• Tuesday, 10 February 2026
logo

Irfan Kerkûkî: Pêşmerge venegere wê rewşa ewlehiya Kerkûkê xirab bimîne

Gulan Media February 17, 2020 Nûçe
Irfan Kerkûkî: Pêşmerge venegere wê rewşa ewlehiya Kerkûkê xirab bimîne
Serokê Partiya Millet ya Tirkmenan Irfan Kerkûkî aşkere kir; heger Pêşmerge venegere Kerkûkê wê rewşa ewlehiya bajêr bi xirabî bimîne. Herwiha Kerkûkî aşkere jî dike roj bi roj rewşa asayişê li bajêr xiraptir dibe.

Îrfan Kerkukî ji BasNewsê ra axivî û da zanîn asayîkirina rewşa Kerkûkê girîng e û divê hikûmete federal a Iraqê ligel Herêma Kurdistanê kar bike û hemahengiyê ligel Herêma Kurdistanê saz bike.

Herwiha Kerkûkî ragihand rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê roj bi roj ber bi xirabiya va diçee û got: “Heger Pêşmerge venegerin bajara Kerkûkê, bajar aramtir û seqamgîrtir nabe. Ji ber wê çendê jî girînge ku Pêşmerge vegerin û xelk hest bi aramî û asayîşê bikin. “

Piştî 16ê Cotmeha 2017an rewşa ewlehiya Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe û DAIŞ rojane êrîşî xelkê medenî û milîsên Heşdî Şabî û serbazên Iraqê dike. Lewre metirsî li nava şêniyên xelkê Kerkûkê peyda bûye ku DAIŞ êrîşî ser bajar û herêmên wan bike.

Basnews
Top