• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ûsman Baydemîr: Rola serok Barzanî gelek giringe di yekxistina dengê gelê Kurd de li herçar parçeyên Kurdistanê

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Ûsman Baydemîr: Rola serok Barzanî gelek giringe di yekxistina dengê gelê Kurd de li herçar parçeyên Kurdistanê
Sîyasetvan Ûsman Baydemîr serdana Perlemana Kurdistanê kir û piştî serdanê Hêmij Hewramî, cêgrê seroka Perlemanê û Ûsman Baydemîr bo dezgehên mêdyayî axivtin.

Hêmin Hewramî di destpêkê de, got: Perlemana Kurdistanê ji tevaya pêkhateyên Kurdistanê pêkhatîye û em rijtîn li ser wê yekê ku çareserîya aştîyane bo pirsa Kurd li bakûr hebe li ser bnemaya bi hev re jîyana, berjewendîya hevpişk, rêzgirtin û cîranîya baş li gel gelên din jî li deverê.

Herweha got: Careka din bi navê tevaya firakisyonên Kurdistanî ku tevaya nwênerên wan li vir amadene gelek bi gemî bixêrhatina Ûsman Baydemîr dikîn û şerefmendîn bi hatina wî bo perlemana Kurdistanê.

Ji alîyê xwe ve, Ûsman Baydemîr got: Berî her tişt evro bo min rojeka dîrokîye, şeref û rûmetek mezine ku ez evro li gel teva ya partîyan li Perlemana Kurdistanê me. Ev derfeteke mezzine bo her çar parçe yên Kurdistanê û bo hemû rojehelata navîn, îro min carek dî bi çavên serê xwe dît, perlemana Kurdistanê perlemana hemû pêkateyên olî û neteweyî ye li Herêma Kurdistanê. Ew tiştê em dixwazîn eve ku li Kurdistan li Tirkiya, li Suriya û li Îranê pêk were. Wê çaxê aştî û demokrasî pêkwere.

Herweha derbarê rola serok Barzanî di xebata neteweyî de got: rola Barzanî di yekxistina xebata neteweyî de gelek giringe.

K24
Top