• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şandeke hevpeymanan serdana wezareta pêşmerge kir

Gulan Media February 18, 2020 Nûçe
Şandeke hevpeymanan serdana wezareta pêşmerge kir
hevkarî û hemahengiya navbera pêşmerge û hevpeymanan berdewam dibe
Îro şandeke Hevpeymanan serdana wezareta pêşmerge kir û ji aliyê Serokerkanê wezareta pêşmerge Cemal Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de ku her yek ji berpirsê plandanan û perwerde kirina hevpeymanan amade bûn behsa hevkarî û hemahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan hate kirin û her du alî tekez li ser domandina ev hevkarî û hemahengiya han kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de giftûgo li ser rewşa ewlekarî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û kiriyarên terorîstên DIŞIê li wan deveran hate kirin.

Top