• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdistanî Rêberê xwe yê netewî bi bîr tînin

Kurdistanî Rêberê xwe yê netewî bi bîr tînin
Îro yekê Adarê, salvegera wefat kirina Rêberê netewî yê gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzaniye û Kurdistanî bi çalakiyên curbicur rêzdariya xwe bo Rêberê xwe tînin ziman.

Di vê çarçoveyê de îro li Parlementoya Kurdistanê merasîmek bo bîr anîn û rêz girtin ji Nemir Mele Mistefa Barzanî hate organîzekirin.

Di merasimê de çend gotar li ser xebat û têkoşîna Nemir Mele Mistefa Barzanî bo azadî û serbixweyiya gelê Kurd hatin pêşkêşkirin.

Herwiha li bajarên din yên Kurdistanê, Kurdistanî 41mîn salvegera wefata Rêberê xwe bi bîr anîn û rêzdariya xwe bo Rêberê xwe anîn ziman.

Her sal di vê rojê de bi hezaran Kurdistanî li her çarparçeyên Kurdistanê û li Ewrûpayê jî serdana mezara Nemir Mele Mistefa Barzanî li Barzanê dikirin lêbelê îsal baregeha Barzanî daxwaz ji xelkê kiribû ku jiber vîrosa Koronayê û bo parastina selametiya xelkê, merasimên bîranînê neyên organîzekirin.
Top