• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xanima serok wezîrên Kenedayê tûşî Vayrosa Koronayê bûye

Gulan Media March 13, 2020 Nûçe
Xanima serok wezîrên Kenedayê tûşî Vayrosa Koronayê bûye
Sofiya Girîgor Tirodo, xanim a Castin Tirodo, serok wezîrên Kenedayê, piştî ji birîtaniya vegerîya; pişkinîn bo wê hate kirin û derket helgira vayorsa Koronayê ye.

Şava burî, nivîsîngeha serok wezîrên Kenedayê belav kir, Sofita ji Birîtaniya vegeryaye û hinek ta heye û pile germîya wê bilinde, lew pişkinîn bo wê hatîye kirin.

Evro encamên pişkinînê hat aşkera kirin û derket xanima serokê wezîran helgira Vayrosa Korona ye.

Niha serok wezîrên Kendayê, Castin Tirodo jî hatîye Korentînekirin û li jêr çavdêrîya pizîşkî ye.

K24
Top