• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rêveberiya Gumrukên Kurdistanê: Bazirganiya li gel Îranê bi awayekê demkî hatiye rawestandin

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Rêveberiya Gumrukên Kurdistanê: Bazirganiya li gel Îranê bi awayekê demkî hatiye rawestandin
Rêvebirê Giştî yê Gumrukên Herêma Kurdistanê ragihand, rawestandina tevgera bazirganî li gel Îranê demkî ye û ew li gel wê yekê ne, çend deriyên sînorî di jêr kontrola tund a tendriustiyê de vekirî bin.

Rêvebirê Giştî yê Gumrukên Herêma Kurdistanê, Samal Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, îro Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê dê derbarê rewşa deriyên sînorî yên li gel Îranê de biryar bide û tekez kir: “Em li gel wê yekê ne ku çend deriyên sînorî di jêr kontrola temam a tendirustiyê de vekirî bin.”

Samal Ebdulrehman da xuyakirin jî, ku % 40 ji bazirganiya Herêma Kurdistanê li gel Îranê ye û % 60 jî li gel Tirkiyê ye.

Rêvebirê Giştî yê Gumrukên Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “tevî ku rawestandina çalakî û tevgera bazirganî ya li gel Îranê karekê ne hêsan e, lê belê ji ber ku bi awayekê demkî ye, dibe ku bi rêya Tirkiyê ew kêmasî were qerebûkirin.”

Bo rêgirtina ji belavbûna vîrûsa Koronayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku bi awayekê demkî hemû deriyên sînorî yên bi Îranê re bigire û tevahiya çalakiyên bazirganî yên li gel Îranê rawestîne.

Rudaw
Top