Şanda Kurdî ji bo pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê ye
Dihat çaverêkirin ku kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Tofîq Elawî bibe cîhê razîbûna piraniya aliyên siyasî û pêkhateyan, lê li şûna wê bûye cihê nîqaş, nakokî û gefxwarinê ku li parlamentoyê nikaribe baweriyê werbigire, ji ber Kurd û beşek ji Suneyan ji awayê destnîşankirina wezîrên kabîneya Elawî nerazî ne ku bêyî şêwra ligel wan hatine destnîşankirin û gefan dixun û dibêjin li parlamentoyê deng nadinê.
Hevdem li nav Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê jî nakokî li ser sazkirina civîna parlamentoyê ya taybet bi dana baweriyê bo kabîneya nû ya hikûmetê hene, ku tê çaverêkirin Duşema bê were sazkirin.
Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û hevpeymaniya wî ji hikûmeta nû nerazî ne û dibêjin Desteya Serokatiyê ti biryarek nedaye bo szakirina wê civînê, lê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoyê Hesen Kebî ku ser bi Tevgera Sedir e, dibêje parlamento neçar e roja Duşemê bicive daku baweriyê bide hikûmeta nû û yê rê li vê civînê jî digire rûbirûyê lêpirsîna yasayî dibe, lê hevpeymaniya Helbûsî dibêje baweriyê nadin wê hikûmetê.
Parlamenterê Hevpeymaniya Hêzên Iraqê Adil Xemîs jî dibêje: “Rasipardina Mihemed Tofîq Elawî bi rêkeftina siyasî ya navbera Saîrûn, Fetih û piştgiriya derve hat kirin, lê bi rêya propagandayê hewla xapandina raya giştî tê dayîn ku qaşo Elawî berbijêrê serbixwe ye, di demekê de piştgirên Elawî merc li ser ferz kirine, ew tenê fermanbereke li ba wan, tu cudahî nîne ligel serokwezîrê berî wî û mercên meydana xwepêşandan û merce`yeta olî jî têde nîne, loma em nabin şahidê sexte û bi berbijêrekî razî nabin li ser me bê ferzkirin."
Di vê navberê de Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku alîgirê serekî yê serokwezîrê rasipardî ye, gefan dixwe û dibêje, eger parlamento di vê hefteyê de necive û baweriyê nede kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, wê demê li dîjî xwepêşandana milyonî dikin, lê li gor zanyariyan zêdeyî nîvê endamên parlamentoya Iraqê amade ne baweriyê bidin hikûmeta nû, ev jî li gor destûrê têr dike ku bawerî bo kabîneya nû bê dayîn.
Rudaw
