• Tuesday, 10 February 2026
logo

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir
roja çarşemê 26.02.2020a Baregeha Barzanî derbarê helwêsta Serok Barzanî, li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Iraqê, ragehandinek belav kirîye û têde hatîye ragihandin, Serok Mesûd Barzanî têbînî li ser şêwaz û bernameya karê Elawî heye û mekanîzma dîyarkirina kandîdan heye bo postên wezartîyên hikumeta Iraqê, ev şêwaz û mîkanîzim maf û daxwazîyên pêkhateteyan û taybetmendîyên Herêma Kurdsitanê li ber çavan nagire.

Deqa ragehandina baregeha Serok Barzanî:

Piştî raspardina birêz Mihemed Ellawî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê li çend medyayekî erebî û kurdî wiha belav bûye ku goya cenabê Serok Barzanî ji ber kêşeya takekesî û danîna hinek kesên nêzîkî xwe ji bo wergirtina wezaretan kêşe li gel birêz Ellawî û proseya pêkanîna hikûmeta nû da heye.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev babete hîç bingeheke xwe nîne û Serok Barzanî têbînî li ser şêwaz û bernameya karê Ellawî û mekanîzma diyarkirina kandîdan ya ji bo postên wezaretên hikûmeta Iraqê heye. Ev şêwaz û mekanîzme maf û daxwaziyên pêkhatan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav nagirê û bi piştrastiyê ve dibê sedema kûrtirbûna qeyranên siyasiyên Iraqê.

Ji aliyê Serok Barzanî ve navên kesan ewlewiyet nîne, belku ewê girînge pabendbûna hemû aliyeke ji bo wan bingehên şeraketê û hevsengî û hevpeymaniya li proseya siyasî û hikûmeta nû da bê berçav girtin. Li gel ewe da jî her wekî çawa hinek aliyan birêz Ellawî ji bo posta serokwezîr kandîd kiriye, Herêma Kurdistanê jî mafê xwe heye kandîdên xwe ji bo postên wezaretan hebê û pêwîste rêz li wê mafê Herêma Kurdistanê bê girtin.

Basnews
Top