• Tuesday, 10 February 2026
logo

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê: Di xwepêşandanên Iraqê de 545 kes hatine kuştin

Gulan Media February 19, 2020 Nûçe
Komîsyona mafên mirov ya Iraqê: Di xwepêşandanên Iraqê de 545 kes hatine kuştin
Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihand, heta niha 545 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin.

Endamekî komîsyona mafên mirov ya Iraqê bi navê Elî Beyatî ragihandiye, ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve heta niha herî kêm 545 kes hatine kuştin ku 17 ji wan polîs in.

Elî Beyatî daye zanîn, nêzîkî 24 hezar kes jî birîndar bûne û 79 kes jî hatine revandin. Di nav yên ku hatine revandin de, çar jin hene. 22 revandî hatine berdan, yên din jî hîn nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Ev amar di deemkî de tê ragihandin ku NY ragihandiye, heta niha herî kêm 600 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin.

Basnews
Top