• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya artêşa Tirkiyê topbaran kir

Gulan Media February 17, 2020 Nûçe
Rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya artêşa Tirkiyê topbaran kir
Artêşa rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya artêşa Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê topbaran kir.

Li gor malpera Sky Newsê ku ji çavkaniyekî ve veguhestiye, îro 17.02.2020ê artêşa rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya artêşa Tirkiyê li navçeya Şêx Eqîl a li bakurê Helebê topbaran kiriye.

Heman çavkaniyê amaje bi wê jî kiriye ku artêşa Tirkiyê bi topbaranê bersiv daye artêşa Sûriyê.

Li gor zanyariyên hene, kuştî û birîndar ji artêşa Tirkiyê hene, lê heta naha ti amarek jî li berdest nîne.

Basnews
Top