Omer Onen: HDP partiyeke Tirkiyê ye lê girîng e Kurdî jî hebe
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) amadekariyên 4mîn kongeraya xwe pêk tîne ku dê roja 23ê mehê li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve biçe.
Pêş vê kongireyê amadekariyên berfireh têne kirin û tê pêşbînî kirin, ku zêdetirî 30 hezar kes beşdarî kongreyê bibin.
Endamê Komîteya Amadekar ya Kongireyê, Omer Onen jî ji Rûdawê re behsa amadekariyên bo kongreyê dike û dibêje, “Demeke dirêje bi gelek aliyan ve amadekariyên me tên kirin. Kongreya me di demeke giring de û di rojeveke giring de dicive, weke tê zanîn li Rojhilata Navîn û li Tirkiyê geşedanên giring hene. Hem li parlamentoyê hem jî di nava gel de tenê HDP weke partiyeke oposizyonî dikare karekî baş bimeşîne.”
Omer Onen herwiha dibêje “Çavê herkesê li HDPê ye, em jî dê li ser hemû rêyên çareseriyê kar dikin û xebatên berfireh dikin û em hêdî hêdî digehijin roja dawî, dê kandîdên me jî roja dawî aşkere bibin. Her du hevserokên me jî ji bo roja kongrê amade ne. Kî dixwaze dikare ji bo hevserokatiya partiyê bibe berbijêr lê her du hevserokên me jî di vê proseyê de amade ne. Wê biryarê delege bidin.”
Endamê Komîteya Amadekar ya Kongireya HDPê diyar dike, “Kongreyên me bi coşeke mezin derbas dibin ji bo vê kongereyê me gelek aliyên çep û sosyalîst û her wiha aliyên nêzîkî civakê ji gelek welatên cuda vexwendin û di kongreyê de zimanê Kurdî jî dê ji bo me giring be, em partiyeke Tirkiyê ne lê Kurdî ji bo giring e di kongreyê de gotarên Kurdî hebin.”
Rudaw
