ev in:
• Proseya tamîra pêşwext a xweparastinê «Preventive maintenance», ku hema digel vekirin û bikaranîna rê ji bo hatûçûnê dest pê dike.

• Tamîra rûtîn «routine maintenance», ku di navbera (2-5) salan de, li gorî qebareya hatûçûna li ser, proseya tamîrkirina rê dest pê dike.

• Tamîra awarte «emergency maintenance», ango dema rêyek xera dibe, pêwîst e di zûtirîn dem de bê tamîrkirin. Lê ji ber bûdceya kêm a ku ji bo tamîrkirina rêyan tê terxankirin û kapasîteya sînordar a rêveberiya tamîrkirinê, kapasîteya me ya cîbicîkirina qonaxên yek û du yên tamîrkirina rêyan «tamîra pêşwext a xweparastinê û tamîra rûtîn» nîne, û tenê tamîra awarte dikare bê cîbicîkirin, dema ku rêyek ji nişka ve xera dibe.

• Her materyal û tebeqeyeke rê, temenê xwe yê diyarkirî heye. Wek mînak, eger hemû qonaxên tamîrkirin û parastina rêyan baş bên cîbicîkirin, tebeqeya dawî ya qîrê ya rêyan pêwîstî bi rakirin û ji nû ve qîrkirinê heye. Eger ev neyê kirin, dibe sedema xerabûna tebeqeyên binî yên rê, ku ev yek ziyaneke gelek mezin digihîne rê.

3

Baştirkirin û pêşvebirina karê nûjenkirina rêyan

Damezrandin û cîbicîkirina sîstema «Road asset management system» ji bo plansazî, nûjenkirin û parastina rêyan bi awayekî zanistî.
Sûdwergirtin ji sektora taybet ji bo nûjenkirina rêyan bi şêwaza girêbestên li gorî encamdanê - Performance Based contract». Ev şêwaz girîng e ku wek qonaxa yekem li ser wan rêyên ku bi şêwazê standarda navneteweyî ya nû hatine çêkirin, were cîbicîkirin, wek rêya serekî ya «Zaxo – Duhok – Hewlêr».
Girîngîdan bi mijara ewlehiya rê û banan, bi taybetî xêzkirina rêyan û gardîl ji bo rêyan bên çêkirin, û hêma û rênimayên hatûçûnê li ser rêyan bên danîn.
Pêwîst e neyê hiştin ku projeyên rê û banan ji ber qeyrana aborî rawestin. Her wiha divê nûjenkirin û parastina rêyan di pêşengiya karên hikûmetê de be. Ji vê zêdetir, divê bi hemahengiya di navbera parêzgeh û rêveberiyên pêwendîdar de, ji pirsgirêka berdewamiya projeyên rê û banan re çareserî bê dîtin.
Di projeyên nû yên rê û banan de, dema proje xilas dibe, rê tên xêzkirin û hemû hêma û rênimayên hatûçûnê tên danîn, lê nûjenkirina wan gelek lawaz e. Wek mînak, temenê boyaxa sar a xêzkirinê tenê salek an du sal in, û yê germ jî sê heta pênc sal e, lê girîngî bi vê mijarê nayê dan, û gelek rêyên me hene ku 10 sal in nehatine xêzkirin. Ji vê zêdetir, hêma û rênimayên hatûçûnê bi berdewamî pêwîstiya wan bi paqijkirin û nûjenkirinê heye, lê bi awayekî xemsarî di vî karî de heye û nayê kirin.
Di kabîneya heftem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, karê paqijkirin û nûjenkirina hêma û rênimayên hatûçûnê û xêzkirina rêyan ji Wezareta Avadankirinê hate veguhestin ji bo Rêveberiya Giştî ya Hatûçûnê. Bi texmîna me, Rêveberiya Giştî ya Hatûçûnê wek pêwîst girîngî bi vê mijarê nedaye, bi taybetî di rê û banên derveyî bajaran de ku xêzkirina wan rê û banan gelek girîng û pêwîst e.

 

Gulan

Top