• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hewlêrê 12 navend hatin daxistin

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Li Hewlêrê 12 navend hatin daxistin
dibêje rê nadin kes buhayê tiştekê giran bike
Li gor daxuyaniyeke tîmên taybet yên kontrol kirina bazarê yên ser bi Qamiqamiya Hewlêrê, piştî belav bûna nûçeyên giran kirina buhayê demamkan (maks) û pêdiviyên din yên tendirostî li Hewlêrê, tîmên taybet bi kontrol kirina bazarê dest bi lêkolînê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku piştî lêkolînên pêwîst der ketiye ku 12 navendên curbicur demamik û pêdiviyên din yên tendirostî bi buhayeke giran firotine welatiyan lewre ev her 12 navendên han hatine daxistin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku bi tundî li hember her cure pêngavek ku bibe sedema giran kirina buhayê pêdiviyên tendirostî tev digerin û rê nadin ti aliyek buhayê tiştekê giran bike.

Top