Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Hebûna rê û banên pêwîst û serdemî, nîşana saxlemî ya îdarî, siyasî û aborî ye
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Hebûna rê û banên pêwîst û serdemî, nîşana saxlemî ya îdarî, siyasî û aborî ye
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Guftûgoyê û berpirsê Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê ye û di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê), bi vî awayî nêrîn, têgihiştin û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Rê û ban weke pêdiviyeke serekî û herî pêşîn a vê serdema lezgînî û guhertinên nişkavî ku carinan ne çaverêkirî ne, xwedî girîngiyeke mezin in. Bi vê wateyê jî, hebûna rê û banên pêwîst û serdemî, nîşana saxlemiya îdarî, siyasî û aborî ne û yek ji demarên sereke yên veguhestin, gihandin, firotina kelûpelan, veberhênan, çandinî, geştyarî û vejandina her civak û welatekî ne. Têkiliya wan a rasterast bi jiyan û mirina welatiyan re heye. Bi wî awayî ku eger bi qasî pêwîst û bi kalîteyeke bilind bên çêkirin û bi şêweyekî medenî ji aliyê hatûçûnê ve bên rêkxistin, dibin sedema kêmbûna bûyerên hatûçûnê û her bûyereke din û kêmbûna canjidestdanê. Dema ku welatî bi leztirîn û hêsantirîn şêwe bigihîjin nexweşxaneyan û destê wan bigihîje alîkariya tenduristî ya bilez, ev rê li ber windabûna mal û milkê welatiyan ji ber bûyerên hatûçûnê û şikestin û lêçûna tamîrkirina amûrên veguhestin û gihandinê jî digirin. Qerebalixî jî heta radeyeke mezin li ser cadeyan kêm dibe; bi taybetî li wan welat û cihên ku rêyên bazirganiyê yên zêde tê de derbas dibin û rêyên gihîştina havîngeh û cihên geştyarî ne.
Rast e ku di salên borî de kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê komek proje yên baş û stratejîk ên rê û ban û hatûçûnê li beşek ji parêzgeh û yekeyên îdarî cîbicî kirine, an jî di bin cîbicîkirinê de ne. Lê belê, hêj jî weke pêwîst nînin, ji ber ku hem hejmara wan li gorî leza guhertinan û amûrên veguhestinê nîne, bi taybetî otomobîl, ku niha bi hejmareke gelekî mezin bûye amûra sereke ya hatûçûnê. Ji aliyê kalîte û kelûpelên avakirinê ve jî, hêj weke pêwîst nînin û piştî demeke kurt piraniya wan hewceyî nûjenkirinê dibin û weke pêwîst ji wan re nayê kirin. Ji bilî vê, pêşengî ji projeyan re nayê dayîn û hest bi corekî neheqiyê tê kirin. Mînak, gelo ew derfetên ku niha ji bo du-rêçika benda Gomaspanê tên xerckirin, ne baştir bû ku rêya Hewlêr-Koyeyê pê bihata temamkirin, ku ev çend sal in kar tê de rawestiyaye û gelek kes li ser wê rêyê rastî bûyeran hatine û canê xwe ji dest dane? Hatîye wê astê ku ez bêjim, xerabî û tirsnakiya rê û banan, bandoreke mezin li ser psîkolojiya ajokar û rêwiyan û jiyana civakî û malbatî dike.
Gelek ji wan ajokar û rêwiyan, mînak, eger sibehê niyeta sefer an geştê bikin, tirsa rê û nebawerî wan dixe nava fikarê, bi taybetî eger bixwazin biçin bajarekî wek Silêmanî, Helebce, sînorê Raperînê û bajarekî wek Koyeyê û hin deverên din. Gelek malbat hene ku ji ber tirsa qerebalixî, metirsî û ne-ewlehiya rê û banan nikarin li gorî hêvî û daxwazên zarokên xwe tevbigerin û di betlaneyan de wan bigerînin û beşdarî helkeftên civakî bibin û serdana xizm û dostên xwe bikin. Ev yek jî di dawiyê de bandoreke neyînî li ser têkiliyên civakî dike û dibe sedema firehbûna valahiyên civakî. Vêca, divê çi bê kirin?
Li şûna birrîna çiya û giran, bila li herêmên çiyayî tûnel bên çêkirin; ev yek ji bo xerab nekirin û parastina bedewiya xwezayê û ji bo kurtkirin û kêmkirina dema pêwîst ji bo derbasbûna li ser rêyan e.
Pêwîst e hewl bê dayîn ku ew rêyên ku ji sînor û deriyên sînorî tên û ew rêyên ku dikevin ser cihên geştyarî, di nava bajar û avadaniyan re derbas nebin da ku qerebalixî çênebe.
Pêwîst e hewl bê dayîn ku li wan rê û banên ku otoban jî nînin, dem bi dem milê rêyê (shoulder) an cihekî rawestanê ji bo kamyonan hebe, da ku di dema xerabûnê de bi hêsanî karibin rawestin û di dema pêwîst de rê ji bo derbasbûna otomobîlên din vekin.
Li wan cihên ku ji bo derbasbûn an zivirînê hatine veqetandin, heta li ser rêyên derveyî bajaran jî, bila pirên jêrîn (enderpas) an pirên serîn (overpas) bên çêkirin. Eger na, bila li wan cihan firehiya rêyê zêdetir bê kirin.
Li ser rê û banan, sîstemeke tomarkirina serpêçiyan a taybet bi kamyonan bê danîn û ji bo cezakirina wan dema ku bi şev roniyên xwe yên bilind (full-light) vedikin, bi taybetî dema ku otomobîlên biçûktir li hember wan tên; an jî li ser rêyên yek-rêçik zêdetirî sê-çar heb bi hev re diçin û derfetê nadin otomobîlên din ku derbas bibin, di demekê de ku rê bi radar û kamerayên lezê tê kontrolkirin û ajokar nikare bi leza destûrdayî ji wan derbas bibe.
Dema ku bûyereke hatûçûnê rû dide û rê an jî têlên dora wê xera dibin, piştî cezakirinê bila rasterast dest bi nûjenkirinê bê kirin; mayîna van cihan bi xerabî û wêranî, dîmeneke gemar dide rêyan û li gelek cade û rêyên derve ev dîmen tên dîtin.
Bila amûr û kelûpelên nû û serdemî yên avakirin û nûjenkirina rêyan bên anîn. Li welatekî wek Swêdê, amûrekê bi kar tînin ku rasterast û bêyî xerakirin, kêmasî, şikestin û valahiyên rêyan tamîr dike û nahêle demek dirêj bi ser wan de derbas bibe û wêranbûna wan rêyê bigire.
Pêwîst e hewl bê dayîn ku zêdetir sûd ji kompaniyên biyanî bê wergirtin ji bo avakirina rê û banan; ji ber ku li vir û wir tê gotin ku hin kompaniyên navxweyî corekî monopolê dikin û ew yên kesên xwedî-desthelat an nêzîkî berpirsan in, ku bi awayekî dest datînin ser projeyan û bi xwe kontrola dîzayna projeyan jî dikin, bi wî awayî ku ji wan re sûda maddî zêdetir be. Her wiha dikarin di dema hebûna her kêmasiyekê de bi hêsanî û bi çavsorîkirina li karmend û endezyaran xwe xilas bikin. Eger ev yek bê kirin, wê demê pereyeke zêde ku wek qezenc diçe bêrîka wan kompaniyan, dê vegere xezîneya hikûmetê û dikare amûr û kelûpel ji bo avakirina rê û banan pê bê dabînkirin. Her wiha pêwîst e hewl bê dayîn ku Daîreya Karûbaran (Îşxal) weke beşek ji sektora giştî cardin bê vejandin.
Bila bi awayekî cidî çavdêrî li ser pîvanên diyarkirina lezê li ser cadeyan bê kirin. Mînak, cadeyeke wek Cadeya Lawan li bajarê Hewlêrê, ku gelek fireh e û hatûçûn û qerebalixiyeke wisa li ser nîne, leza destûrdayî 60 km/h ye; ev ji bo gelek ajokaran wek cezayekî derûnî û manewî ye û corekî xefikê ye. Lê li Cadeya 100 Metrî ya Hewlêrê, ku hem tengtir e û hem jî gelek qerebalix e û dikeve navenda bajêr, leza destûrdayî 80 km/h hatiye destnîşankirin.
Bila çareseriyek ji bo tankerên nefta reş bê dîtin. Bi rastî rê û banên Simaqûlî û Koyeyê wêran kirine û bûne wek îşkenceyê ji bo canê xelkê.
Gulan
