Rewşa niha ya Rojhilata Navîn dişibe Ewropaya berî hilweşandina Dîwarê Berlînê
Di nava germegerma tevlîbûna Yekîtiya Sovyetê ya berê di şerê Efxanistanê de, û di nav binesaziyeke aborî ya hilweşiyayî, gendelî û navendîparêziyeke tund de, Mîxaîl Gorbaçov di sala 1985an de bû serokê Partiya Komunîst û serokê Yekîtiya Sovyetê ya berê. Pêngava wî ya yekem ji bo rûbirûbûna wê rewşa giran a Yekîtiya Sovyetê ew bû ku ji nû ve "pêkhateya dewleta Yekîtiya Sovyetê darêje, reformeke berfireh bide destpêkirin û derfetê bide dezgehên ragihandinê ku bigihîjin zanyariyan."
Di du salên yekem ên serokatiya xwe de, ew bi amadekirina bernameyeke bihêz ji bo vê proseyê mijûl bû, ku bi zimanê Rûsî navê "Glasnost" lê kir. Piştî van du salan, wî bi awayekî pratîkî dest pê kir. Pêngava yekem danîna bernameyekê bû ji bo vekişandina hêzên Yekîtiya Sovyetê ya berê ji Efxanistanê, ku di Gulana 1988an de dest pê kir û di Sibata 1989an de bi dawî bû.
Ev projeya Gorbaçov ku di sala 1987an de dest pê kir, bû sedem ku di tevahiya dewletên Bloka Sosyalîst de cureyek ji nearamiya desthilatdariyê derkeve holê. Welatî gihîştin wê baweriyê ku êdî dewlet bi sîstema kevn a Yekîtiya Sovyetê ya berê nayê birêvebirin. Ji ber vê yekê di 9ê Mijdara 1989an de, welatiyên Almanyaya Rojhilat (ku beşek ji Bloka Sosyalîst bûn) rijiyan ser kolanên Berlînê û dest bi hilweşandina Dîwarê Berlînê kirin. Bi vê yekê re, destpêka dawiya hemû dewletên Bloka Sosyalîst, tevî Yekîtiya Sovyetê ya berê, hat ragihandin.
Li Rojhilata Navîn a îro, ji ber wî şerê wêranker ku piştî 7ê Cotmeha 2023an li herêmê dest pê kir, roj bi roj şer berfirehtir û rewş aloztr dibe, heta ku gihişt asta şerê rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de. Amerîka jî ji bo berjewendiyên Îsraîlê, bi çend êrîşên asmanî êrîşî sazî û dezgehên nukleerî yên Îranê kir. Piştî 12 rojan ji şerekî giran, bi biryareke Donald Trump herdu aliyan (Îran û Îsraîl) êrîşên xwe yên li ser hev rawestandin, bêyî ku peymaneke ji bo agirbesteke rasteqîn were îmzekirin, an jî Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî wek aliyekî berpirsiyar ji bo parastina aştî û ewlehiya cîhanê bikeve nav proseyê û biryareke yekalîker ji bo bidawîkirina şer derxîne.
Di nava vê agirbesta ku li ser herdu aliyan (Îran û Îsraîl) hatiye ferzkirin de, ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn û rewşa tevahiya dewletên herêmê, çi yên ku rasterast beşek ji şer bûn û çi yên ku bêalî man û tenê ji dûr ve çavdêriya şer dikirin, ber bi qonaxeke nearamiya ewlehiyê û nearamiya desthilatdariyê ve pêngav avêtine. Her bi ragihandina agirbesta şerê 12-rojî re, dadgehên Îsraîlê careke din di hewla darizandina Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de ne, ku Donald Trump gelek bi tundî vê darizandinê red dike. Netanyahu jî ji ber rewşa aloz a Îsraîlê di nav şer de, daxwaz kiriye ku darizandin were paşxistin.
Ev rewşa ku niha di nav desthilatdariya Îsraîlê de bi eşkereyî behsa wê tê kirin, li dewletên din ên herêmê jî heman rewş heye. Bi giştî, di nava tevahiya welatiyên dewletên herêmê de cureyekî baweriyê çêbûye ku êdî bi sîstema kevn a Rojhilata Navîn desthilatdarî nayê kirin û divê li ser asta dewletê ji nû ve dariştina pêkhateya dewletê û reformeke rasteqîn dest pê bike. Bêguman ev werçerxan, ku niha nayê zanîn ka dê arasteya bûyeran û şêwaz û dariştina sîstema nû ya herêmê çawa be, lê wek karekî neçarî tê dîtin û divê herêm van werçerxan û guherînan derbas bike.
Piştî hilweşandina Dîwarê Berlînê û li dû wê jî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê ya berê, civaka navneteweyî gihişt wê baweriyê ku êdî Ewropaya Navîn û Rojhilat di nav jeopolîtîka serdemên Şerê Sar de ji nû ve nayê birêxistinkirin. Ji ber vê yekê, li ser bingeha wê rewşa de facto ku ji ber guherînan hatibû afirandin, wan guherînên di erdnîgariya siyasî ya Ewropaya Navîn û Rojhilat de qebûl kirin. Tişta ku niha jî di bûyerên şerên Rojhilata Navîn de bûye de facto û bi eşkereyî di civîn, panel û dezgehên ragihandinê de behsa wê tê kirin, ev e ku di nav erdnîgariya siyasî ya kevn a Rojhilata Navîn de ne mimkun e ku li vegerandina aştî û aramiyê were fikirîn. Ji ber vê yekê, qonaxa raguhêz a di nav şer û di nav agirbesta ferzkirî de, ber bi wê yekê ve pêngavan davêje ku li ser erdnîgariyeke siyasî ya nû ji bo herêmê were fikirîn.
Gulan
