• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rojnamevanekî Tirkiyê: Amerîka hişyarî daye YPGê tevlî şerê Idlibê nebin!

Gulan Media February 19, 2020 Nûçe
Rojnamevanekî Tirkiyê: Amerîka hişyarî daye YPGê tevlî şerê Idlibê nebin!
Rojnamevanekî Tirkiyê dibêje, berpirsên Amerîkî hişyarî dane YPGê û ji wan re gotine, eger ew di şerê Idlibê de li dijî Tirkiyê şer bikin, Amerîka wan naparêze!

Rojnamevanê Tirkiyê û nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Murat Yetkîn ragihandiye, berpirsekî Amerîkî ji wî re gotiye ku nakokiyên Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê nabe sebeba wê ku şervanên YPGê êrişî Tirkiyê bikin yan jî di şerê Idlibê de alîkariyê bidin rêjîma Sûriyê.

Murat Yetkîn daye zanîn, wî berpirsê Amerîkî ku nexwastiye navê wî were ragihandin, gotiye, wan hişyarî dane YPGê ku eger li dijî Tirkiyê tevlî şerê Idlibê bibin, ew êdî wan li hember êrişên Tirkiyê naparêzin.

Wî rojnamevanî her wiha gotiye, Amerîka ji Tirkiyê re gotiye ku ewê sîstema mûşekî ya patriyot li bajarê Hatay yê Tirkiyê daynin, bi şertekî ku Tirkiye dest ji sîstema mûşekî ya S-400 Rûsî berde.

Basnews
Top